Pîrozkirina FNDK bo Nêçîrvan Barzanî

Pîrozkirina FNDK bo Nêçîrvan Barzanî

Birêz Nêçîrvan Barzanî,

Serokê Herêma Kurdistana Federal!

Em kurdên li ser axa welatên Sovyeta berê dijîn, bi balkêşî dîna xwe didine bûyerên ku li welatê kal û bavan diqewimin.

Em bi dil û can bi serketinên gelê xwe li Başûrê Kurdistanê şa dibin û ji kûraya dil ber xwe dikevin, dema li herêmê bûyerên diltazîn diqewimin. Em hemû dijwarîyên sîyasî, aborî û civakî rind derc dikin, ku niha li ber herêma Kurdistanê sekinîne. Lema jî me biryara Parlamentoya Kurdistanê ku karê serokkomarîyê daynine ser We bi şabûneke bêhesab mezin qebûl kir.

Em bi hêvî ne, ku hûnê bi rûspîtî karê pêşîyên xwe yên mezin û karê kalikê xwe yê nemir Mustefa Barzanî, bavê xwe nemir Idris u seroke gelê kurd Mesud Barzanî berdewam bikin, ku xeyala wan azadîya gelê kurd û serxwebûna Kurdistanê bû.

Em bawer in, ku tecrûbeya We ya profesyonalîyê, jêhatîbûn û zîrekîya We wê alî we bikin ji bo herêma Kurdistanê bi kardarî kar bike û hûnê her tiştê lazim bikin bona pêkanîn û serxistina karê civakî-aborî, parastina hevdufêmkirina di navbera miletên cuda û dîn-hebandinên cuda da, boy navê zêdekirina halxweşîya milet.

Zanebûnên we yên pir, xebathizîya bêhempa û, ya sereke, bi dil hizkirina gelê xwe wê bibin bingehê bi kardarî berdewamkirina karê serketî li ser wan postan. We êdî di zû da îzbat kirîye, ku hûn her karekî bi serketî dikin. Em bawer in, ku profesyonalîzma we, aqilmendîya organîzatorîyê û hereketê pir wê ji vir şûnda jî alî We bikin pirsdanînên civakî-aborî bi kardarî çareser bikin û halxweşîya milet bidine zêdekirinê. Em bawer in, ku hûnê wan pirsdanînan bi awayekî serketî çareser bikin, ku bo pêşxistina herêmê ne.

Niha li ber We ne tenê pirsa parastina dînamîka pêşketina Kurdistanê, herwiha pirsa bilindkirina dereceya bernameya nûjenkirina herêmê jî sekinîye. Em bi hêvî ne, ku pêwendîyên heralî û hevkarîya di navbera strûktûrayên serokkomarîyê, Hukumeta herêma Kurdistanê û diyasporayên kurdan yên welatên cihanê yên cuda-cuda da wê bêne mehkemkirinê û pêş bikevin. Em We bo kivşkirina ser posta bilind pîroz dikin. Ji We ra saxlemîyê, cansaxîyê û serkevtinan dixwezin!

Kinyazê Îbrahîm (Mîrzoyev)

Akademîsyen û Profesor

Serokê Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Kurdên Sovyeta berê

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: [email protected]

Qeydên dişibine hev