BERSIVA PIRSA LI SER “xwişkebiratî”YÊ

BERSIVA PIRSA LI SER “xwişkebiratî”YÊ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Biraderê me Demir Zeynelabidîn pirsek li ser navê pirtûkeka min a ji çîrokên folklorî kiriye. Navê pirtûkê ”Xwişkebiratiya Teyr û Rovî” ye.

Demir Zeynelabidin bi nezaket weha nivîsiye:
-Seyda, gelo di navbera “xwişkebiratî” û “xwişkûbiratî”yê de çi cudahî hene? Gelo “E” ya di navbera “xwişk” û “bira” de, çi cure peyv e, ew jî wekî “Û”yê gîhanek e? Spas.

Min jî ev bersiv jê re daye:
-Biracan, li ser pirsa te, dikarim weha bêjim: “xwişkebiratî” peyveke dupeyvî ye, mînakên vê di kurdî de pir hene, weke ŞORBENÎSK, ŞORBEDANK û DIRÎREŞK û hwd. Lê eger bêjî “xwişkûbiratî” hingê forma xwe ya yekpeyviyê wenda dike û dibe XWIŞK û BIRAtî… Dema em bêjin ŞORBE û NÎSK, nabe navê xwerina şorbenîskê.

Demir Zeynelabidîn careke dî nivîsiye:
-Seyda, min mînakên te xwendin. Jixwe di “Şorbenîsk, Şorbedank û Dirîreşk”ê de tu herf li peyvan hevedudanî zêde nebûne. Şorbe dîsa şorbe ye, reşk jî dîsa wisa. Lê di xwişkEbiratiyê de “E”yek li peyvê zêde bûye. Pirsa min ev e: Gelo ew “E”ya li peyvan ve hatiye zeliqandin çi ye? Rêz û silav Seyda.

Piştî ku Demirî weha nivîsî, min dît ku rast gotiye û ez zêdetir li ser mînakên mîna vê peyva ”xwişkebiratî”yê rawestiyam.
Bêguman gelek mînakên wisa di nava Zimanê Kurdî de hene. Hin peyv ji van mînakan rengdêr in û hinek jî nav in.
Fermo bila ciwanên me tev lê binerin ku ev form jî di kurdî de heye û gelek jî hatiye bikaranîn:

Ev e çend mînakên wek peyva ”xwişkebiratî”yê:

GALEGAL: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke GAL û GALê, herdu peyv bi tîpa E ya di navberê de bûye peyvek.

GEWREŞÊR: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke GEWR û ŞÊR, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyveke rengdêr û wateyekê dide.

GONEVÊN: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke GON û VÊN/vîn. Bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û wateyekê dide.

KAŞERÊZ: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke KAŞ û RÊZê, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û wateyeke cuda dide.

KELEPEL: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke KEL û PELê, lê bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û wateyeke cuda dide, ji hûrûmûran re tê gotin.

KELEPÎR: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke KEL û PÎRê, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û wateya malê mirî/mîrate dide.

KELEWAC: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke KEL û WACê, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û wateya êşa zêde dide.

KESKESOR: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke KESK û SORê, lê bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek.

QOZEQER: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke QOZ û QERRê, lê bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek.

KOREMAR: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke KOR û MARê, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û wateya marê kor ê jehrîdar dide.

KOZEÇÊR: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke KOZ û ÇÊReyê, lê bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û ji devera ku giya nehatiye çinîn re tê gotin, ji bo çêrandina pez dema zivistanê hatiye hiştin.

KUNEKEFTAR: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke KUN/qul û KEFTARî, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û navê qula keftêr e.

KURTEKIRAS: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke KURT û KIRASî, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û navê kirasê kurt ku jê re ”mînî etek” tê gotin e.

NÊREMOK: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke NÊR û MOKê/mê, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û ji bo wan kesan tê gotin ku zayenda xwe ne nêr e û ne jî mê ye.

QUREDER: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke QUR û DERê, lê bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û wek nifir tê gotin.

REŞEDARAN: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke REŞ û DARê, bi tîpa E ya di navbera herduyan de jî bûye peyvek û navê gundekî ye li Bakûrê Kurdistanê.

REŞEMEND: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke REŞ û MENDê, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û wateya reşbînîyê dide.

REŞEMÊR: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke REŞ û MÊRê, lê bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û ji peyayê şevê re tê gotin.

REŞEMÎ: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke REŞ û MÎyê, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û wek navekî rengdêr ji bo miya reş tê gotin.

ŞÊREJIN: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke ŞÊR û JINê, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û wek navekî rengdêr ji bo jina mêrane tê gotin.

ŞÊREMÊR: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke ŞÊR û MÊRê, lê bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û wek rengdêr ji bo peyayên çê tê gotin.

SEREQÛNÎ: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke SER û QÛNê, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û ji bo razana pir kesan ku serî li aliyekî û serê kesê li kêleka wî li ber nigên ê dî. Ji vê peyvê re SEROQÛNKÎ jî tê gotin.
(Ev razan a girtiyên di işkencexaneyan de ye)

ŞEŞEK: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke ŞEŞ û EKê, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û bûye navê rojiya şeş rojên piştî rojiya remezanê.

ŞOREXWEŞ: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke ŞOR û XWEŞê, bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û ji wî kesî re tê gotin ku axaftina wî xweş e.

XÊREBÊR: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke XÊR û BÊRê, lê bi tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û wateya zêdebûna tiştên salê dide weke dexl, zebze û meywe, dewar û pez û hwd.

XIRBEPERO: Ev peyv ji du peyvan çêbûye weke XIRBa erebî û PEROya kurdî, bûye navekî taybet ji bo gundekî li Bakûrê Kurdistanê.

ZIRTEMÊT: Ev peyv ji ZIRT û MÊRê çêbûye, tîpa E ya di navbera herduyan de bûye peyvek û ji wî kesî re tê gotin ku pir pesnê xwe dide.

 

Peyvên wisa di Zimanê Kurdî de pir hene.
Hêvîdar im ku biraderê me Demir Zeynelabidîn û ciwanên dî yên me, li ser peyvên wisa rawestin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev