Nameyên evînî – 83

Nameyên evînî – 83

Xwendevanên delal, em beşa xwe a bi navê “Nameyên evînî”, bi rêberîya nivîskara malpera me Nura Şane berdewam dikin.

 

Hûnê di nivîsên Nurayê da evîna ser asta bilind, paqij, wek ava çavkanîyan zelal hîs bikin, a here giring jî, bi zimanê dayîkê.


Belkî dijwarîya here mezin di vê beşê da ev be: -Emê çawa bikin ku evîna mezin û erf-edetên kal û bavan li hev bikin, bi hev ra bikemilin û rêya xwe a bextewarîyê bibînin?

 

Hêvîya me di çareserîya vê pirsê da ew e, ku evîna mezin herdem rast e, madem rast e, gerekê bi ser keve.

 

Em îro nameyên evînî çap dikin, ku ji Nura Şane a delal ra hatine şandin. Ew ne tenê bi pênûsê hatine nivîsar, lê bi dil, ruh û hîsan va jî.

 


¤¤¤


Heta tu a min bî, dilê min rehet e û ez kesê herî bextewar im li cihanê. Ferq nake tu çawa a min î: bi nazikî, bi hêrs, qelew, zeîf, dirêj, kurt. Di van hemû rewşan da wê çavên te bibiriqin û biçûrisin. Ew jî nîşana bextewarîya te ye… Ji ber ku ez yê te me…

 

¤¤¤


Tu jî zanî ku tu hinekî ji min dûr ketî. Dil û canê te ji xwe qet min naxweze. Gotinên evînî û hîsî cem te winda bûne.
Dema tu tam evîndarê min bûyî, her mêrek, her xortek ber çavên te reş bûn, hîç kes di fikira te ra derbas nedibû. Yekî bi dilekî paqij jî bixwesta bi te ra xeberda, teyê mala wî bişewitanda. Tu niha jî naxwezî bi yekî ra xeberdî. Lê ferq ew e, ku berê teyê nexwesta guh bidî kesekî din ka çi xeber dide, lê tuyê niha guh bidêyî û ji xwe ra bêjî:

-Bira xeberde, ka çi dibêje, ji xwe ne xema min e. Piştî guhdayînê jî tuyê di biryarên xwe da ne wek berê bî. Ew êdî girêdayî wê ye, ka tu çiqas ji min dûr ketî. Dûrketin ji min dikare te nêzîkî yekî din bike. Eger zêde ji min dûrketî bî, wê demê dilê te û hîsên te zêde azad in. Dilê azad û hîsên azad dikarin riya xwe bibînin. A muhîm, tu ji wê riya xwezayî dernekevî. Hîç evîndarê xwe yê berê nefikirî, ji ber ku ew bo te bûye yekî wisa, ku dilê te û hîsên te jê dûr ketine.


Li vir gotinên di çend pirtûkên evînî da dikarin serî hildin, ku di wan da tê gotin: -Min bi xwe texmîn nedikir, ku xênji wî yekî dinê jî wê bala min bikişîne û ezê bi wî va bêm girêdan…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Nura Şane

Nura Şane 2 zanîngeh temam kirine, yek a Zanyarîya Tundurustîyê, a din jî a Dadmendîyê, niha di nexweşxaneyeke biyanî da li Stembolê kar dike. Nivîsên wê bi taybetmendîyên naveroka xwe, bi zimanê kurmancî yê dewlemend va wê ji hemû nivîskarên kurd, xwesma nivîskarên jin, cuda dike û gelek kes dixwezin çav bidine wê.

Qeydên dişibine hev