
Ferîd Mîtan
Qamişlo – Ria Taza
Sibeha îro çarşemê (05.06.2019) û bi boneya Cejna Remezanê, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) 1000 dane ji pirtûkeka çîrokan li zarokên şehîdan ên Qamişloyê, wekî şêranîya cejnê belav kirin.
Di bin navê çalakîya “Pirtûka Cejnê” de, endamên HRRKê seet 6ê sibehê 500 dane ji pirtûka “Şîniko”yê* di goristana Ş. Delîl Saroxan de li zarokên şehîdan belav kirin û 500 daneyên din li zarokên taxa Hilêlîyê belav kirin.
Endamê Desteya Birêveber ya HRRKê Ehmed Huseynî ji malpera Ria Tazayê re ragihand “peyam û armanca çalakîyê ew bû ku zarokên şehîdan ne bi nalîn û kurekûr, lê bi awayekî din vegerin malê û bi pelandina pelên pirtûkê û xwendina naveroka çîrokan karibin derbasî seqayeka xweş bibin.”
Huseynî her wiha da zanîn ku wan xwest bi rêya vê çalakîyê, cejna zarokan dewlemendtir bibe û dilê wan şa bibe.
……
*Şîniko, çîrokên zarokan, Andrew Lang/
Wergera ji zimanê Îngilîzî: Bihar Mirad,
Projeya HINARê ya Çandî û Weşanxaneya Lîsê, Qamişlo 2017
Di wêne da helbestvanê navdar, endamê Desteya Birêveber ya HRRKê Ehmed Huseynî pirtûkan wek dîyarî belav dike.
Riataza