Valêrîyê Riza yê 14 salî endamê akademîya fûtbolê ya Barcelonayê ye

Valêrîyê Riza yê 14 salî endamê akademîya fûtbolê ya Barcelonayê ye

Êzdîyekî, ku pêşîyên wî ji eşîra Rojkî di dema xwe da ji Bîtlîsa Kurdistanê

berê xwe dane Qersa Rûsîyayê, dû ra ji dest zordestîyê û qirkirinê revîne Ermenîstanê,

li gundê Karvansereyê bi cî bûne, pey ra jî malbeta wî bar kirîye çûye Qazaxistanê

û ew li wir ji diya xwe bûye, îro bûye fûtbolîstekî di nava

gencên emirê xwe da herî binavûdeng li cihanê.  

 

«Ez bi esilê xwe va êzdî me, bi ruhê xwe va qazax im»

 

Koma fûtbolê ya bijare ya Qazaxistanê, ku gencên heta 15 salî tê da dilîzin, bû serketîya pêşbirka navnetewî ya bi navê «Fîncana pêşxistina UEFAyê», ku li Ermenîstanê hate derbazkirin. Piştî ku di destpêkê da xwedîyên pêşbirkê zora wana bir jî, lê di lîstika duduyan da bi hesabê 4:1 zora Koma Belorûsîyayê birin.

Yek ji lîstikvanên ku di koma Qazaxistanê da dilîst, fûtbolîstê Akademîya Îspanîyayê ya fûtbolê ya bi navê «Marset» Valêrîyê Riza bû.

 

Înternet-portala Qazaxistnê a bi navê Sports.kz bi vî ewledê gelê me ra hevpeyvînek kirîye. Em kurtîya wê hevpeyvînê li jêr raberî we dikin:

 

Federasyona Fûtbolê a Qazaxistanê çawa pê hesiya, ku fûtbolîstekî wek te serxwe û zîrek heye, ku te teglîf kirin di nava Koma Qazaxitanê a bijare da bilîzî?

 

-Min berê di Koma SDYUŞOR-2 an da dilîst, ku niha navê wê «Jas Kuran» e. Rêberê Koma Qazaxistanê ya U-15 Aleksandr Kuznesov herdem gencên jîr û zîrek digere û rojekê jî gazî min kirin bona tevî hilbijartina fûtbolîstên jêhatî bibim. Û wê rojê komîsyoneke taybet ez hibijartim.

— Weke ku em zanin, tu di akademîya «Marset»ê ya Barcelonayê da werzanidinan dikî. Tu çawa ketî wira û çiqas wext e tu li wir î?

— Pêşî ez çûme wira bo kûrsên havînê yên întensîv, paşê du caran ez teglîf kirim ku ez li Almanîyayê û Îtalîyayê bilîzim û pêşnîyar kirin heyamekê li wir bim. Ez êdî sal û nîveke li wir im.

 

— Kesên ku wek te di «Марсет»ê da werzandinan dikin, dû ra çi dikin?

— Dû ra dibin fûtbolîstên «Barcelonayê», «Espanyolê», «Gironê». Gelek kes akademiyayê xilaz dikin, lê kêm kes dikevine komên fûtbolê yên binavûdeng li îspanîyayê.
Heta niha bextê min lêxistîye, xuya ye axirîya min wê xêr be!

Kê ku bixweze bi zimanê rûsî tevaya hevpeyvîna bi Valerîyê Riza ra bixûne, lnka hevpeyvînê li jêr e.

https://www.sports.kz/news/po-natsionalnosti-ezid-v-dushe-kazah-14-letniy-talant-akademii-barselonyi-debyutiroval-za-sbornuyu-kazahstana?fbclid=IwAR2llo-hP4jF2R7X4PIhhM_0DYYZTdt78D2XDQn-FVUB8UK7Af5c6vKIysI

 

Riataza

 

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev