EHMED KASIMOGLU, YADO PAŞA Û KURD – KOM

EHMED KASIMOGLU, YADO PAŞA Û KURD – KOM

Îbrahîm GUÇLU, sîyasetmedar

 

Kek Ehmed demeke li nexweşxaneya Unîwersîteýa Dîcleyê radiza. Nexweşiya wî gelek giran bû. Ez û hemû dostên wî em dem-dem diçûn nexweşxaneyê. Lê me nedikarî bi wî re hevdîtin bikin. Bes ji malbatê kesekî seredaniya wî dikir. Wî qise nedikir. Me jî ji wan kesên malbatê agahdarî digirt.

Rewşa wî em diqahirandin. Tehemmulî rewşa wî mimkun nebû.

Hezar mixabin Kek Ehmedê delal roja 13.05.2019 di saet 03.30yî de jiyana xwe ji dest da.

Dema ku min agahdarî ji daxuyaniya Kek Seîd Veroj wergirt, min bi lez telêfon kir. Kek Seîd ji min re telêfon kiriye. Lê negihîştiye min.

Min tespît kir ku ew li nexweşxaneyê ne û wê hereketî Bîngolê/Çewlikê gundê Kasımoğluyan bikin.

Ez bi lez çûm nexweşxaneyê.

Ji bona biryar hatibû girtin ku bi lez Kek Ehmedê Dirêhî binax bikin, ji derveyî çar dostên wî (Ez, Seîd Veroj, M. Emînê Botî, Halûk Yildizhan, Roşan Lezgîn) kesî derfet nedîtîbûn ku werin nexweşxaneyê û li gundê wî di binaxkirina Kek Ehmed de beşdarî bikin.

Ev lezkirin li Kek Ehmed neheqiyeke mezin bû.

Dema ez gihîştim nexweşxaneyê xemgîniyeke mezin hebû. Êşeke giran li hewirdor digeriya. Dilê min diêşiya.

Dema ku em gihîştin gund hemû dost û hevalên li Çewlikê hatibûn gund.

Me di bin êşeke mezin de Kek Ehmed binax kir.

Kek Seîd Veroj dimilkî û min jî kurmancî di derheqê Kek Ehmed de axevtin kir. Em hatin ciyê şînê.

Wê demê, gor agahdariyên min duho kurdperwerên Kurdistanê wek lehîyê ji bona ziyareta Kek Ehmed herikîn.

Min, Kek Ehmed di sala 1975an de li Çewlikê nas kir.

Dema min ew nas kir, Tevger û Rêxistinên Kurdistanê hîn xurt nebibûn. Lê li Çewligê ew û şehîd Şakîr Elçî di bin pêşengiya serok Seîd Elçî de navenda kurditî bûn.

Ew wê demê endamê Partiya Demokrat a Kurdistan a Tirkiyeyê (PDKT) bû.

Hevalê serok û şehîd Seîd Elçî bû.

Ew dostekî Tevgera Milî ya Başûrê Kurdistanê û malbata Barzaniyan bû.

Ew kesekî kurdperwer bû.

Ew di doza neteweya kurd û serxwebûna Kurdistanê kesekî qerardar bû.

Ew aşiqê zimanê kurdî bû.

Wî her dem bi kurdî û bi du zaravên kurdî (zazakî û kurmancî) qise dikir.

Ew nivîskar û lêkolîneger bû.

Bi taybetî jî di zaravaya zazakî de qerardar û xebatkar bû. Bi qerardariya wî li Kurdistanê xwendin û nivîsandina zazaki fireh û belav bû.

Ew qerardariya wî ya di derbarê zazakî de rewşenbîrên kurd yên kurmanc guhert.

“Ehmedê Dirihî (Ahmet Kasimoglu) ku bi xebata xwe ya di warê zaravên Zazakî (Kirmancî) û Kurmancî dihat nasîn.

Ehmedê Dirihî, endezyarê çandinîyê bû; loma xebatên xwe yê di derbarê ziman de, bi giranî li ser gul û gîha û pincarên Kurdistanê meşand.

“Piştî lêkolîna 14 salan, berhema xwe ya girîng bi navê ‘‘Ferhenga Navê Nebatan A Kurdî‘‘ çap kir û weşand.

“Di ferhenga Ahmet ya nebatan de, zêdetirî bîst hezar gotin hene. Di ferhenga xwe de, bi navên Kurdî re, navên Latînî û Tirkî jî nivîsandîye. Pirtûk ji alî Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê hat çapkirin.

“Ehmed Dirihî, di nava koma xebatê ya Vate û Ziwan Komê kar kir û di kovara Vate û Newepel de ku bi zaravê Zazakî (Kirmancî-Kirdkî) weşanê dikin de zêdetirî bîst salan nivîsand.”

Em wek malbat jî gelek nezikî hev in.

Loma em gelek gelek xemgîn in.

Hezar mixabin Wî bê wext ji nav me koç kir.

Hîn karên milî yên girîng li benda wî bûn.

Bila serê neteweya kurd, malbata Kasımogluyan, dost û hezkirên wî, rewşenbîr û nivîskarên

Kurdistanê sax be.

 

TESPÎTA CIYÊ ŞEHÎDBÛNA YADO PAŞA…

Yado Paşa, serleşkerekî Serhildana Milî ya Kurdistanê ya 1925an e.

Piştî serokê serhildanê Şêx Seîd Efendî û hevalên wî  tên îdam kirin jî Yado Paşa û  grûbek hevalên wî li çiyan dimînın û şerê milî didomînin.

Piştî demekê ew li gundekî Lîceyê piştî şerekî dijwar tê şehîd kirin.

Lê di derbarê Yado Paşa de agahdariyên zêde tune ne.

Kek Ehmed Kasimoglu biryar dabû ku li ser jiyana Yado Paşa xebat û lêkolîn bike. Dem-dem jî xebata xwe bi min re jî parve dikir.

Rojekê ji min re got ku” min mirovek tespît kiriye ku ev mirova ji gundekî Lîceyê û  ewê ji bona ciyê Yado Paşa ku hatiye şehîd kirin,  dê ji min re bibe alîkar.”

Vê agahdariyê bala min jî kişand. Ew bi xwe jî kelecanî bû.

Min ji Kek Ehmed re got ku “dema tu ji bona Yado Paşa biçî Lîceyê, ez  jî amade me ku bi te re biçim.”

Rojekê wî agahdarî da min ku dê biçe gundê lîceyê. Min jî bê îtiraz got ku “ezê jî bi te re bibim heval.”

Wusa jî bû.

Ez û Kek Ehmned em rojekê çûn gundê Lîceyê. Lê, gundiyê ku ji me re bibe alîkar ne li gund bû.

Wê demê me biryar da ku em bi xwe mijarê çareser bikin.

Em çûn herêma ku Yado Paşa li şêhîdbûyî.  Di destpêkê de  gundiyekî xaniyekî nû çê dikir. Min xwe û Kek Ehmed da nasandin.  Sedema ku em hatine gundên wan min/me diyar kir. Lê wan bi me bawer nekir.

Pişt re me fahm kir ku gelek kes hatine gundê wan. Sedema hatina wan zêrên Yado Paşa bûne!!!

Piştî demekê me danûstandina xwe pêş xist. Gundiyan  bi me bawer bûn. Gundiyek diyar kirin ku ew temen mezin e. Gotin ku ciyê Yado Paşa şehîdbûye ew baş dizane.

Malên gundiyan ji hevûdu belav bûn.

Piştî demekê ku em meşiyan, em çûn mala wî gundiyî.

Ew gundiya nexweş bû . Lê dîsa jî daxwaza me pêk anî û ji me re pêşengî kir.Her çiqas ew nexweş bû jî, zehmet bû ku em bigihîjin wî gundiyî.

Di encamê de em çûn ciyê ku Yado Paşa şehîhbûyî.

Ew ciya di quntira çiyê de bû. Ciyekî daristanî bû. Em li wir sekinın. Gundî agahdarî da me. Me wêne kişand.

Em vegeriyan Diyarbekîrê.

Dema ku em vegeriyan Diyarbekîrê, Kek Ehmed gelek bextewar bû.

 

PİŞTGIRIYA KEK EHMED KASIMOGLU JI BONA KOMELAYA KURD A DIYARBEKÎRÊ (KURD-KOMÊ)…

Li Bakurê Kurdistanê bi nasnameya kurd û Kurdistanê komele ava kirin di salên 2005an de qedexe bû.

Lê min û grûbek hevalên kurdperwer bi helwesta bê îtiatkariyê  bi nasnameya kurd me komeleyek ava kir.

Avabûna Komelaya Kurd gaveke girîng bû û ji aliyê hemû kurdperweran de jî bi kêfxweşî pêşiwazî hat kirin.

Navê komelê, “Komelaya Kurd a Diyarbekîrê (KURD-KOM)” bû.

Di Komelaya Kurd A Diyarbekîrê de zimanê komeleyê ya fermî kurdî bû û hem jî bi du zaravên kurdî (kurmancî dimilkî) bû.

Kek Ehmed bi vê yekê gelek kêfxweş bû.

Lewma jî heta ku komele ji aliyê dewletê de hat girtin û hate qedexe kirin, piştgiriyeke xurt da komeleyê.

Beşdarî gelek çalakiyên komeleyê bû.

Ew kesekî xebatkar û bi disiplîn bû. Lewma her dem di wextê dihat xebata komeleyê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Îbrahîm Guçlu

Sîyasetmedarekî navdar, hiqûqzanekî profesyonal û nivîskarekî bêhempa ye. Ew kurdekî Anadolîya Navîn e, serok û damezirênerê Komela DDKOyê, weşana Rizgarî, partîya HAK-PARê bûye.

Qeydên dişibine hev