Ji bo bîranîna Seyîd Abdulqadir û hevalên wî

Ji bo bîranîna Seyîd Abdulqadir û hevalên wî

Seîd VEROJ, lêkolîner

 

Serokê CTK Seyîd Abdulqadir sala 1851ê li qeza Şemzînan a Hekarîyê ji dayik bûye û kurê Şêx Ubeydullahê Nehrî ye. Di hereketa 1879ê ya Şêx Ubeydulah de, yek ji serokên hêzên çekdar bû.

 

Piştî têkçûna hereketê, sal 1881ê hatin nefîkirin ji bo Hîcazê û di destpêka sala 1890î de vegeryan Îstenbulê. Ji ber dijberîya li hemberê Abdulhemîdê II, sala 1895ê bi dizî tevlî Cemîyeta Îtîhad û Terakkî dibe. Di sala 1896ê dîsa tête nefîkirin ji bo Mekeyê û piştî îlankirina Meşrutiyeta Duyemîn dîsa vedigere Îstenbulê.

 

Di nav xebata Cemîyeta Teavûn û Terakkîya Kurdan de cî digre; dibe damezirêner û her weha serokê wê yê berdewamî. Seyîd Abdulqadir, heman demî yek ji damezirêner û rêvebirê Partîya Hûrrîyet û Îtîlâf (14yê Kanûna Oaşîn 1919) bû.

 

Azatîya Meclîsa Ayanan kirîye û di dema hikumeta Ferît Paşa de bûye serokê Şûrayê Dewletê. Li gorî dîtina nivîskar Hesen Yildiz, “Seyîd Abdulqadir di salên destpêka damezirandina CTKê de wek “otonomîparêz” tête naskirin û di dema Peymana Sevrê de jî dikeve bin tesîra nêrîna serxwebûnxwazan.

 

Seyîd Abdulqadir ji ber serokatî û pevgirêdanîya bi Tevgera 1925an re, “roja 12yê Nîsana 1925an, li Îstenbulê bi tevî kurê xwe Seyîd Mehmed, serokê eşîreta Xoşnevî Nafîz û Sadîyê Paloyî têne berdestkirin û wan rêdikin Diyarbekirê.” Darezandina wan, di 14yê Gulana 1925ê de dest pê dike û di 25ê Gulana 1925an de ji alîyê Mahkemeya Îstiqlal a Şerqê ve bi îdamê têne mehkumkirin.

 

Serokê CTKê Seyîd Abdulkaqir, Kurê wî Seyîd Mehmed, Abdullah Sadîyê Paloyî, Kemal Fewzî yê Bedlîsî, Hacî Ahtî (Mehmed Tevfîk) û Xoce Eskerî Efendî di 27ê gulana 1925an de li ber Mizgefta Gewre ya Diyarbekirê têne darvekirin…

 

Seyîd Abdulqadir di dema darvekirinê de dibêje: “Jixwe hun di meseleya xerakirin û belakirinê de xwedî şûhretek mezin in. We vira jî kir wek Kerbelayê. Vê yekê bizanin ku meriv bi bêwijdanîya xerabkirin û talankirinê şeref qezenc nake, nabe xwedî nav û deng.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev