Hemo Axayê Bismilî cejna 300 neviyên xwe yek bi yek pîroz kir

Hemo Axayê Bismilî cejna 300 neviyên xwe yek bi yek pîroz kir

Nûçeyeke hêjayî pirtûka Rekora a Guiness

 

PeyamaKurd – Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Bismil a Diyarbekirê Serokê Daîreya Zîreetê yê Bismilê Mehmet Aslanê ku bi wekî Hemo Axa tê nasîn, cejna 300 neviyên xwe pîroz kir.

Hemo Axa bi çar jinan re zewicî ye û 56 zarokên wî û zêdetirî 300 neviyên wî hene.

Hemo Axa li ber mala xwe neviyên wî yên hatibûn cejna wî pîroz bikin pêşwazî kir û yek bi yek cejna wan pîroz kir.

Hemo Axa dema pîrozkirina cejna neviyên xwe wiha axivî:

“Îro roja cejnê ye. Bi 300 neviyên xwe re me cejna hev pîroz kir. Gelekî bextewar im ku li vir min cejna zarokên xwe û neviyên xwe pîroz kir. Xwedê wan bibexşîne û gelek cejnan bibînin.”

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev