Nameyên evînî – 82

Nameyên evînî – 82

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 

¤¤¤

Te himberî çi dikim, himberî kê dikim, tu bi ser dikevî. Carina jî hêrs dibim, ku te himberî kesên din dikim, ji xwe ra dibêjim: -Ma tu ker î, weke ku yeke wek Nurayê heye û tu digerî bibînî? Dawî min fêm kir, ku dikarim te tenê himberî buhuştê bikim, lê ew jî ji te ne xweştir e.

 

¤¤¤

Deqeyeke zewqa bi te ra hêjayî 3 sietên sporê ne…

 

¤¤¤

Tu mal û halê min î, dilê min. Dema bo min ji te xweşiktir tu kes li cihanê tune, tê wê maneyê ku tu a here xweşik î.

 

¤¤¤

Dozaja evînê ewqas kûr e, rehên wê ewqas dûr in, ku bi rû va xuya nebe jî, di hundur va dişuxule-dikele. Tu jîyan î. Mirov heye ku ji jîyanê hez neke?

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev