Pirsa we û bersîva me – 134

Pirsa we û bersîva me – 134

Xwendevanên delal, wek hûn dibînin malpera me beşa xwe a bi sernavê ”Pirsa we û bersîva me” bi serketî bi rê va dibe. Rêvebira wê beşê nivîskara malpera me Nura Şane ye. Hemû pirsên ku redaksyonê ra têne şandin, em ji Nura delal ra dişînin û ew an bi xwe, an jî bi alîkarîya redaksyona malpera me bersîva pirsên we bide.

Emê çend heftêyan cûrê pirskirin û bersîvdanê biguhêrin. Ne ku wê xwendevan pirsan bikin û emê bersîvan bide, lê Nura Şane wê pirsan li zimanhezekî me Qasimê Xelîlî bike, hemû jî pirsên derbarê zimanê kurdî da. Bo pêkanîna vî karê pîroz di navbera malpera me û Qasimê Xelîlî da lihevkirinek heye.

 

Pirsa Nura Şane û bersîva Qasimê Xelîlî

 

 

Pirs: Gelo CUDAHIYA TÎPA “V” û “W”YÊ çi ye?

 

Bersîv: –“W” di alfabeya tirkî de nîne loma kurdên bakur wê û “V”yê tevlihev dikin. Cudahiyeke bingehîn di kurdî de di navbera wan de heye. ”Ev” ya kurdî bi maneya ”bu” ya tirkî ye lê ”ew” bi wateya ”o” ya tirkî ye.

 

Di erebî de “W” (waw) heye lê “V” nîne. Ev tê wê maneyê, hemû peyvên ji erebî, yên di tirkî de bi “V”yê tên nivîsîn, divê di kurdî de bi “W”yê werin nivîsîn.

 

Bo nimûne; wext, ewraq, wesyet (bi tirkî: vakit, evrak, vasiyet).

 

Lê peyvên rojavayî bi giştî ne bi “W”yê lê bi “V”yê ne.

 

Bo nimûne; vanîlya, vîdyo, vîrûs… Nabe, V-ya wan di kurdî de bibe W.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev