Belgeyên di dema şerên di salên 1804-1813, 1806-1812, 1826-1827, 1827-1828 da -1

Belgeyên di dema şerên di salên 1804-1813, 1806-1812, 1826-1827, 1827-1828 da -1

Me di 185 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka kurdzanê mezin P. Avêryanov beşa “Serdazêdekirinan” ya di dawîya berhemê da çapbûyî bi sernavê  ”Belgeyên di dema şerên di salên 1804-1813, 1806-1812, 1826-1827, 1827-1828 da” raberî we bikin. Ji ber ku ew beş mezin e, emê wê dikin du beşan. Kerem bikin, îro beşa pêşin e.Beşa duduyan heftêya bê bixwînin. 

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -186

 

Serdazêdekirina hejmara 1ê

 

Nameya mîrlaw Sîsîanov ji bo serekê kurdên Êrîvanê

Huseyn axa, ya 24ê tîrmehê sala 1804a, ya hejmara 345a.

 

(Ji cilda 1ê ya Aktî arxêologîçêskoy komîsîî, rûpel 617)

 

Ez ji mîrlaw Orbêlîyanî û ji hin kesên din pê hesîyame, ku hûn hertim jî û bi dil û can hindava Rûsîyayê da amin bûne û we timê jî xwestîye, ku bin hukumê rûsa da bijîn. Bi vê nameyê dixwezim ji we ra bêjim, ku eva heftêya sisîyan e, ku ez li vir im, lê we hema nameyek jî ji min ra ne nivîsî. Min îdî zora lawê Babaxan birîye, min Babaxan bi xwe jî hincirand, minê ji zû da kela bikira bin destê xwe, lê heyfa min bi wê xwînê hat, ku wê birijîya. Ew xwîna kafira bû jî, lê wijdana min qebûl ne kir, ku ji bo xanekî kor çend hezar kes bêne qirkirinê. Eger hûn dixwezin, ku hukumê we wek berê li ser eşîra we bimîne, wî çaxî bi hemû kurdên xwe ra werine bal min û bawer bin, ku ezê we daynime dewsa kurê xwe û ez bi serê Împêratorê Mezin sond dixum, ku ezê we ser sera û ser çeva qebûl bikim. Êrîvan wê ya min be û baştir û hêsatir e, ku çem di riya xwe da biherike, ne ku ew bikeve bin destê xanên kor û serjinik.

 

 

Serdazêdekirina hejmara 2a

 

Bangawazîya mîrlaw Paskêvîç berbi binecîyên herêmên Tirkîyê

 

(Nivîsa bi destxet ya Korpûsa Kavkazê ya Barêgeha Sereke “Bangawazî berbi binecîyên herêmên Tirkîyê”. Bejgeya 23a, sal 1828)

Ji arşîva Barêgeha Kavkazê ya Eskerî.

 

Binecîyên herêmên Tirkîyê!

 

Em bi eskerên Rûsîyayê yên serketî va ketine herêmên Tirkîyê û berê xwe didine we, binecîyan! Ez dixwezim we dilrehet bikim û ji we ra bêjim, ku ji bo we tu xeter û qezîya tune, wan fikra ji serê xwe derxin.

Rûsîyayê hindava hukumeta Tirkîyê da şer îlan kirîye. Emê şerê wan kesa bikin, ku çekdar in û wê turuş bikin şerê me bikin. Lê di fikra hukumeta Rûsîyayê da tune zor li wan binecîyan bike, ku bê çek in.

Ji xwe ra rehet li mala xwe rûnên û hûnê texmîn bikin, ku wê tu zordarî li ser we tunebe. Eger xurek ji me ra lazim bibe, emê ji we bikirin. Belkî we bihîstibe, ku eskerên me di şerê bi Farizistanê ra zor li milet ne kirine û niha hûnê bi xwe texmîn bikin, ku çi bextewarîyeke bin hukumê Împêratorê Rûsîyayê yê dilbaristan da bijîn.

(Hatîye îmzekirinê). Qumandarê Korpûsa Kavkazê ya Sereke, gênêral-adyûtant mîrlaw Paskêvîçê Êrîvanê.

 

 

Serdazêdekirina hejmara 3a

 

Raporta mîrlaw Paskêvîç ya 11ê çileya paşin sala 1829a

 

(Ji cilda 7a ya Aktî arxêologîçêskoy komîsîî)

 

Bi raportên xwe yên 21ê çirîya paşin û 7ê çileya pêşin sala 1828a min elamî Împêratorê Mezin kirîye, ku bona ku em di şerê xwe yê paşdemê da (ku dikare biqewime), bi ser kevin, gerekê em kurda bînine alîyê xwe, an na siyarîyên kurda yên mêrxas wê hertim ziyanê bidine me, wê li meydana şêr da her tişt kaf-kûn bikin, emê nikaribin li ser axa ku kurd lê dimînin karê xwe bi ciddî bimeşînin û em nikarin hêvîya xwe daynine ser wê yekê jî, ku bi riya  Gurcistanê karên xwe bimeşînin, ji ber ku ew welat ji me dûr e û rêyên di navbera me da jî ne gelekî baş in. Ji ber wê jî bi bawerîya min baştir e em hêvîya xwe bi binecîyên van dera va girêdin, ji nav wana merivên zane û amin hilbijêrin û di wî karî da jî gerekê guhdarîya mezin daynine li ser serekên wana. Di hêleke mayîn da jî ez ser wê bawerîyê me, ku eger em bikaribin binecîyan bînine alîyê xwe, emê di nav demeke kurt da şerê xwe li Tirkîya Asîyayê kuta bikin û bi wê yekê va emê bikaribin Sultan ji holê rakin.

Ji bo serxistina van fikra, min bi wan kesan ra pêwendî danîne, ku hukumê wan li ser gel pir e. Ji serekeşîrên Kurdistanê Suleyman axa û Huseyn axa pêşnîyarên me qebûl kirine. Ez fikra paşayê Mûşê jî pê hesîyame û min derheqa wê yekê da elamî Împêratorê Mezin kirîye. Berî çendekê gênêral-çawîş Pankratyêv ji min ra got, ku ew hazir e Mûşê teslîmî me bike. Ez ewqasî jî ji wê yekê bawer nakim, ji ber wê jî min çawîş Vaçnadzê şandîye wira bona fikrên wî paşayî bi hûrgilî pê bihese. Paşayê Bayazîdê, ku me ew dîl girtîye û berê jî pêwendîyên me bi wî ra hebûn û ewî hema bêje bêy şer Bayazîd da eskerên me, soz dide, ku derbaharê da wê kurdên paşalixîya xwe bîne alîyê me. Paşayê Qersê jî, ku ew jî wek hêsîr bal me ye, hema bêje usa dibêje. Ew çi ku zane, eşkere ji me ra dibêje û soz dide, ku wê piştgirîya me bike. Ew herdu paşa jî dixwezin di şerê paşdemê da bi eskerên xwe va derkevine dijî tirka. Mustefa paşa, ku di şerê buhurî da serekqumandarê pêşenîya Axalsîxê bû û niha jî serokatî li eskerên li ser sînorê Qersê dike, bi riya birayê xwe, ku gênêral-milazim Bêkovîç-Çêrkassk ew dîl girtîye, soz dide, ku hema eskerên me destpê kirin pêşda herin, ewê xwe bi me ra bigihîne û wê bê pişta me. Karmendên Qersê yên bi nav û deng: muftî, qadî û serekê berê yê yenîçerîya hatine bal min bona min bidine bawerkirinê, ku dema lazim bibe, ewê piştgirîya me bikin û ji bo gotina xwe îzbat bikin, gotin ku dema şêr da ewê di nav eskerên me da bin û wê bi wî awayî aminaya xwe hindava Împêratorê Mezin da nîşan bidin. Ez bawerîya xwe ji van meriva ne bi gişka tînim, lê dikarin zêde hêvîya xwe daynine ser wan kesan, yên ku bin destê me da nin, ji ber ku ewana rind zanin, ku sultanê niha wê nebaxşîne wana û wê jî zanin, ku tu cara û bi tu şerta ew nikarin vegerin. Bona canê xwe xilas bikin, ew mecbûr in xwe li me bigrin. Lê ew kesên, ku ne di destê me da nin, ez usa bawer dikim, ku ewana zêde ji sultan ditirsin, ne ku ji me û ji ber wê jî dibe piştgirîya me nekin. Lê çi jî hebe, rêyeke din jî tune, ku em bikaribin daxaza Împêratorê Mezin pêk bînin û serketinên xwe zêdetir bikin. Temamîya sîyaseta min di wê yekê da ne, ku em serekeşîrên kurda bidine bawerkirinê, ku ji bo jîyana wan tu xeter tune û Împêratorê Mezin jî li pişta wan sekinîye, lê merivên sade – em dikarin bi maeşên baş wana bi xwe va girêdin. Lê ev hemî nikare bêy pera bi ser keve û em gerekê maeşkeî usa bidine wan, ku ji ya hukumeta Tirkîyê zêdetir be, ango, çêrvonêsekî (perê bi zêr, ango zêrek – şirovekirin ya werger e) bidine her siyarîkî. Eger em usa hesab bikin, ku emê 10 hezar kesan bikine nava eskerên xwe, mehê dertê 10 hezar çêrvonês û hela zêde jî: ji ber ku maeşên seroka, merivên navdar zêdetir in û hineka jî em gerekê bi hedya bînine alîyê xwe. Û di mehê da weke 5 hezar çêrvonês jî wê here li ser hedyayên wan kesan, ku bi aminaya xwe va berbiçev ketine. Ez ser wê bawerîyê me, ku em gerekê weke şeş meha wana xwedî bikin û ji bo wê yekê weke 90 hezar çêrvonês lazim e, ji ber wê jî ez dixwezim ji Împêratorê Mezin hîvî bikim, ku emirî li ser wezîrê fînansa bike, weke 100 hezar çêrvonêsa bide me.

Usa xuya ye, ku ew perekî mezin e, lê ez dixwezim wê jî ji we ra bêjim, ku eger em wan pera li ser wê yekê xerc bikin, ku milet bînine alîyê xwe, emê bikaribin jimara eskerên xwe û hespên xwe kêmtir bikin, ango emê di alîkî mayîn da jî karê bikevin û emê bikaribin peran bihêvşînin. Îzbatîya vê yekê jî şerê bi Farizistanê bû, ku em ziyanê ne ketin. Wî çaxî Azirbêcanê şeş meha eskerên me xwedî kirin û niha jî ew desteyên me, ku li paşalixîya dijîn, kîsî xwelîya xwe ebûra xwe dikin. Eger me bi hedya û pera serekên kurda bertîl nekirana, wî çaxî meyê nikaribûya pêşîya milet bigirta û ewê derbazî ser wê axê bûna, ku neyara xistine bin destê xwe û emê mecbûr bûna ji cîyên dûr xurek banîya. Û eger em nan bi riya behrê, an jî ser Gurcistanê ra bînin, ewê ser me diha giran rûnê. Û emê nikaribin ewqas nan bînin, ku têra hemû eskeran bike. Îsal neyar plan kiribû, ku bi eskeran va bikeve paşalixîyên Qersê û Axalsîxê. Wî çaxî karê nandirûnê ser demekê şerpeze bû. Ez ketibûme di nav rewşeke usa giran, ku min dixwest herêma Erdehanê bihêlim, bi eskeran va jê derkevim. Lê me ew çevtirsandî kirin û nanê ku niha heye, têra demeke dirêj dike. Emê virhada jî di karê xwe da pêş kevin û bikevine kûraya Împêrîya Tirkîyê.

Em dikarin neyara bihincirînin, eger binecî bawerî bi me bînin. Ez nizanim, ezê di wî karî da wek par bi ser kevim, an na, lê ezê her tiştî bikim, ku daxaza Împêratorê Mezin bi cî bînim, ku ez wek ronaya çevê xwe lê dinihêrim.

 

Serdazêdekirina hejmara 4a

 

Nameya mîrlaw Çêrnîşov ya ji bo mîrlaw Paskêvîç ya 30ê çileya paşin sala 1829a, hejmara 40î.

 

(Ji cilda 7a ya Aktî arxêologîçêskoy komîsîî)

 

Maqûlê hêja, min nameya we ya 11ê vê mehê, ku we ser navê Împêratorê Mezin nivîsîbû, xwend û min daxazên we gîhandine wî. Împêratorê Mezin bi hemû pêşnîyarên we ra qayîl e, bi dilê wî ye, ku hûn dixwezin bi destî wê yekê, ku binecîyên axên bin destê me da bînine alîyê me, bi serekên kurdan, paşayê Mûşê û serekên Tirkîyê yên mayîn ra bikevine nava pêwendîyan, bona di kampanîya pêş me da bi ser kevin. Ew yek jî bi dilê Împêratorê Mezin e, ku hûn dixwezin ji kurda desteya ji deh hezar siyarîyan saz bikin.

Împêratorê Mezin bi pêşnîyara we ra razî ye û biryar kirîye wan 100 hezar çêrvonêsa bide, ku we xwestibû bona şeş meha eskeran xwedî bikin, lê di alîkî mayîn da dibêje, ku baştir dibe eskerên me ji erdê bin destê me da ji xwe ra xurek bistînin, da ku têrkirina wana li ser ordîya me girantir rûnenê.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev