“Safîkirina” pirsa Kurdan berî serhildana Dersimê

“Safîkirina” pirsa Kurdan berî serhildana Dersimê

Xwendevanên delal, em ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” beşek ji berhema zanyarî ya kurdzanê mezin, profêsor M.Hasratyan ya ”Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da” raberî we dikin. Beş ha tê binavkirinê: ”Safîkirina” pirsa Kurdan berî serhildana Dersimê”. 

Ev berhema profêsor M.Hasratyan ji alîyê Têmûrê Xelîl da ji rûsî hatîye wergerandin û Înstîtûya Kurdî a li Brûksêlê sala 1994an bi amadekarîya seroka wê a berê Perwîna Ekrem Cemîl paşa hatîye çapkirin. 

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me – 185

 

Hukûmeta Tirkiyê, ku serhildana Araratê hincirandibû,dîsa ferzendên usa pêk dianîn ku bi bîr û baweriyawê diviya pêşiya şerkariya Kurdan bigirta. Bona wêyekê, wê dest pê kir mecal bi kar bîne ji bo mihacirkirinaKurdan ber bi Anatolya Navbendî û Roavayêku tê da ew diviyan di nava bineciyên Tirkan dabihelin. Ew yek dû serhildana 1925 jî bû. Wek Lucien Rambut dinivîse, bona wê armancê di destpêkagulana 1932 da zagon hat qebûl kirin ku li Tirkiyê4 navçe bên saz kirin (32). Ji wan 3 li Kurdistanêbûn û yek ji wan “bona pakkirina rewşa sihhî, maddî, çandî, siyasî û strtatêjîk bû, usa jî bona wêarmancê bû ku qayde-qanûnan biparêzin” û ew navça gotî bi temamî bihata cihê kirin û bibûya navça qedexekirî.

 

Her du paragrafên pêşîn destûr dida dîwana Tirkiyêku bi mecalên zordayînê, admînîstratîf-polîsî yekîtiyêneşîran ji hev bikin, pîre-pîre bikin û mafan jidestên serekeşîran û şêxan hildin. Anegorî paragraf 3, temamiya hebûna eşîran dikete bin qolê dewletêû dibû arzîtiya wê. Di paragraf 4 da dihat dîtin kuewê erdê ji destê Kurdan hildayî bidin wan Tirkên multecî, yên ku ji welatên Balkanan hatibûn.

 

Bi vî awayî, dîwana Tirkiyê di hêlekê da dixwestku bingeha heyeta eşîran a aborî ji binî va rake, lêji hêlekê din jî “kesên tirk ên emîn” ku bi baweriya wan diviyan pêşiya şerkariya Kurdan a nuh liwilayetên rohilatê bigrin “bîne li wira cîwar bike”.

 

Paragraf 5 destûr dida serokatiya Tirkiyê ku herbajarvanek, tevî neferên mala wî, sirgûn bike, egerşikberî li ser heye ku ew casûsiyê dike. Di paragraf6 û 7 da dihat dîtin ku mecalên usa qebûl bikin ku Kurd zimanê xwe yê dê ji bîr bikin, ku ew linavça mihaciriyê nikaribin xebata bi dilê xwe peydabikin.

 

Û li dawiyê, paragraf 8 biiyar kiribû ku li navçeyênmihaciriyê jimara Kurdan diviya ji %10 ji bineciyêntirk zêdetir nîn bin.

 

Weşandina wê projê tevhevbûneke nuh li Kurdistanêpêş da anî, xwezma li Dersîmê. Kurdan dest pê kirli ser navê Mustafa Kemal name-erze binivîsin û jêhêvî dikir ku qebûlkirina wê zagonê bidin sekinandin.Lê ew hemû hêvîkirin bê bersîv man (128, r. 128).

 

Di nîveka sala 1932 da, waliyê Elazîzê Deli Fahri,ku talîmên eskeriyê li wargên jiyînê yên giring bihêztir kiribûn, de’w kir ku bineciyên Dersîmê çekanteslîm bikin, lê desteyên pêşmergan yên eşîra Koçgirî dev ji berxwedayînê berdin û teslîmî eskerênTirkiyê bikin. Eger usa nekin, wî da zanîn, ewêtemamiya bineciyên Dersîmê bîne ber mîratê.

 

Deli Fahri, ku planên xwe di nava jiyanê da pêkdianîn, li bajarên Çemişkezek, Xozat û Melezgirê,ku tê da serekeşîran gazî bal xwe kir, gefxwarinênxwe ji wan ra gotin, qesidî. Lê ew gefxwarin negihîştin tu mefayî, lê hela bi ser da ew bûn sebebê hêzbûna tevrabûnên li Dersîmê. Wê demê, Seyid Riza têlêgram şandin Ankarê û tê da temamiya bersîvdariya rewşa hişk li wê navçê davêt serkarên walî Deli Fahri (126, r. 242). Rewşa li Dersîmê berxweketina dîwana Ankarê ya mezin pêş da anî. Loma jî dawiya îlon-destpêka oktobr 1932, serekwezîrIsmet Paşa li wilayetên bakur- rohilatê geriya (36,r. 61-62). Ew çû Elazîzê û li wê derê tevî mirovênbi nav û deng û Deli Fahri, Ibrahîm Talî Beg, qumandarê eskerên Elazîzê Huseyn Husnî peyivî ûnerazîbûn û hevraneqayilbûnên girêdayî wan mecalan,ku gotî bên qebûl kirin ji bo “mulayimkirina”Kurdan, xuliqîn. Ismet Paşa de’w ji wan kir kumecalan bidin xurt kirin bona pêkanîna siyaseta hukûmetê.

 

Walî Deli Fahri wek berê li ser wê baweriyê bû kupirsa Kurdan divê bi şerr bê hel kirin. Wî desteya ji 120 mirovên suwarî teşkîl kir û berê wan da berbi eşîra Yûsufan, ferman da ku serekeşîr KemberAxa bigrin. Lê hêzên çekdar ên eşîra Yûsufan bêytu gullekirin wê desta suwarî dîl girt. NeserketinaTirkan gihand wê yekê ku walî dîn û har bû û îlankir ku ewê bixwe Kember Axa bigre û gulle bike,yan na ewê sax venegere. Bona wê armancê, ew bialaya eskerên hukûmetê va hate Melezgirê. Liwargê jiyînê yê Paksuyu (bakurê Nazimiyê) DeliFahri kete nava dorgirtina eşîra Yûsufan ku xwe bitebiyên şervaniyê girtibû. Wî li ber Kember Axa ûYûfus Axa pêşniyar kir ku “aşîtiyê” girêdin. Lêserokên Kurdan ji Deli Fahri ra got ku ew çekêxwe teslîm bike. Paşê Deli Fahri giran nexweş ketû alayê mecbûr bû vegere Melezgirê. Deli Fahrihema li wira jî çû ser heqiya xwe, ji dest wê yekêku xwîn li ser mejiyê wî dilop kiribû (126, r. 244).

 

Ha jiyana celladekî gelê kurd ê herî hov bi vîawayî “gever” bû.

 

Hurmeta Ibrahîm Talî Beg di nava hukûmetê daket, ji ber ku wî nikaribû anegorî plana vekirî yaDersîmê bike bin qolê xwe, û wî ji qulixa mufettişêwilayetên rohilatê hate derxistin û gazî wî liAnkarê kir. Waliyê Sîvasê Wehbî Beg dewsa wîgirt … Li ser riya Diyarbekirê ew li gundê Helwenkê(wilayeta Elazîzê) qesidî û li wira rastî mihacirênku ji Yûnanistanê hatibûn hat. Ji ber ku wî zanibûku li wî gundî dijî Mehmet Nûrî Dersîmî bûn,ewha gote mihaciran : “Nûrî dijminê Tirkan e, mehûn anîne vî welatî ku hûn berî mirovên wek wî biqeziya bidin. Tu tiştekî tomerî di navbera mirovênusa û welatê me da tu neye. Ev axa me ye. Ezhela ji Sîvasê wî neyarî dizanim û gelek li ber xwedikevim ku ew hetanî nuha sax e” (126, r. 245). Ewagahdariya Wehbî Beg a şerletanî li temamiyaDersîmiyan belav bû û di nava Kurdan da bi hêrsketinhat qebûl kirin. Loma jî dîwana Tirkiyê turuş nedikir ku ji heq-hesabê wî welatparêzê kurd ê ku livira di bin bandûra polîs da dijît bê der. Lê wî nedida zanîn ku wan di hindava serekeşîrên Kurdanên bi nav û deng da siyaseta xwe ya durûtiyê terk dane.

 

Di sala 1932 da, Selaheddîn (kurê Şêx Seîd) ji Iraqêvegeriya Tirkiyê. Soz dabûne wî ku wî efû bikin,bibexşînin. Lê mehkema wî li Erzurumê kir. Di sala1933 da, dîwana Tirkiyê li rex Diyarbekirê dijî ŞêxFexrî opêrasyonek teşkîl kir. Di sala 1934 da,mehkema Tirkiyê ji bo çend serokên Kurdan gunehêgullekirinê derxist, lê ji bo yên mayîn biryaragirtina heta-hetayê derxist (100, r. 294-295).

 

Komên Tirkiyê yên serokatîkir, bilî mecalên hovyên bona hincirandina şerkariya Kurdan a millîazadariyê,siyaseta xwe ku li wan navçên ku tê daberê Ermenî û Kurd diman Tirkan cîwar bike berdewam dikir.

 

Di 9 hezîran 1934 da, meclîsê zagona (hejmar 2502)di derheqa wê yekê da ku li wilayetên Qers, Bazîd,Erzurûm û Çerûxê mihacir û milteciyan cîwar bikinû perçeyên xweliyê bidin wan qebûl kir. Di navazagonê da dihat gotin ku ew xwelî û avayî-xaniyênku di bin destê xelkên Rûsyayê da bûn, yên Qers, Bazîd, îdir û Tuzlucê (Qulp), pey çûyîna wan ketinbin bandûra dewletê. Erd û milkên qezayê Oltê(wilayeta Erzurûmê), Ertvîn, Şeşat û Borçayê (wilayetaÇorûx) û navça Kemal Paşa jî ketin bin destêdewletê. Ew erd û çêkirin, ku di bin destê dewletêda bûn, wan dikaribû di nava multeciyan û wanmirovên wan wargan da, yên ku bê xwelî bûn an jîxweliya wan hindik bû (mlqal 1, 2) (35, dîwan 15, r.1122-1123) par vekin. Bi me va, ne diyar e ku ewzagon çawa hate mîaser kirin, çiqas multecî li wannavçan hatin cîwar kirin û çiqas binecî xwelî stend. Anegorî hinek salixan, ji sala 1923 hetanî sala 1934, 630.000 meriv ku pareke mezin ji wan li wilayetênrohilatê hatin cîwar kirin mihacirî Tirkiyê bûn (116,r. 321-322). Lê tiştek xuya ye. Ew mecal dihatinpêk anîn, ne ewqas bona xemxuriya di hindavagundiyên Tirkiyê yên bê xwelî da, lê bona daxwaziyawan komên Tirkiyê yên serokatîkir ku bi kîsêzorlêkirin û derxistina Ermeniyan û Kurdan li wanderan Tirkan cîwar bikin. Di derheqa wê yekê da,zagona di derheqa mihacririyê da (2510) ku di 13hezîran 1934 da ji aliyê meclisê hat qebûl kirin jî şehadet dida. Ew zagon bi formalî tenê ji bomihacirên tirk bû, lê bi rastî ew dijî gelên biçûkbû, xwezma dijî Kurdan bû. Anegorî wê zagonê,Tirkiye li ser 3 navçan hat belav kirin – par vekirin. Di nava navça pêşîn da ew qezayên ku tê dabineciyên usa dihatin cîwar kirin ku çanda wan xûtbi tirkî ye; ya duduyan tê da dihat dîtin ku bonawan mihacirên ku hewcê wê yekê ne, wekî “çandatirkî dest bînin û tê da kûr bin”; navça sisiyan jîew navça ku ji ruyê rewşa aborî, saxî, çandî, siyasîû eskerî, lê usa jî bona parastina qayde-qanûnan,divê ji bineciyan bên vala kirin û li wira divêmihacir jî neyên cîwar kirin” (35, r. 15). Li wênavçê, piraniya bineciyan Kurd bûn û fehmdariyaku gilî xût di derheqa Kurdan da bû, ku gotî wanbi temamî ji cî bişihitînin û raqetînin.

 

Destûr û maf dabûn Şêwra Wezîran ku bineciyên jinavça sisiyan, yên rêncber û koçer cîguhastî navçeyênmayîn bikin “bona qewlên wan ên jiyînê Û saxiyê”bêtir bên pak kirin. Destûra wezîrê karên hundirdikaribû wan kesan ji navçeyên ser sînor, “yên kudi nava casûsiyê da tên gunehkar kirin” raqetîne,usa jî dikare wan “kesên biyanî ku fêrî çanda tirkîbûne” ji welêt derxe (35, dîwan 15, r. 1157, 1158).

 

Miqala zagonî ya lOmîn ku bi temamî di derheqaKurdan da bû ewha dibêje :

 

  1. a) Zagon mafên eşîran wek bajarvan nas nake,eger ew maf bi dadgehê jî dane endamekî eşîrê,hemû wekîldarî-extiyariyên serok, axa, beg an jîşêxê eşîrê tên hildan û li bendî tiştekî nayênhesab kirin, eger ew bi dokumentan hatin isbatkirin, an jî li ser urf-adetan tên hîm kirin.

 

  1. b) temamiya hebûn û milkê eşîrê, eger ew berîweşandina zagonê li ser bingeha dokumentekê an jîaktên mayîn hesab dibûn arzîtiya eşîrê, an jî ewmaf serok, beg, axa an jî şêx daye wî endamêeşîrê, pûç tên hesab kirin û dikevin bin destêdewletê. Anegorî wê zagonê û prensîpên dewletê,ew hebûn di nava multeciyan da tê par ve kirin.

 

  1. c) Wezîrê karên hundirî li ser esasê biryara hukûmetêserok, beg, axa û şêx extiyarî distendin, usa jînefei’ên mala wan ji cî raqetandin û li navçeyênanegor cîwar bikin, eger mayîna wan kesan li wannavçeyên ser sînor qeziyê pêş da bîne (35, dîwan15, r. 1158-1159).

 

Hukûmeta Tirkiyê, ku dicedand ku serdestiyênserekeşîrên Kurdan bide hilanîn, ne dixwest ku dereca xebatkarên Kurdan a aborî û çandî bê bilindkirin, wan ji destdirêjiyên derebeg û milkdaranxelas bike, an jî pirsa milkê erd safî bike bonakara gel. Ew dicedand ku bineciyên kurd bizêrîne ûdi nava xwe da bihelîne.

 

Di nava miqala zagonê ya llmîn da dihat gotin :

 

  1. a) ji bo wan mirovên ku zimanê tirkî ne zimanê dêbû, qedexe bû ku gundên nuh çêkin, an jî li mehelekecihê bijîn, rêxistinên gundiyan û karkeran çêkin …
  2. b) jimara wan mihacirên kurd, ku îzn dane wan kuli bajarên biçûk bijîn, divê 10% bêtir ji bineciyênbingehî derbas nebe. Destûra merivên ji cî-warênxwe raqetandî tu nebû ku mehelên nuh jî çêkin (35, dîwan 15, r. 1159).Hukûmetê bona armanca zêdekirina bineciyên tirkli navçeyên Kurdan qedexe dikir ku ew multeciyênku ji Yûnanistanê hatine di nava deh salan da jiwan cî û deran derkevin. “Multecî, … koçer, – dinava miqal 29 da dihate nîşan dan -, usa jî ewkesên ku hukûmetê li navça pêşîn cîwar kirine,divê ji 10 salan ne kêmtir li navçeyên xwe bijîn.Ew nikarin herin navçeke mayîn bijîn hetanî wêçaxa ku destûra wezareta karên hundirî bistînin …” (35, dîwan 15, r. 1165).

 

Lê Kurdan nikaribû dû 10 salan ra jî ji navçeyên kubona wan cihê kirine derkevin, hetanî ku destûrahukûmetê tu nebe. Gelên biçûk ên mayîn jî di wêrojê da bûn.

 

Bona di nava jiyanê da wê zagonê pêk bîne, hukûmetêkomîsyoneke ku wezîrên karên derve, parastina millî, aborî, usa jî çend wezîrên mayîn diketin navwê çê kir. Komîsyona hukûmetê di destê xwe da dest bi qedandina biryara meclisê kir û berî hertiş tî Kurd bi kitle raqetandin.

 

Tevî wê yekê, komên Tirkiyê yên serokatîkir biweşandina zagona di derheqa cîşihitandin- raqetandinêda dicedand ku tûjbûna pirsa hebûna erd bidin s is tkirin – mulayim kirin, ew jî bi kîsê Kurdan.

 

Anegorî salixên Tirkiyê yên resmî, di hezîrana 1938da, 89.000 mal weke 300.000 hêktar xwelî, ku jidestê fêodalên raqetandî hildabûn, stendin (57, r.402). Ji sed hezaran gundiyên Tirkiyê yên bê xwelîû kêmxwelî, tenê 48.411 meriv gelek hindik xwelî -bi hesabê navîn her malek 3 hêktar – stendin (101,r. 126). Tiştek xuya ye. Mecalên vî awayî nikaribûnproblêma xweliyê li welêt safî bikin. Wan ew yekjî ne dixwest.

 

Hukûmeta Tirkiyê, ku dicedand pirsa Kurdan “safîbike”, wek berê dixwest piştgiriya cîranên xwe yênrohilatê bistîne.

 

Di havîna sala 1934 da, Şahê Iranê hat Tirkiyê. Herdu hukûmet ya xwe kir yek û biiyar kir ku tixûbênxwe dadin, bona ku nehêlin Kurdên ku li ser erdêTirkiye û Iranê dijîn birevin îraq û Sûriyê.

 

Dîwana Tirkiyê, ku zagona di derheqa sirgûnkirinêda diqedand (No 2510), ferman dan bineciyên çendnavçeyên Kurdan, xwezma yên Botanê, ku hazir binbona sirgûniyê. Lê piraniya Kurdan, ku ne dixwestji cî-wargên xwe derkevin, reviyan çiya. Li ser vêyekê dest bi zordariyan bû. Di tebaxa 1934 da,balafiran ew navça ku Kurdan xwe tê da veşartibûda ber bomban. Bi gotina nûçevanên welatên derve,wê demê dîwana Tirkiyê li Xarpûtê gelek Kurd darda kirin.

 

Rojnama “El-Kebas”, ku li Demişqê ronayî didît, di19 tebax 1934 da nivîsî : “Li Kurdistanê ne kuserhildan e, wek hinek rojname nîşan didin, lêberxwedayîna Kurdan di hindava dîwana Tirkiyê daku dixwaze wan ji axa wan ber bi roavayê raqetîneye” (170, r. 24). Ji ruyê hişkbûna pirsa Kurdan, serekwezîr Ismet Paşa Inönü careke din jî çûwilayetên welêt ên bakur-rohilatê. Di nava du hefteyan da, ew li Diyarbekir, Mêrdîn, Siirt, Bitlîs,Wan, Mûş, Bilanix û Melezgirê qesidî (36, r. 63-64) û li wan deran di derheqa siyaseta hukûmetê ya dihindava pirsa Kurdan da çend serokên cî pê dahesandin. Ewê ku li ber mihaciran li Diyarbekirêpeyivî û dicedand ku bi awakî li ber dilê wan bê, ewha pirs kir : “Şikir ji Xwedê ra, hûn êdî hînî zimanê tirkî bûne ?”. Li ser vê yekê, xortekî tûregot : “Na lo, ez benî, ew êdî hîn bûne bi kurdîbipeyivin”. Wê demê Ismet Inönii got : “Lawê min,ew jî baş e ku meriv çend zimanan bizanibe” (145, r. 141). Ev hemû şehadet dide ku programa hukûmetêya helandinê û daxwaziya wê ku struktura teşkîlamillî li Kurdistana Tirkiyê biguhêze, ne gihîştine tu mefayî.

 

Di 18 november 1935 da, Meclisê zagon No 2848 diderheqa guhartinên çend miqalên zagona di derheqasirgûnkirinê, ya ku navçeyên sirgûnkirina Kurdandida biryar kirin, da qebûl kir (35, dîwan 17, r.28-30). Tevî wê yekê, hukûmeta Tirkiyê dest pê kirmecalên cezakirinê li wilayetên rohilatê bide xurtkirin. Mufettişê sereke, general Abdullah Alpdogan, ku dewsa Ibrahîm Talî Beg girtibû, êdî xwediyêmefayên pir bû.

 

Girêdayî wê yekê, di cî de ye ku em perçeke miqala “Tirkiye û pirsa Kurdan” ku di rojnama fransî “Temps”, No 18, ya sala 1937 da çap bûye bînin :

 

“Helandina eşîrên Kurdan hela tam pêk ne hatiye,ji ber ku ew problêm bi wê yekê va sext e ku gilîdi derheqa gelek kesan da ye … Weke du salanpêş da, hukûmeta Tirkiyê li welêt rejîma xusûsî,ku pê ra temamiya hukumdariyê kete destê AbdullahAlpdogan ku pirsdanîna wî ya sereke ew bû ku bihemû ferzendan va wê navçê bide seqirandin -mulayim kirin, da damezrandin. Ji wê demê da, diweşanê da tu agahdarî ne hat weşandin. Şik tuneku mecalên qebûlkirî ne yên elaxêriyê bûn û bineciyanew bi dilekî xemgîn qebûl kirin”.

 

“Çawa jî hebûya – xwediyê miqalê di dawiyê danîşan dide -, ra s t e, ew ferzendên mulaymkirinê,ku di salên 1934-1935 da ji aliyê general Alpdogan dihatin mîaser kirin, di hêlekê da kar dida gel, dihêlekê da jî dijderketî dar da dikirin, bona çavêxelkê Elazîzê yê nesitirî bide tirsandin, û ew yekhinek mefa dan, lê ew ne kardar bûn û di navademeke kurt da temirîn” (260, 1.8.1937).

 

Siyaseta hukûmetê ya rêaksyonêr hişkbûna li Kurdistanêda gumreh kirin. Hela bi ser da, hemû karêndîwana Tirkiyê şehadeta wê yekê dida ku ew dicedîninserhildana Kurdan a nuh pêş da bînin, bona bikaribinheta-hetayê pirsa Kurdan li welêt bidin hildan.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev