Mûzîk û evîn girêdayî hev in

Mûzîk û evîn girêdayî hev in

Mîroyê Qanat, hunermend

 

“Çaxê gotin tê rawestandin, li wir hukumê mûzîkê

di çavkanîyên xwe yên bêhempa da tê xuliqandin û îfadekirin”!

T. A. Gofman

 

Berê, di felsefeya qurna navîn da, mûzîk û evîn girêdayî hev bûn û wek hev dihatin dîtin. Ji bilî wê amûrên muzîkê û hestên evîniyê bi hevkarî hevdû temam kirine. Û her wisa astrolojîya qurna navîn hemû hunermendan wek “zarokên Venûsê” û keremdarên evînê dihesibandin. Di nava hunera wênekêşên demên cuda amûrên mûzîkê rolekê girîng lîstine. Wek nimûne, di hunera wênekêşê hollandayî, Jan Vermeer da, rola amûrên mûzîkê ya sereke bû. Bi şiroveyên wan mijaran di navbera hest û ramanan û amûrên mûzîkê da têkilîyeke pîroz û romantîzmeke rasterast tê dîtin û fehmkirin.
Mûzîk efekteke fenomenal e.

Îro pêşveçûn û înternet ketîye her malekê, biçûk û mezinan dorpêç kirîye. Gelo cîhana modern çi bandor li ser civakê, rewşa jîyanê û çanda netewî bi giştî dihêle? Kar e yan zîyan e? Ka em binihêrin pirsgirêk çi ye?!

 

ÇANDA NETEWÎ Û GLOBALÎZM

 

Çanda netewî organîzmeke zindî ye, xwedî destûr û bingeha jîyana çêker e, ku bi têkildarî li ser milên hin komên civakî ye. Çanda netewî tu caran bê hêz û bê hereket namîne, her carê tê guhartin û bi rêya têkilîyên civakî berdewam dibe û dimeşe. Lê belê, çanda netewî tu caran li ser axa rêjeya nirxekê cî war nabe, ew dikare di cêrgeyên xwe da nirxên dijberî jî xweyî bike, ev yek dibe ku ji bo guhdarvan û temaşevanan wek nêrîneke paradoks xuya bike. Sedema wê jî ew e, ku çandên netewên cînar ji hev qut nabin û hertim bi hev ra têkîldar in, hinek tişt ji hev qebûl dikin û li ser hev bi bandor dibin û bi wî awayî pêşxistin û pêşveçûna cuda-cuda pêk tînin.

Hukmê çandê di pêvajoya mezinkirina zarokan da dipije. Lê bi pêşveçûna teknolojî û globalîzmê ciwanên nûjen bi sazîyên xwe yên sivîl û kulturolojîyê dibin qurbaniyên mûltîkulturalîzmê, û ji ber wê sedemê, ji çand û heta ji germahiya ruhê xwe yê netewî dûr dikevin, qut dibin û bi wî awayî dikevin nava rewşeke şaş û tevlihev.

Îro ew bûye rastîyeke civakî û ber bi çav e, êdî nayê înkarkirin. Ew despêka asîmîlasyonê ye, ji ber ku her çiqas surra tehdîtê çanda netewî dorpêç dike, ewqas encameke neyînî û bandoreke xerab li ser civakê dihêle û gelê kurd ji nasnameya neteweyî dûr dixe. Her wisa globalîzm ji hestên fikira kevneşopî, nêrîn, qanûnên riya jîyana civakî dûr dixe û dewsa wî bi alternatîfên cuda yên wek bêpîvanî û bêçandîtî dagir dike.

Bi wî awayî çanda netewî gelek elementên ji der di nava xwe de qebûl dike û bere-bere reng û tama wê jî tev tê guhartin. Wek nimûne, hûn dikarin îro stranbêjên me yên îroyîn yên Rûsyayê guhdar bikin. Yek yan du stranbêj hene, ku bêhna çanda netewî hê ji wan tê. Piştî hilweşîna Sovyetê hela govekek temam nebûye, û mixabin, êş û ecêba giran ew e, ku gelek ji wan navê Qanatê Kurdo, Hecîyê Cindî, Xelîl Mûradov, Fêrîkê Ûsib, Şekro Mihoyî û gelekên din nizanin. Nûnerên çandê deyndar e û pêwîst e herî kêm xizmeta ronakbîrên xwe yên netewî nas bike.

Balkêş e, ku bingeha civaka kurdên Sovyetê ya berê hate şikandin, ku nêzîkî sed salan e bûbû parêzgeha çand û wêjeya gelê kurd. Ne tenê çand, lê belê civak jî serûbin û tevlîhev bûye. Di wê rewşê da fikir û mîrata çandî bi gelemperî dibe qurbanê faktora aborî. Çanda bi wî rengî û awayî bê qalîte û bê ruh e. Çand bi sextekarîya rêbazî dibe amûrê tijîkirina berîkên hinek hunermend û dengbêjên nezan!

Çanda netewî tê wateya hedimandin û avakirina ruhê mirov. Rola çand û hunerê çi ye? Ew çi dikarin ji bo civakê bikin? Ewê qet tiştekê jî nikaribin bikin eger em çand û hunerê bikin rewşeke tevlihev û xeternak. Lê di rastîya xwe da çand û huner dikarin her tiştî bikin ji başkirina moralê bigire heta sererastkirina tendûristîyê. Bi gotineke din, ew dikarin mirovtî di mirovan da xweyî bike û pêş bixe. Çand divê di navbera paşeroj û pêşeroja civakê da wek pireke domdar û qewîm be.

Çanda kevneşop bîranîn e, lê bîranîn bêhn û hewaya çandê û ruhê civakê ye. Her wisa bîranîn faktoreke parastinê ye! Bê bîranîn û çanda netewî ya kevneşop civak bi hemû nexş-nîgar, dem û dezgehên xwe ve bi destê “zarokên Venûsê” yên îroyîn ve tên kuştin..!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev