Ji dîroka pêşiyên kurdan

Ji dîroka pêşiyên kurdan

Muhemed Şerîf Cilînî

 

Kurdistan landika (dergûşa) şaresitiniya mirovayetiyê, li goriya șûnwarên kevin yên lê hatine dîtin, weke zanyarê Emerîkanî profesor Robert Johne Biredwood dibêje: veguhestin ji jiyana nêçîriyê bo jiyana çandiniyê pêk hatiye li bakurê Kurdistanê li derdora salên 10,000 – 7,000 berya zayînê, her weha dibêje ku gelê Kurd ji pêşintrîn gelan e di warê çandinî û pêşesazî (Senayî) û pêşintirînê gelan bû, dev ji şikeftan berdan û jiyan kirin di xanan (malan)

 

Di wan de peyda dibûn amûrên pêşketî ji bo karanînê rojane, û pêşxistina çandinî, hem Berhemên çandiniyê pêk anîne ji hezar sal li Kurdistanê, jê belav bû ye li Mesopotamiya (nabera herdu çeman) jêrîn, rojavayê Anetolyayê, girê Îranê û berya 8 hezar sal gihaştiye bakurê Afrîqyayê, Ewrupayê û Hindistanê.

 

Her weha zanyarê Emerîkanî pê de dere û dibêje ku gelek ji berhemên çandiniyê ên em îro nas dikin weke genim, garis û ceh ji Kurdistanê derketine, derbarî pêşesaziyê profesorê navgotî bi cî dike ku şûnwarê kevin (Çiyano) yê li bakurê Kurdistanê ye, em dikarin navê kevintirîn bajarê pêşesazî li cîhanê bidin naskirin, ew ciyê ku heta îro Sifir (Nihas) jê tê derxistin, her weha lê jî hatiye dîtin Qehfikên axî li ser wan nivîsînên derbarî veguheztinên bazirganî.

Li bakurê Kurdistanê li navça (Çiyano), bi Kurdî Çiyayê Nû, yê ku dikeve li bakur rojavayê Amedê (DiyarBekir), șûnwarên kevin vedigerin berya 7 hezar sal berya zayînê hatine dîtin, hejmara xanan (malan) di navbera 25-50 avahiyan e, embar di wan de hebûn, û li wê derê zanyarê șûnwarên kevin Robert Biredwood û koma wî dîtine kevintrîn Caw li cîhanê, ya ku hatiye tevnandin li derdora sala 7,000 sal berya zayînê û dibîne ku (Çiyano) landik an dergûşa pêşesaziya Sifirê ye, ji ber dîtina hinek amûrên Sifir yên dîroka wan vedigere sala 7,200 berya zayînê.

 

Jêder:

Nivîsîna Dr. Mihdî Kakeyî
Beşek dîrokî derbarî Kurd û Asûriyan, têkiliyên di navbera wan de.

Bo agahê: Çiyano li navça bajarê Medenê, bajarê jidayîkbûna xebatkerê netewî dilovan: Dr. Nûredîn Zaza.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev