SEYRANGEHA EVRESYAB Û ŞERÊ ROSTEM -2

SEYRANGEHA EVRESYAB Û ŞERÊ ROSTEM -2

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedşêstûşeşan me ji pirtûka “ŞAXÊD ÊPOSA “ROSTEMÊ ZALE KURDΔ, ku sala 1977an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Îro emê beşa duduyan a berhema bi sernavê ”SEYRANGEHA EVRESYAB Û ŞERÊ ROSTEM” raberî we bikin. Heftêya buhurî me beşa pêşin çap kiribû.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Ji zargotina me – 186

 

Ma heta roja paştir êvarê,

Pîran ço eteka padşê,

Patek avêt, cîyê edebê sekinî:

Teglîfa rûniştinê li Pîran kirin,

Pîran rûnişt, Pîran go:

-Padşayê min xweşbe,

Îro du roje ez lirame,

Te tu gotin ji minra negot?

Go: -Pîrano, min roja ewil ji tera got,

Tu li qûna min neketîye,

Ku ez bêm xwe tevî we bikim.

Kamûsê Keşanî ser çoka xweva hat,

Go: -Padşayê min xweşbî,

Çivîk – çivîke xwe davêje pejan,

Ku xilaz be,

Pejanê ku çivîkê çûçik xilaz neke,

Xwedê xirab bike.

Padşa go: -Ku bêne kuştin – hûnin,

Şer jî bikin – dîsa hûnin,

Gazî katibankin.

Gazî katiban kirin,

Kaxez nivîsîn,

Serê seyan gerandin –

Hindî kêra wan dibirî:

Eskerê xwe civandin:

Eskerê xwe dane samê:

Eskerê wan bû hîjde lag:

Her lagek sed hezar:

Çekma zêrîn kişandin lingê Eçkapûs,

Alagêwana danîne ser milê Eçkapûs.

Eçkapûs kete pêş esker:

Kamûs kete dûmayî.

Texterewanê Kaqkayê Çînê êxistin:

Dane pêşîya esker.

Pîran hespê xwe siyar bû,

Go: -Padşayê min saxbe,

Hûn yavaş – yavaş werin,

Ezê mizgînî bo padşê xwe bibem,

Bila teybîra xwe bibîne.

Pîran hespê xwe lezand,

Dibên – heta gihîşte ber eteka padşê,

Hespê wî cihda teqîya.

Kulehê xwe rakir, ber padşayê xwe da,

Go: -Rabe, min esker ji Çîn û Maçînê ji tera înaye.

Padşa go: – Katiban gazîkin.

Katiban gazî kirin:

Kaxez nivîsîn,

Serê seyan da gerandin:

Hindî kêra wan dibirî,

Eskerê xwe dane civandin.

Eskerê xwe dane samê,

Eskerê wan bû hîjde lag:

Her lagek sed hezar.

Çekma zêrîn kişandine lingê Pîran,

Alagêwana danîn ser milê Pîran,

Pîran pêş eskerê xwe ket:

Hinan kete dûmayî.

Hewalek heye – dibên newala girê Lêwînan,

Herdu tîrê eskeran di wê newalêda yekbûn:

Hindî xîzê çeman,

Hindî belgê daran,

Hindî sitêrkê ezmanan,

Hindî qeder fêriz – pelewan,

Gihîştine hev.

Sivorîk sê sehetan

Serê darê riman dileyîstin,

Erdê nediket.

Em bêne ser qiseta Îranê:

Roja Gêvê Goderz (Guhderz) kete axa neyaran,

Tu car xew neketa çevê wî.

Qetema pirê nobeta Gêvê Goderze,

Şev ra li kasta nîveka şevê,

Her heft alayî – nav serê Gêvê Goderz

Milteqkayî bûn.

Cab dane Rostem, gon. Rabe ser xwe,

Ser serê Gêvê Goderz bûye roja heşrê.

Go: -Ji eşqa Gêvê Goderzda

Peyalek meyê bidine min.

Peyala meyê dane Rostem,

Rostem serê xwe danî,

Danî ser gurzê xwe, tenê raza.

Di rêda çone ser Feremezê kurê Rostem.

Cab dane Rostem:

“Çirûskê gurzan diçine çerx û felekê:

Nalînêd birîndaran diçin eteka ezmana”.

Go: -Ji eşqa Feremezê kurê minda,

Peyalek meyê bidine min,

Erdê, ku Feremezê kurê min lêbe,

Di wê gurzê mirov balgîbe,

Bin serê mirovbe.

Peyalek meyê dane Rostem,

Rostem serê xwe danî ser gurzê xwe,

Tenê raza.

Cab dane Rostem: -Rabe ser xwe,

Ser serê Qîrûn bûye roja heşrê.

Çirûşkê gurzan diçine çerx û felekê,

Nalînê birîndaran diçin eteka ezman.

Go: -Ji eşqa Qîrûn

Peyalek meyê bidine min,

Peyalek meyê dane Rostem.

Rostem serê xwe danî ser gurzê xwe,

Tenê raza.

Cab dane Rostem, go:- Rostem,

Rabe ser xwe,

Ser serê Gûloyê (Guloyê) Zera – xezûrê te

Bûye roja heşrê,

Go: -Erdê Gûloyê Zera xezûrê minbe,

Gurzê mirova wê balgîbe,

Bin serê mirovbe,

Bin serê minbe.

Peyalek meyê xwest.

Peyalek meyê dane Rostem.

Rostem serê xwe danî,

Tenê raza.

Cab dane Rostem: -Rabe ser xwe.

Ser serê Tûsê Navzer bûye roja heşrê,

Çirûskê gurzan diçine çerx û felekê,

Nalîna brîndaran diçine eteka ezmanan.

Go: -Ji eşqa Tûsê (Tûzê) Navzer,

Peyalek meyê bidine min,

Erdê Tûsê Navzer lêbe,

Gurzê minê balgî be.

Peyalek meyê dane Rostem, vexar,

Rostem serê xwe danî ser gurzê xwe,

Tenê raza.

Pîran ço nik Evresyabê Cebafîş,

Go: -Rêk heye, dibên riya Avxarkê,

Hezar pênsid pelewanan bide min,

Ku ez riya Avxarkêda herime Rostem,

Wekî min serê Rostem bin xêbeta jengarî jêkir,

Bizanibe – min fetha Îranê kir.

Go, Pîran hezar pênsid pelewan hilgirt,

Di riya Avxarkêda ço,

Ço serê çiyayêd ewêd bilind:

Dûrbîn danî:

Temaşe kir – ber derê xêbeta jengarî

Hinek wê avê germ dikin,

Hinek wê cew ker dikin,

Go: -Înhe, xudanê şev – rojan,

Eva teybîra mine dibînin,

Ya kuştin û veşartina min.

Bêhna neyaran li Rostem da,

Rostem kire gazî:

-Frut, rexş û bazin.

Rexşê – Belek deranîn,

Zînê zêrîn avêtine ser piştê,

Gurzê hezar pênsid şêst û şeş xundkarî

Di qerpûza zînda danîn,

Gurzê tîr – kevana alîyê dî danîn.

Rostem hemayîla zêr û zîva li xwe kir,

Pê xwe avête rikêfê, lê kire gazî:

-Pîrano, ya seybisan, mêrekî jêhatîyî,

Nereve, heta ez digeheme te.

Dibên, Pîran revî,

Rostem da dû,

Hezar pênsid pelewan jê vebirî,

Kit jê nehêla.

Pîran xwe li avê da,

Avê avête texteranê Kaqkayê Çînê.

Go: -Kuro, sebab, te texteranê min ter kir.

Go: -Sebab, şivtî tene,

Tu nebînî vî çiyayî li dû min tê,

Hezar pênsid pelewan vebirî,

Kit jê nehêla.

Gêvo qetema pirêda bû,

Neyaran hatibû wî milî,

Rostem go: -Gêvo,

Ne tu bî, ne namûsa bo min kirî,

Te qetema vî milî daye neyaran,

Tu hatî vî milî.

Gêvo go: -Ya Serbilindê Îranê,

Îro sê roje di meyêda sermist bûyî,

Te çi haj min heye,

Hezar pênsid pelewan ji mala min hatîye kuştinê,

Paşê min qetema vî milî daye neyaran.

Ez hatime vî milî.

Go: -Gêvo, xwe bide paş şerê qedema pirê,

Îro dora mine.

Rim da nav guhê Rexşê – Belek,

Cotek rikêf Rexşê – Belek da,

Hezar pênsid pelewan vî milî êxiste avê,

Hezar pênsid pelewan wî milî êxiste avê,

Hezar pênsid pelewan nav dest û pê Rexşê – Belek da cerd û pîşûrkir.

Kuriya hespa digirît komê werdiket,

Kolan û zikanan tê vediket,

Gurzê xwe danîn –

Xûn şivtî şadîrvanan davît,

Xeta kotanê rakirin,

Ava berê derxistin,

Xûn di bin neynûkê kergedanan davît,

Dibêjin – li kê ket –

Erd û ezman ber hejya bû,

Dengê gurzê Hinan û Rostem bû,

Li gelîyê Mazinderanê li hev ketin:

Çi dewara avis bû,

Hemî berçûyî bûn,

Çi jina hemle heyî –

Hemî piçîkê xwe avêtin,

Go, bêjine du behrê giran

Bi hev ketin.

Go, na, na ew nebû,

Go, du hûtê heftsere bûn,

Serê xwe ji behrê derxistin,

Çengelê wan asê bûne hevdu.

Go, na, na ew jî nebû,

Be çi bû?

Go, dengê Rostem, yê Hinan bû –

Bi hev ketin.

Ecêb ew ecêbe

Dinya ji ber xirab nebû,

Heta tava, tava nîvroyê,

Her heft tîpêpê eskeran,

Berdan dû Tûranyan – bi hev yekkirin.

Herçî Rostem bû,

Sîngê wî bû çeperê Îranê,

Go: -Gelî Îranyan, ji Tûranyan rev,

Ji Îranyan kuştin, berdane dû birin,

Ji ava Şehterûtê derbaz kirin,

Ava Şehterûtê nehlel lameye,

Kî bireve, li ava Şehderûtê

Wekî derbaz be,

Îdî kes dû naçe…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev