Bi helbestvan û rojnamevan Elîxanê Memê re (1948-2016)

Bi helbestvan û rojnamevan Elîxanê Memê re (1948-2016)

Dr. Husên Hebeş

 

Roja 12.12.2016 jî wek piranîya rojên van salên dawî xemgîn bû, min nikanî bawerbikira dema nameşîna kekê Eskerê Boyîk bi bûneya nemana hevnasê min î ji sala 1976 de helbestvan û rojnamevan Elîxanê Memê xwand.

Cara dawî min 4.11.2016 vê re bi têlêfon dengkir, navnîşana xwe da min û di 5ê miha çûyî de nameyek jê re şand û li benda bersivê bûm. Û bersiv …

Dawîya bihara 1976 çawa xwandevanekî fakultêta rojnamevanîyê li zanîngeha Lomonosov, li Moskovayê min şeş hefteyan praktîka li têlêvîzyon û radyoyê Êrêvanê – kurdên me li wir wî bajarî bi Rewanê dinavînin – kir.Ew hefteyên bextewarîyê bûn, hefteyên hevnasîya şagirtekî rojavayî biçûk bi mezinên me kurdan re, ewên dîroka meye çandî bi şakar berhemên xweyî edebî, zimanî, dîrokî û civakî xemilandine, em hemî kurdên Kurdistanê burcdarên wan in.

Her wê demê jî helbestvanîyê em ji hev nêzîk kirin, Elîxan wê demê di rêdeksyona kovara zaroyan „Pîoynêr Kenc“ de dixebitî. Min serdana wî dikir û bi hev re mijûlî wergera helbestine min dibûn bo zimanê ermenî.

Rojeke germe rewanî, em ji qijavîyê dikelîyan, bi min re got ciline germ bi xwe re bîne, emê bi şev li zozana çîyayê Elegezê bimînin, li wir sar e. – Erê me vodka xwe jî bi xwe re bir –Bi pesînê (piştnîvro û ber êvarê) re em gihîştin bin konê birayên Elîxan, du jin li wir bûn, min silav da wana, ew bêdeng man, ez li ber xwe ketim û ji xwe re got, ev lal in. Paşê min bi xwe nikanî ji dostê xwe pirsî, ev jinina kî ne, çima dengnakin? Wî bersivand, ew hîn bûk in, bi xizm  û mêran renapeyivinta dîyarî wernegirin, ev edeta li navê kurdên me yên êzdîheye.

Ber êvarê birayên Elîxan bi kerîyên xwe ve hatin, me xweşbêşî li hev kir, min ji Elîxan re got, zava dipeyivin, ne „lal“ in. Li serê çîya, li deştê û hema li çolê mera çi bixwe bi mera çêjdar e, lê bi şev goştê biraştî dînin ber mera û bi gotina romannivîsê mezin Ereb Şemo „qelîyê“ bînîn – ez bawerdikim ew yek ji ciwantirîn bêje ye li ba nivîsevanê me  E. Şemo, her carê ez rastî wê di romanên wî de dihatim, dilbijîya xwarinê serî hildida – Me şîva xwe xwar û ji Elîxan pirskir, te çawa goşt bi xwe re ji Rewanê anî, min qe bi te re nedît? Got bavê min gotî, divê hûn pezekî ji mêvanê mere serjêkin. Min got ez ne mêvan im, ez hatime nav merîyên xwe, ez xwe ji malê dijmêrim.

 

Dewata helbestvan

Di bin vê navnîşanê de min ji zû de xwest çêrokêkê binivîsim, nizanim ew berpabû ya na, lê li vir mijara (sujêt) wê raberdikim. Elîxan odeyek li Rewanê kirêkiribû, ez êvarekê çûm cem, min hestkir, ku bitirs derî vekir, ez pirsîm, bo tu weha xefetbar î, got min hezkirîya xwe revandî, ne dêbavê min û ne yên wê razî ne, ew ermenî ye. Min got eger ez rastî bûyereke weha kêfxweş hatime, ka em şahîyê bikin. Ez ji nû ve vegerîm nav bajêr, li gulfiroşekê geryam, destek anî û pêşkêşî bûk û zêve kir û me şahî kir.

Her carekê ez diçûm Rewanê min `ese Elîxan jî didît. Paşê dinya li navhev ket, em li welatan belavbûn, ta îlona 2015 li Sankt-Pertersbûrgê zimanzanekî ermenî jî hatibû konfiransa 8 ya îranînasîyê, min jê pirskir ku Elîxan hîn li Rewanê ye, got erê.

Dostekî elman îsal çû Rewanê min jê xwest ku Elîxan bibîne, ew bi dilxweşî vegerî, pirtûkên Elîxan, du dîwan, ên kurdî bona dibistanan amadekiribûn û yên nû li ser zana û xwedîyê romana belgehî pirhêja „Hewarî“ Hecîyê Cindî anîn.

Têlêfona Elîxan jî da min. Ji destpêka sala 1983 û ta îlona 2016 me dengê hev ne bihîstibû. Me pilan danî, ku bihara 2017 ez herim Rewanê û bi hev re li ser pirojena bipeyivin, ewna dengê wî rind dihat, min hestnedikir, ku ew nexwaş bê.

De rêya te vekirîbe li cîhana din, dostê min Elîxan!Min çend helbestên te ji herdu berevokên te diho xwandin, ew ji kûranîya dil û hestanîyê derketine, kêfxweş bûm, ku te bi kurdî nivisîne. Ewên berheman li şûna xwe dihêlin, timmayîn in.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev