Hevpeyvîn bi derhênerê sînemayê Newzad Şêxanî re

Hevpeyvîn bi derhênerê sînemayê Newzad Şêxanî re

Bernameya radyoya Ria taza “Civak û sîyaset” – 55

 

Dema we bi xêr be, guhdarên ezîz! Radyoya Ria taza dest bi bernameya xwe “Civak û sîyaset” dike. Ji bernameya “Civak û sîyaset” ya radyoya Ria taza ya 55an ji bajarê Moskvayê ez, Bêlla Stûrkî bi xêrhatina we dikim.

Çawa hûn pê dizanin, her du heftê carekê, zaniyar, karmendên civakî, nivîskar, rojnameger, hunurmend û sîyasetzanên kurd yên naskirî dibin mêvanê bernameya “Civak û siyaset”, yên ku weke 35 deqeyan bersîva pirsên me didin derbarê rewşa sîyasî û civakî li hemû parçeyên Kurdistanê û li cîhanê. Em bi hêvî ne, ku îcar jî bernemaya me wê bala we bikişîne, bi gorî dilê we be û bersîva gelek pirsên we bide.

Bernameya Civak û siyaset îro mevandarîya derhênerekî Kurd Newzad Şêxanî kir, ku belgefilm û fîlmên wî yên sînemayê di gelek pêşbirkên li ser asta navneteweyî de xelat wergirtine, hewl dide çîrokên rast ên civakê bi riya filmên xwe bigihîne cîhanê. Di hevpeyvinê de Newzad Şêxanî li ser fîlma xwe ya dawîn ”Torn” radyoguhdarên me re axifî. Fîlma  “Torn”, behsa kêmneteweyan dike ku rastî kuştin û jinavbirinê tên, ji wan jî Kurdên Êzdî, cîroka xortekî kurdê êzdî yê tilbîsvan û herweha jîyana pareke gelê me li yên xerîbîyê da ye.

_

_

Guhdarên delal! Destkeftên gelê Kurd di warê sînemegerîyê û şanoyê da her car cihê dilxweşîyê û serbilindîyê ye. Derhênerê û berhemdarê Sînemayê Kurdê Êzdî Newzad Şêxanî hevwelatiyê Iraqê û Elmaniyayê ye. Newzad Şêxanî li Şêxan, navçeyeke Başûrê Kurdistanê ji dayîk bûye û ev nezîkî 22 sal in ku li Elmaniya li bajarê Kölnê dijî .Wî xwendina xwe ya yekemîn li zanîngeha Iraqe ya Endaziyarîyê ya avahîçêkirinê li bajarê Hewlerê bi dest anî. Xwendina xwe ya têknîka pîşesaziya fîlman ji Akademiya Macro-Media ji München wergirtiye. Filmê wî yê herî bi nav û deng /Fermana Reş/ e. Ev film ketiye arşîva mehkema Tewanbariyê ya Cîhanî li /Lahaî/ Hollenda, ji ber qîmeta wî ya mirovahî li dijî têrorê. Fîlmê wî yê dirêj û dawî bi navê Torin bû. Torin 36 xelat wergirtine di mehrecanên Sînemê li USA, Chili, Rûsiya, Poloniya, Hindistan, Italia, Elmaniya, Costa-Rika û hinekên din. Wek kesekî bo Jûrî ya hinek mehrecanên cîhanî yên sînemayê hatiye hilbijartin. Gelek Workshop /hostaxane/ li ser pîşesaziya sînema û derhênanê çêkiriye û bi rê ve birine. Babetên wî babetên mirovahî ne û niha weke balyozê huner û mirovahiyê tête naskirin. Xelata Derhênerê Fransî yê Mezin Jaque Lock Gouduar wergirtiye, her weha xelata Roviyê Zêrîn sala 2019an. Fîlma wî li Festîvala Fîlman a Holywoodê di beşa fîlmên biyanî yên dirêj de xelata fîlma Sînemayê herî baş wergirt. Li Reqayê jî xelata Mertalê Iraqê wergirtiye. Bi kurtî, wî heta niha çend fîlmên dokumental, fîlmên Sînemayê çekirine û gelek xelatên netewî û navnetewî wergirtine.

”Torn”  ji aliyê derhêner û danerê îdêya fîlmê Newzad Şêxanî û herweha sênarîstan Newzad Şêxanî û Casimê Wezîr /Jaso Osmanov/, (hemwelatîyê Gurcistanê yê berê ye), bi alîkarya  Prof. Kêtêvan Canêlîdzê û Kaxabêr Qaplanîşvîlî ji kînokompaniya Georgian Film Srtudio ve hatiye çêkirin. Di “Torn”ê de  rolên sereke: aktorên gurcan yên bi nav û deng Îmêda Arabûlî û Zûrab Tsîntskîladzê li gel  Krîstîna Cîcînadzê lîstin.

Fîlma Torn bi zimanên gurcî, almanî, rûsî, kurmancî, dûblaja Erebî hatiye kirin û jêrnivîsa Îngilîzî hatiye amadekirin.

Di hevpeyvînekê de derhênerê sênaryoya fîlmê Casimê Wezîr behsa fîlma Torn kir û got: “Armanca fîlmê ew e, ku bedbextîya jîyana pareke gelê me li yên xerîbîyê dijîn bide ber çavan, çi li serê miletê dûrî welat diqewime, çawa nav kultureke xerîb da meriv dûrî esil û esasê xwe dikeve, dînê xwe dide dîndarê, dihele û bi çi terzî psîkolojiya merivan xirab dibe. Ez bawer im fîlm wê ji hêla temaşevanan ve baş bê ecibandin.

 

Guhdarên hêja! Birêz Newzad Şêxanî re ji stûdyo radyoya Ria taza li Elmaniya li bajarê Kölnê, em bi radîotêlêfonê hatin girêdan

 

Fermo, guhdarîya pirsên me û bersîvên derhêner û berhemdarê Sînemayê Newzad Şêxanî bi Radyoya Ria taza re bikin.

 

Amadekar û rêvebira bernameyê Bêlla Stûrkî ye.

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev