Leyla Guven: Berxwedana gelên Tirkiyê serkeft

Leyla Guven: Berxwedana gelên Tirkiyê serkeft

Piştî 200 rojan parlementera HDPê Leyla Guven, li ser daxwaziya Ocalan ji dev greva birçîbûnê berda.

Guven bi minasebeta xilas kirina greva birçîbûnê daxûyaniyek da û got: Ji bo kesên ji roja yekê û heta niha pişgirî dane, ked dane spas dikim. Ev berxwedana me hemûyan bû. Bi berxwedanê, gelên Tirkiyê û demokrasiya Tirkiyê biser ket. Dengê Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyê û aştiya Rojhelata Navîn pir girîng bû. Xweziya tu wendayek nebûye û em serketibana. Dilê me xemgîn e, lê ya rastî berxwedan biser ket. Zindan biser ketin.

Gelo insanek dikare 200 roja bimîne greva birçîbûnê de û bikaribe li himber medyayê eyameke bi hişyarî bide? Di warê pizişkî de ev yek heta li kû derê mimkine?

Ji aliyek din ve daxûyaniya Guven balkêşe. Guven dibêje ev berxwedana gelên Tirkiye û demokrasiya Tirkiye bû. Pêwistîya vê daxûyaniya Guven li tu şirovekirinê tuneye. Herkesek wek xwe tê digihe.

 

https://rojevakurd.com/guven-berxwedana-gelen-tirkiye-serkeft/?fbclid=IwAR3NuAIpqRTsgJPGci7qnuru0cEAv4AD_7VjJIHKuyLGrEQEd41UpVJTxEw

 

Helwêsta malpera RIATAZA

Wek ku xwendevanên me dibînin, di vê nivîsê da Leyla Guvena ji partîya parastvana yekîtîya axa Tirkîyê wek rêberên xwe pir caran behsa tirkan û Tirkîyê dike, lê tu carek jî behsa kurdan û Kurdistanê nake. Hela di ser da jî, kurdên Bakur wek gelê Tirkîyê nîşan dide û Tirkîye jî wek welatê kurdan dibîne.

Di hêlekê va jî di nav gelê me da greva wê a birçîbûnê wek karekî bo gelê kurd pîroz didine nîşandan. Gelo kesa ku behsa zimanê kurdî, mafê kurdan, welatê kurdan neke, dem nehatîye hewil bidin gelê me ji van kesan û rêberên wan dûr bixin?

Gelo ne eşkere ye, ku ev peyama Leyla Guvenê xelekeke ji sîyaseta asîmîlekirina kurdan, ku dewleta tirkan bi destî lêpokên xwe pêk tîne?

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev