Li Afrîkaya Navîn Semînerek

Li Afrîkaya Navîn Semînerek

Welat Agirî

 

Bo semînereke telîm û perwerdehiyê heftek û çend roj bû em li Bangiyê bûn. Ez dibêm, niha hûn difikirin ka Bangî li ku ye, girêdayê kîjan herêmê ye. Bangî ne gund, navçe an jî şehrekî Kurdistanê ye. Bangî payitextê Komara Afrîkaya Navîn e. Dibe ku gelek kesan Komara Afrîka Navîn jî nebihîstibin. Ji aliyê erdnîgariyê ve, berfirehiya Afîkaya Navîn hema hema wek Kurdistanê ye. Erê welat welatekî ewqas mezin e, lê tu were binêre, nifûs tevda çar mîlîon û nîv e.

Semîner ji aliyê şîrketeke firansî dihat organîzekirin, axêver yek bi yek derdiketin sehnê, dest bi axaftin û gotarên xwe dikirin. Piraniya guhdar û qisekeran ji Bangî û devûdora wê bûn. Zimanê semînerê bi firansî bû, ku firansî zimanê dewleta wan e jî. Li Afrîkaya Navîn, qûlekê Xwedê tune, ku bi frensî nizanîbe.

Heya sala 1885a zimanekî wan hebû, ew jî Sango bû. Di wê roja me de jî Sango heye û ji aliyê welatiyan tê axaftin, lêbelê kovar û pirtûkên bi sangoyî tune ne û di hêla xeberdanê de jî, sango xwe naghîne asta firansiyê, yanî firansiya wan ji sangoya wan xurttir e.

Fransa di sala 1885an de dest bi zeftkirina Afrîkaya Navîn dike û heya sala 1960î jî talana xwe didomîne. Li gor hesabê me yê matematîkê welatiyên Komara Afrîkî heftê û pênc sala di bin kontrola fransiziyan de mane. Ger hûn ji min bipirsin, ka di nav van heftê û pênc salan de, Firansayê çi daye wî welatî ? Ez ê bêjim ziman. Erê zimanekî firansî ê bêqisûr ji afrîkiyan re hiştine û xatir ji wan xwastine.

Dema spîker ango bêjer got em ê niha ji bo axaftin û prezentesyonê Mr Peter, ku paşnavê wî nayê bîra min, dawetê sehnê bikin, camêrekî li kêleka min rûdinişt, rabû ser xwe û ber bi dîkê meşiya.

Mr Peter dest bi xeberdanê kir, lê ne bi fransî, axaftina wî bi îngilizî bû, him jî îngiliziyeke mukemel. Axaftin derbarî rê û rêbaziyên dersdayînê û birêvebirina pol ango sinifê bû. Piştî bîst û pênc deqa spasiyên xwe pêşkeşî guhdaran kir û hat li ciyê xwe rûnişt.

Di navberê de, bi silavdayînê re me nasiya xwe da hev û em ber bi dezgeha qehweyê meşiyan. Min go:

”Mr Peter axaftina te gelekî baş bû, ev jî nîşanî me dike, ku tu di karê xwe de pispor î”. Bişirî, spas kir û got:

“Ev bîst û pênc sal in, ez di nav vê civata perwerdehiyê de me, ne hindik e, ne wisa?”

”Tu xelkê vê derê yî ?”

”Na na şikir ji Xwedê re, ez ne ji vira me”. Pey re domand:

“Yanî herçiqas ez jî afrîkayî bim jî, di navbera hiş û derûniya me û miletê vê derê de ferqeke mezin heye. Ez ji Kamerûnê me, tu Kamerûnê zanî ne wilo?”

“Erê erê zanim, ez carekê li welatê we bûbûm mêvan. Tu jî bo semînerê li vê derê yî?” Dîsa bişirî:

“Na, ez miltecî me. Milteciyekî rêya xwe windakirî. Ez revî revî ji Kamerûnê derketim”, got û gulmek ji qehweya xwe vexwar. “Gelek hevalên min di girtîgehan de nin, zilmeke mezin li me dikin”.

Te jî ji ber zilmê xwe avête vira.

”Na na birastî ne min tiştek derheq vî welatî de zanibû, ne jî min dixwest îlticayê vira bikim. Ez bi qesta Nîjeryayê derketim rê, lê di rê de me rê şaş kir û a niha li vir im. De kerem ke bêje, tu kî yî, ji ku yî ?”.

”Ez jî wek te mamoste, kurd im. Derbarî kurda de malûmatên te hene gelo ?”, Serê pozê xwe guvaşt, piştî nêrîneke kûr û dûr :

”Helbet, helbet zanim, kurda gelekî baş dizanim. Hûn jî wek me bo çand û zimanê xwe di berxwedaneke bêhempa de nin”.

”Rast e, li Kamerûnê pirsgirêk çiye, kê zilmê li we dike?” Berçevka xwe derxist, bi destê rastê çavê rastê miz da:

”Hukumata nû… Heya vê hukumatê baş nebaş, zarokên me bi zimanê xwe perwerdehî didîtin û herweha zimanê wan jî hîn dibûn, lê niha dixwazin tek zimanekî li ser me ferz bikin. Ema bira bizanibin, tu car angalfon serê xwe li ber frankagona natewinîn”.

(anglafon: herêma bi îngilizî diaxive, frankafon: herêma bi firansî diaxive)

Ez bi wê bersîvê matmayî mabûm, lê min nedixwest wî camêrî, bi hest û fikrên xwe bihisînim:

Mr Peter, yanî hûn dixwazin zimanê perwerdehiyê bi ingilizî be û aliyê din jî firansizî dixwaze? Lêva xwe daxist, mirûzê xwe tirş kir:

”Na em wek frankafona bêujdan nîn in, ça jî hebe nifûsa wan ji ya me zêdetir e, em dibêjin bila di herêma anglafon de, îngilizî jî hebe, fransizî jî”.

Min êdî tiştek jê nepirsî, bi qedandina posê, navberê, me berê xwe da salona konferansê…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Welat Agirî

Zanîngeha Uludagê (Bursa) da zanîst ( science) xwand. A niha mamostetiyê dike

Qeydên dişibine hev