Hinek Kurd xwe kirine nûnerê Xwedê

Hinek Kurd xwe kirine nûnerê Xwedê

Özzengin Seyhmus

 

Hinek Kurd xwe kirine nûnerê Xwedê û bi şûrê pêxemberan qetla mirovan helal dikin!

Têkilî, hezkirin û bawermendîya xwedan, helwestek taybet, hezkirinik di navbera dilhezîya mirov û bawermendîya wî bi xwedan re ye. Ev helwestek, têkilîyek taybet bi xwedan re ye. Tiştekî mîstîk e. Kesê bawermend nikare pesnê xwe bi bawermendîya xwe bide û bike rûmet û ji xwe re bike pergalê propagandayê. Dema ku vê bike, azadîya kesên dervê xwe binpê dike. Ew binpêkirin, binpêkirina bawerîya bixwedan re bi xwe ye jî.

Kesek nikare ji ber vê hezkirin û têkilîya taybet, xwe bike nûnerê xwedan û li ser navê xwedan, qetla mirovan bipejirîne.
Ti mafê ti kesî tineye ku li ser daxwazên bîr û bawermendîya xwe, pişta xwe bide xwedan û daxwazên xwe, nexweşîyên xwe, şîrheramîya xwe bike stûyê xwedan û xwedan ji bona armancên xwe bikar bîne.

Jiber ku, bi çi olê bawer dike bila bike, xwedan yê her bawermendîyê ye! Nikare bawermendîya xwedan birîndar bike, ji ber ku xwedan ne yê wî tenê ye.

Hinek kes „Fetwa“ qetla yên ne ji ola xwe, dijraberên xwe derxîne û „oldarîya xwe“ ji bona xwexurtkirina xwe bikar tînin. Xwe kirine şûrê pêxemberan û hêza xwe, wek hêza xwedan binav dikin.

Di ti olan de ev nayê qebûl kirin.
Bawermendî, ne cîhê pesnê ye, helwestek taybet e. Ew kesên bi xwedan ku roja qîyametê bawerîya xwe tînin, çima li vê dinyayê dibin qesasê kesên ne ji wan?

Gelo bi hêza xwedan û roja heqpirsînê nebawer in, ku niha rahiştine şûrên xwe û serîyan jê dikin?
Her pêxember eger ezîzên ku xwedan şandibin û heq in, çima bawermendên ola İslamê ji xwe û pêxemberê xwe pêve ti pêxemberan û ti kitêbên wan heq nabînin. Wexta ku vê jî dikin li ser navê xwedan dikin.

Mirov xwedî mejî ye û divê mejîyê xwe bikar bîne. Ev ji hêla olî de, ji hêla ilmî de rast e. Hevûdû temam dike. Kesê ku mejûyê xwe bikar neyne, nikare ramanan biafirîne.

Ne bi cahilî û ne jî bi zanistî mudaxaleyî jîyana mirovan, bawerî û bawermendîyên mirovan helwestek xerab e û xizmetê ji xerabîyê re dike. Divê her mirov pêşî ji xwe, ji bawermendîya xwe, ji miletê xwe, ji welatê xwe hez bike, ku bikaribe ji bona mirovatîyê bibe hezkirîyê ramanê û bawermendîyê.

„Her tişt min afirandîye û ceza wî tenê bi destê min e. Ti kes nikare li ser navê min vî erkî bikar bîne“(!)
Gelo hûn bi vê bawer in?
Bila bawermendîya we bibe sitar ji parastina millet û welatê we re, nebin şûrê îdeolojîyan.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev