ANTONİO FRANCESCO GRAMSCİYÊ KURDİSTANÎ

ANTONİO FRANCESCO GRAMSCİYÊ KURDİSTANÎ

Reşîd Azaro

 

Dengê vî hin jî di guhên min de olan dide. Bi dengekî bilind, bi xwe bawer gazî dikir: “Em nevîyên Şex Saîdî ne! Em nevîyên Seyid Rizayî ne, Qazî Muhemmedî ne!” di salên 70î, xwepeşandina mezin a li Mêrdînê pêk hat de bû. Yê axaftin dikir birêz Fuat Önen bû. Ez wê demê zarok bûm. Min dengê wî di wê xwepêşindina Mêrdînê de bihîst. Ez bûm şahidê cesareta wî ya li Mêrdînê li dijî hinek malmezinên zordar û li binxetê min ew dît, di çavên wî de tirs tune bû!

 

Ez nivîsên wî dixwînim, axaftinên wî gohdar dikim. Ew rewşenbîrekî kurd ê xwedî raman e. Gorî hatina bayî eba xwe venake. Ew li ser a xwe ye, hustê xwe ji ramanên desthildaran re xwar nake, ji gefên disthildaran ew gavan paş de navêje.

 

Ramanên wî bi naverok in, hev du digrin, bi mantiq in; xwestin û armancê wî zelal in. Ji tirsa ramanên desthilatdar, ji gefan armanc û xwestinên xwe natewîne û şolî nake; bi kurt û kurmancî, ew nevîyê Saîdê Kal e, Rizayê şehîd e, Qaziyê rêber e. Layiqî wan e!

 

Ma gelo dadgerên dagerkeran wî nasnakin?! Ew nizanin, Fuat ji ya xwe danayê xwar! Di kesayetiya Fuatî de dixwazin, çavên rewşenbîr û siyasetmedarên Kurdistanî bitirsînin.

 

Cezayê zîndanan, hijmara meh û salan dê wî çavtirsandî nekin!
Ma ew nevîyê kê ye?!
Ew ne xwarzîyê dagerkeran e!
Ew hevalên xwe birçî, li zikê xwe nafikire!
Ew hevalên xwe naşîne ser mirinê û xwe paş de venakşîne!

Ew xwedîyê ramanên azad e!
Ew li hêjayên xwe û yên netewî xwedî derdikeve, çiva nade xwe, xwediyê gotinên xwe ye!
Ew nabêje ”hêjayên” (!) dagirkeran hêjayê me yên şirîkayî ne!

Ew rewşenbîr e, rewşenbîr!
Ew rewşenbîrê mêrxas e!
Ew ne konformist e!
Ew Antonio Francesco Gramsciyê kurda ye!

 

Riataza 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev