Dîsan êrîşên hovane li ser civaka me!

Dîsan êrîşên hovane li ser civaka me!

Dengê Rojperestên Azad

 

Civaka me ya Êzîdî ne ji ber zordariya desthilatdarên hov û meqamên wê û ne jî ji ber kesayetên hevalbêndên wê dikare xwedî li cih û warên Bav û Kalên xwe derbikevê.
Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzdîyên Bakûrê Kurdistanê li Almanya, destdirêjiya li ser mal û milkên Êzdiyan ji nêz ve dişopîne.

Em van kiryar û lîstikên kesên durû qebûl nakin û wan şermezar dikin.

 

Nurî Benzer ku bi eslê xwe ji herêma Wêranşarê ji Gundê Qorîyê ye, rastî êrîşeke çavsori ya sê kesên ji Eşîra Nasiriya hat. Nurî Benzer bi dekûdolabên Eşîra Nasiriya bi giranî hate birîndarkirin. Ev ne cara yekê ye ku Êzdî û mafên wan bi zanebûn ji alîyê Eşîr û desthilatdarên herêmî ve çi li Midyatê, çi li Batmanê û çi li Wêranşarê têne binpêkirin!

Bila her kes bizanibê ku Gundê Qorîyê ne bê xwedî ye û ev kiryarên li dijî însanetîyê jî wê hîç neyêne pejirandin.

 

Em teva dizanin ku tu sînorên rêzdariya merovantiyê di kiryarên van kesên ku nêtxerab in xuya nakin. Bi hemû lîstik, dekûdolabên xwe, bi hemû qirêj û êrîşên xwe dixwazin Gundên Êzîdîyan dagir bikin û Êzdiyan ji axa Bavûkalên xwe dûr bikin.

 

Bangewazîya me ji bo hemû sazî, dezgeh û rêxistinên demokrat ku xwe nezîkî merovantiyê dibînin, li hemberî van kiryarên hovane rola xwe bilîzin û helweste xwe jî nîşan bidin.

 

Herwiha em ji civaka xwe ya ku li ser axa Bavûkalan bi tevgere jî hêvî dikin ku zû bi zû neyêne lîstikên kesên nêtxerab û pêşîya tehdît û êrîşan bigrin.

 

Em weke Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzdîyên Bakûr bi her awayî piştevanîya Gundê Qorîyê dikin û vê bûyerê bi tundî şermezar dikin.

 

https://www.facebook.com/permalink.php?story_fbid=2341374366106258&id=2095241194052911

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev