PKK li Başûrê Kurdistanê bacê ji xelkê distîne

PKK li Başûrê Kurdistanê bacê ji xelkê distîne

Gel pir bêzar û hêrs bûye

 

Çekdarên PKKê li sînorê nahiyeya Şarbajêr a Başûrê Kurdistanê bazgeh û xalên kontrolê danîne û bi zorê pereyan ji karker û koçer û bazirganan distîne. Lewma jî xelk pir bêzar û hêrs bûne.

 

Berdevkê Encûmena Serkirdatiya PDK ya Silêmanî – Helebçe Eta Şêx Hesen ragihand: “Hejmara çekdarên PKKê li navçeyê zêde bûye û bazgehên xwe li pêşiya xelkê danîne û gumrik û pereyan ji karker û bazirganan distînin. Ew çekdar li hemû sînorê Şarbajêr belav bûne û herwiha pereyan ji koçer û xwediyê pez distînin.”

 

Eta Şêx Hesen ji malpera KDP.info re ragihand: “Ev çendîn sal e ku çekdarên PKKê li Şarbajêr bazgehên xwe yên neyasayî danîne û bac û serane û pereyan ji xelkê feqîr û karkeran û ji bazirganan distînin. Herwiha ew kesên ku pezên xwe dibin zozanan, gumrik û serane ji wan distînin.”

 

Hesen wiha got: “Çekdarên PKKê ezyet didin xelkê navçeyê û ew pir bêzar û hêrs bûne. Herwiha ji ber dorpêçên abûrî yên Amerîka li ser Îranê, deriyê nû yên qaçaxîyê di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de vedibin û wek pêwîst e nayên kontrolkirin, lewma jî hêzên PKKê li ser sînor bazgeh û xalên xwe danîne ku zêdetir gumrikê bistînin.”

 

https://rojevakurd.com/pkk-li-basure-kurdistane-bace-ji-xelke-distine/?fbclid=IwAR3x8GJEQwL6FF3xPB2Vl9NuHfElS2TVPilzIa3iT1iyQXetQDomoTCl_j0

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev