Biyografiya serokê nû yê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Idrîs Barzanî

Biyografiya serokê nû yê Herêma Kurdistanê rêzdar Nêçîrvan Idrîs Barzanî

Arif Zêrevan 

Neviyê rêberê efsaneyî Mele Mistefa Barzanî, Nêçîrvan Barzanî 21-ê îlona 1966-ê li bajarokê Barzan hat dinyayê. Ew cihgirê serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê ye û piştî avakirina serokatiya Herêma Kurdistanê di sala 2005-ê de ew bû serokê didoyê yê Herêma Kurdistana Îraqê.

Wî wekî serokwezîr di kabîneya heştê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (2014–2019) de, di kabîneya heftê (2012–2014) de, di kabîneya pêncê (2006–2009) de û di kabîneya çarê (1999–2006) de û herwiha wekî cihgirê serokwezîrê herêmê di kabîneya sêyê (1996–1999) de xizmet kiriye.

Nêçîrvan Barzanî li Tehranê li kolejê siyaset û têkiliyên nêvneteweyî xwendiye. Ji ber sebebên siyasî û şexsî ew mecbûr bû ko berdewam neke. Wekî îtirafkirin bi serkeftinên wî, koleja Washington & Jefferson li Pensîlwanyayê li Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê doktoraya şerefê bi wî bexşî. Ew serdestê zimanê kurdî û farisî ye û jêhatiyê zimanê erebî û ingilîzî ye. Rêzdar Barzanî zewicî ye û pênc zarokên wî hene.

Vîzyona serok Barzanî ew e ko civakeka aştîxwaz, pêşkeftinxwaz, modern û hevduqebûlker (tolerant) ava bike ko bi kûrahî îlham ji bawerî û hêjahiyên wî yên şexsî wergirtibe û ew jî pluralîzma di jiyana siyasî de û bihevrejiyana aştîxwazane ya hemî civakên dînî û etnîkî yên li seranserî herêmê ye.

Di dema xizmetkirina xwe de wekî serokwezîr, wî mihawele kir ko proseseka siyasî ya xudanîstiqrar û pêşketî li ser esasê stratejiya hikûmraniyeka hevbeş û lihevkirî teşwîq bike. Vîzyona wî ji bo welatekî ye ko demokratîk, aştîxwaz û xudana îstiqrara siyasî be û arîkareka giranbiha be ji bo aştî, îstiqrar û refahê li Iraqê û Rojhilata-nêvê.

Di bin serokwezîriya wî de ewlekariya jiyana şexsî, mafên mirovî û îstiqrara siyasî ber bi baştirbûnê ve çû û hêjayî behskirinê ye ko ji bo parastina mafên jinan, azadiya çapemeniyê, û pêkanîna çalakiyên li hemberî şîdeta nêvmalê gelek qanûn hatin binecih kirin. Wî pluralîzma dînî û neteweyî û bihevrejiyan teşwîq kir. Ji bo ko vê siyaseta xwe bi awayekê dezgehî binecih bike Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nêv Wezareta Ewqaf û Karûbarên Dînî de beşên taybet ava kir da bikare bersiva pêwistiyên civakên dînî yên li Herêmê bide.

Rêzdar Barzanî bi awayekê pro-aktîv serkêşiya siyaseteka xaricî kir ko li ser esasê hevkariya herêmî û nêvneteweyî aştî, îstiqrar û pêşketinê xurt bike. Di dema xizmetkirina wî de zêdetirî sih welatan ofîsên nûnerayetiyên xwe yên resmî li Herêma Kurdistanê vekirin.

Di dehsalên 2004 û 2014-ê de wî serkêşiya veguhostina herêma Kurdistanê ya wêran kir, da bibe devereka ko berdewam ji aliyê aborî ve pêşbikeve û encama wê jî avakirina bi dehhezaran xwendingeh, bingehên saxlemiyê, projeyên transportê, balafirxaneyên modern, santralên kehrebê, karxaneyên safîkirina avê û şebekeyên telekomûnîkasyonê bû. Zêdebarî vê jî, ew bû destpêşxer di avakirina endûstriya petrolê ya dînamîk de ko zêdetirî du desteyên şirketên petrolê yên nêvneteweyî, digel Exxon-Mobil, Chevron, Total û Gazprom Neftê hatin herêmê.

Di sala 2014-ê de, wî bi awayekê efektîv serkêşiya Herêma Kurdistanê kir ko tûşî çar salên gelek zehmet yên tejî astengiyên aborî bû, û sebebê wan astengiyan jî faşiliya hikûmeta Bexdayê bû ji ber hikûmetê pişka destûrî ya Herêmê ji butçeya federal nedida û di hem demê de jî daketina bihayê petrolê li seranserî cîhanê bi awayekê dramatîk tesîr li dahata ji hinardekirina petrolê dikir. Rewş hêjî metirsîdartir bû dema ko grupa terorîst DAIŞ-ê dest bi êrişên xwe kir û Herêma Kurdistanê bû penageh ji bo nêzîkî du milyon kesên ko bi mecbûrî ji cihên xwe hatin der xistin, revîn û hatin herêmê.

Wekî serokwezîr, Nêçîrvan Barzanî bi awayekê efektîv bû şopajoyê rêya jinûveavakirina têkiliyên digel Bexdayê û serweriya Herêma Kurdistanê jî wekî pêkhateyeka federal parast, ji ber têkiliyên digel Bexdayê piştî Referanduma Serxwebûna Kurdistanê di sala 2017-ê de ketibûn xeterê de.

Piştî hilbijartinên giştî yên gulana 2018-ê li Iraqê, siyaseta wî netîceyên wisa afirand ko firsetên nû ji bo pêşdebirineka cewherî ya têkiliyên normal digel Bexdayê çêbe da hemî kêşeyan li gor destûra federal ya Iraqê çareser bike.

Têbînî: Kurdiya vê biyografiyê min amade kir.

 

Riataza

 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev