SEYRANGEHA EVRESYAB Û ŞERÊ ROSTEM -1

SEYRANGEHA EVRESYAB Û ŞERÊ ROSTEM -1

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedşêstûşeşan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Îro emê beşa pêşin a berhema bi sernavê ”SEYRANGEHA EVRESYAB Û ŞERÊ ROSTEM” raberî we bikin. Heftêya bê emê beşa duduyan çap bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji zargotina me – 185

 

Carekê caran reme dê û bavê guhdaran.

Padşa dîwan danî,

Rostem gazî kir dîwanê,

Meydana meyêda sermest bûn,

Rostem berê xwe zivirand Gêvo,

Go: -Em vê kêfa han herin

Nav seyrangeha Evresyab bikin.

Gêvo go: -ya Serbilindê Îranê,

Welleh xweş gotine,

Belê me kema seyrangeha Evresyab tunîne.

Berê xwe zivirand Tûs,

Tûs jî wa caba Rostem da:

Ma heta roja paştir (paşin),

Sivê Rostem rabû,

Go: -Gêvo, ew çi gotin bûn, min dîwanêda got ?

Gêvo go: -Nîvyan bihîstîye,

Nîvyan nebihîstîye, bila derbazbe, here.

Ma roja paştir, heta êvarê,

Êvarê dîsa meyê danîn,

Meyêda dîsa Rostem sermestbû,

Go: -Sed car bi anîya min,

Emê vê keyfê (kêfê) nav seyrangeha Evresyabda bikin.

Katiban gazî kirin, kaxez nivîsîn,

Serê sayan dan girêdan,

Hindî kêra wan birî,

Eskerê xwe dane civandin,

Eskerê xwe dane samê (jimartinê):

Bû heft lag –

Her lagek sed hezar.

Çekma zêrîn kişandin lingê Tûs,

Alagêwanan dane ser milê Tûs,

Tûs ber (pêşya) eskerê xwe ket,

Gêvo kete dûmayê,

Xêbeta jengarî heft tebeqkî êxistin,

Berê xêbetê dane seyrangeha Evresyab.

Xêbeta jengarî heft tebeqkî anîn (înan)

Nav seyrangeha Evresyab lêdan.

Çend rojek di wê navê çon.

Em herine ser qiseta Evresyab.

Evresyab rojekê dîwanêda rûniştî,

Berê xwe da Hinan,

Go: -Hinano, kêfa sehrangehê li min da,

Emê çenê rojek biçin seyrangehêda.

Gazî ken (kin) qorixçî bê, biçin nêzîk,

Heker sehrangeh xweş bûyî,

Emê biçin çend rojek lê danin.

Gazîkirin qorixçî înandin, got:

-Qorixçî, here seyrangehê bibîne,

Heker sehrangeh xweş bûyî,

Emê biçine sehrangehê.

Qorixçî go: -“Ezê wekî gelîda biçim,

Wesyetan neşêm ji padşayê xwera bikim,

Ezê serê çiyanra biçim –

Ku wesyetê bo padşayê xwe bidim”.

Ço serê çiyayêd bilind,

Dûrbîn danî qet weselêd (par) dûrbînêda hingaftin,

Devê dûrbînê êxiste serê seyrangehê,

Kevî (şepe) ziravbûne, şivitî destan lê hatine,

Rêfê gakûvîyan ber kevyan dileyîzin,

Sosin, beybûn ser binkê xweda xarbûne:

Bêhna cinetê jê tê.

Devê dûrbînê êxiste nîveka seyrangehê,

Xêbetek jengarî heft tebeqkî nîveka seyrangehê vedaye,

Goveka xêbetê çoye çerx û felekê:

Hespek ber derê xêbetê girêdane,

Çuhê hespê ber ewranra-

Rimik ber derê xêbetê daçikandine.

Serê rimê çoye çerx û felekê.

Binî jî çoye ser pişta gamasî.

Devê dûrbînê êxiste nîveka xêbetê:

Pelewanek bin xêbetê razaye,

Qelemê rihan ser singê (sîngê) wîda hatîye xar,

Şîrekî mîna kêranekî nîveka meclisê dahêlaye.

Banê xêbeta jengarî ber hulma fêriz pelewanan radibe – rûdinê.

Devê dûrbînê êxiste rex seyrangehê alîyê dî,

Hind qeder heywanet, cenawir kuştine,

Ji bêhna genî mirov neşêt nav bigerît.

Dûrbîna xwe êxiste di qabêda:

Serê Rexşê xwe girt,

Jorda serkêş kir, hate xar,

Ço eteka padşê xwe

Padşa sê car kire gazî:

-Qorixçî, qorixçî, qorixçî ?

Cab nedayê.

Go: -Gazîkin celatan,

Bila serê vî seybisanî lêdin,

Têr xarîye, êdî xwe nagire

Cava min bide.

Qorixçî got: -Padşayê min xweşbe,

Heta niha jîyîna min û kulfeta min

Ser dîtina wî seyrangehî bû.

Padşê go: -Rabin heqkê vî sebabî,

Yê salewextê bidinê.

Metalek tijî zêr kirin, dane qorixçî,

Go: -De wesyetê seyrangehê li min bide,

Ka çi qewimîye?

Qorixçî destpêkir wesyetêd seyrangehê bo padşê xwe go:

-Padşa saxbe,

Roja te erede kir, ku ez biçim seyrangehê,

Binhêrim ka xweş bûye, an ne,

Wekî tu bi mazin girê – girê xwera herine seyrangehê,

Min go, ezê wekî gêlîda biçim,

Wesyeta neşêm ji padşê xwera bînim,

Ezê ber çiyanra biçim,

Ku wesyeta ji padşê xwera bînim.

Ez benî, ez çome serêd çiyaêd bilind,

Dûrbînê min danî, qet weselêd dûrbînêda min hingaftin,

Devê dûrbînê min êxiste seyrangehê,

Min dî – kevî zirav bûyî:

Şivtî destan lêhatine,

Refê gakûvîyan ber kevyan dileyîzin,

Sosin, beybûn, ser bingê xweda xar bûne,

Bêhna cinetê jê dihatin.

Devê dûrbînê min êxiste nîveka seyrangehê –

Min dî xêbetek jengarî heft tebeqkî

Nîveka seyrangehê danîne,

Goveka xêbetê çoye çerx û felekê :

Hespek ber derê xêbetê girêdane,

Guhê hespê ber ewranra,

Rimik ber derê xêbetê daçikandine,

Serê rimê çoye çerx û felekê,

Binî jî çoye ser pişta gamasî.

Derê dûrbînê êxistme nîveka xêbetê;

Pelewanek bin xêbetê razaye,

Qelemê rihan ser sîngê wîda hatîye xar,

Şûrekî mînanî kêranekî nîveka meclîsê dahêlaye,

Banê xêbeta jengarî ber hulma fêriz – pelewanan radibe – rûdinî.

Devê dûrbînê min êxiste rex seyrangehê alîyê dî:

Hind qeder heywanet, cenawir kuştine,

Ji bêhna genî mirov neşêt nav bigerît.

Dûrbîna xwe min êxiste qavêda:

Serê Rexşê xwe min girt,

Ez hatime xar.

Min serkêş kir Rexşê xwe,

Birim, girêdame tewlexanê,

Ez hatime eteka padşê xwe,

Min edeb kir, min hinar nebû

Ku ez beyankim, yê min dîtî.

Padşa berê xwe da Hinan,

Go: -Hinan, ew kîye, ji xwe zêde,

Wekî hatîye nav seyrangeha min danîye?

Hinan go: -Padşayê min xweşbe,

Yek dibêjin Rostem, Serbilindê Îranê,

Meyî danîye, meyêda sermest bûye,

Çend rojekê di meye berdet,

Wê şerm bike, bizivire here.

Berê xwe zivirand Pîran.

Padşa go: -Pîrano, be tu çi dibêjî ?

Pîran go: -Padşayê min xweşbe,

Teybîra min bibîne,

Ezê biçime Çîn û Maçînê,

Bo te esker bînim.

Roja keysê (eynî) te neyara bê, –

Her îroye.

Go: -Pîrano, wekî tu wê qencîyê minra bikî,

Qencîyê te – her qencî sed hezar,

Ezê kewlahê zêran daynim serê te,

Cih û memleketan te baxşîşkim.

Go: -Padşayê min xweşbe,

Min hewcê tu teglîfan nîne,

Tu rabe teybîra min bibîne.

Xurcek tijî zêr û dur û cewahir kirin,

Pîran hespê xwe siyar bû,

Xurcik avête pişta xwe,

Qesta Çîn û Maçînê kir.

Ço eteka Kaqkayê Çînê patek avêt.

Çihê rûniştinê teglîf kirin, rûnişt.

Go: -Pîrano, xwedê xêrke,

Çi qewimîye – tu der minda hatî?

Go: -Padşayê min xweşbe,

Evresyabê Cebafîş ketiye tengayê,

Îndadek giran ji te xwestîye.

Kaqkayê Çînê go:

-Eva sed sale, we çawa derbaz kirîye,

Herin dîsa wa derbazkin,

Çi li min qewimîye, wekî ez xwe tevî we bikim?

Ma heta mehlê razanê.

Kamûsê Keşanî Pîran da dû xwe:

Pîran bire mala xwe,

Pîran li wir tijî lengarek zêr kir,

Dur – cewahir danî ser:

Pêşkêşî Kamûsê Keşanî kir.

Heft lengarî zêr kir –

Herekê durek – cewahir ser, pêşkêşî wan kir,

Her heft wezîran xeberê xwe kire yek,

Go: -Tu êvarê were dîwanê,

Emê pêsîra padşê bigirin,

Emê bînine ser rê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev