Mirtib û Qereçî ne eynî ne!

Mirtib û Qereçî ne eynî ne!

Özzengin Seyhmus

 

Mirtib: Li Kurdistanê her eşîr mirtibên wan hebûn.

Mirtib, dengbêj û muzîkçêkerin eşîrê bûn. Dîwana eşîrê, dawet û şahîyên eşîrê bi kilam û muzîka mirtiban geş dibû. Wek cûreyek ji hunermendên eşîrê, demek dirêj rola xwe di nava eşîrên kurdan de meşandine. Estrûmanên wan, def, zirne, mey, kemaçe bûn. Li ser eşîran beşek ji çêkerên pesin, destan û serpêhatîyên eşîrê bûn.

Li gundan, di nava eşîrê de bicîh in. Rûniştinerên eşîrê ne û ne gerok in. Bi eslê xwe Kurd in.
Mirtib parsekî, dizî an jî geştgerî nedikirin. Karê wan hunermendî bû. Di bin parastina eşîran de, debara xwe bi dawet, şabaşî û alîkarîya eşîrê dimeşandin.

 

Qereçî (Roman): Cûreyek din e. Bingeha wan, welatê wan bajarekî bi navê Karaçî ye, ku niha bi ser Pakîstanê ve ye. Ji vî bajarî li pir welatan belav bûne.

Qereçî; êl êl (kom bi kom) digerin. Di konan de dijîn. Cîhekî wan yê rûniştinê tineye. Gerok in. Her êl, bi hunermendîya xwe debara xwe bi muzîk, çêkirina diranan, bêjingan û seradan û hwd. dimeşandin. Fal û falbazî ji xwe re dikirin kar. Her gundê ku êla wan dihat, mal bi mal li geştê digerîyan. Jinên wan fal vedikirin. Car caran dizî jî dibû kar ji wan re.

Divê em Qereçî û Mirtiban tevlihev nekin.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev