BI MASHUP û BI STRANÊN GELÊRÎ HÛN NABIN HUNERMEND

BI MASHUP û BI STRANÊN GELÊRÎ HÛN NABIN HUNERMEND

Berwar Berwarî

 

 “Masiyê bê av çalepikê xwe li axê dide“: Ev peyv ne gotineke pêşiyan e.

 

Min afirand. Di civaka me da gelek kesên afirîner û cewherên gelek baş hene. Lê mixabin çîroka van kesan jî, ji çîroka Kurdan ne dûr e. Bê xweyî ne!

Berî rewşa Dengbêj û Çîrokbêjan, ji aliyê madî û manewî zor û zehmetiyê da bû, niha jî ya muzîsyenan, hunermendan, afirîneran û ya rewşenbîran… Sebeb û sedem hingî hûn bixwazin zehf in, çiqas mirov qise bike û bi qised kirinê naqede. Ya rast mirov ji çîrokên xwe û an jî ji çîrokên civaka xwe bikaribî huner biafirînî… wekê şitilekî darekî hişîn vede bo ”biçûkêd Kurmancan” Di medyaya dijîtal û video-kliban da ceribandina ”Mahsup”a Kurdî lêgerînekî nu û wiha ye ?

 

Van demên paş di muzîka Kurdî da ” Kurdish Mashup ” li ser medya internetê bûye mode. Gelek muzîsyenên amator û ” profesyonel ” jî berê xwe dane ” Kurdish Mashup ” ê. Hinde videoyan nêzî 28 milyon kes temaşe kirine. Bi rastî kelecanekî 1-2 carên û 5-10 deqîqe dide dilê mirov. Ew qas. Ev ceribandina ”Mahsup”a Kurdî ji aliyên xwe yê herî baş ev e ji bo min, xort û ciwanên Kurd yên nivşên nu (kesên 15-20 salî) bi xêra van video-kliban bi awayekî berê xwe didin çanda xwe û zimanê xwe. Ji bo destpêk ê bo xebata muzîsyen/hunermend gelek baş e lê têrê nake û wekê berfa spî zû dihele diçe…

Ji ber ku pergala kapitalist a bi zimanê Ingilîzî û an jî bi zimanê kapitalizmê di, li dora xwe da dihelînî û winda dike. Zû kifş dike, lê lez tune dike. Her tişt xwarin û ne têr bûn e di pergala kapitalist a wehş da. Belê konjoktûra cihanê bikaranîna teknolojiyê dixwazî, lê li gora hewcedariyê teknolojî, pere, populizm, Mahsup hw… Tişta zêde wekê ava lîçê ji serda diçî… ji tamê derdixînî…

 

Gelo ev peyva egzotîk ”MASHUP” çi ye ?

Mahsup bi Ingilîzî ji peyva ”Mash” (lape, perçiqî, perçiqandina tiştekî ) û ”Up”(serhev, li jor ve serhev rêz kirin) ê tê. Peyva Mahsupê li cîhanê cara yekê di Muzikê da hatiye dariştin (çêkirin). Gohdarên muzîkê Mashupê ji ”potporî” nas dikin. Dişibin hev. Lê :))…

 

Dema Kurdek di axaftin an jî di nivîsekî da bêjî ”lê” baş bizanibin pirsgirêk ji bo fêm kirinê gelek girîng û dirêj e. Peyvên ”lê û lo” her çiqas di axaftina zimanê Kurdî da, a her rojê da hebe jî, di muzîka Kurdî da cara pêşî, ji dengbêjî yekem tê zanîn, Evdalê Zeynê di kilama xwe a ”dilêm loy loy loy” û di kilama ”Gulê marumê” da bikaraniye… ew kesên ku muzîsyen, helbestkar û nivîskarên, peyvên stranên Kurdî diafirînên qedirê ”lê lê û lo lo” ya dayika me nizanin, mixabin. Bi ritim û ritûela ”lê lê, lo lo” û bi melodiya kilamên şîn û girîna Kurdî gelek hunermendên popular yên cîhanê di stran û berhemên xwe da bi kar tînin û gelek stran û berhemên baş jî ava dikin…

 

Gelek sedem û problem hene di xebatên çand û hunera civaka me da. Problema herî mezin jî bi fikira min afirandin e. Her wiha alikarî û hevkariya afirîrîner e. Dema muzîsyenek di karê muzîk an jî hunerê da, di rêbazekî şaş da be, ev ne tenê kêmahiya muzîsyen e. Kêmahî dîyalektîk e. Kêmahî, kêmahiya aranjor e, kêmahî, kêmahiya şewirmendê hunerê, rexnegirê hunerê, dîroknas, wêjekar, helbestkar û kêmahiya tinazker e jî. Li cîhanê hemû civakan binêrin hûnê rastiya gotinên min û hûnê zêdetir û kûrtir bibînin.

Gelo ma çanda netewên bindest wiha tê parastin ? An jî hunera netewan wiha tê afirandin (wekê me Kurdan) ?

Na.

 

Divê beriya her tiştê dil, rih û mejî bixwazî… hemû kes û civakên hunerê perwerde, xwendin, fikir, felsefe û estetîk esas digirin û bi vê miqamê him pêşiya hunera xwe, jiyana xwe û hunera civaka xwe vedikin û pêş ve dibin…

 

Kesê ku dibêjî ez ”muzîsyenê Kurd im, hunermend im hw…” di civaka Kurdan da, di heval, nas û malbatên xwe da bi Tirkî, an jî bi zimanekî din diaxivin û tên bi peran û reklamên bi peran dixwazin bibin şohret, têr pere û ”hunermend”?

Gelê xort û ciwanên hêja yên nu ev rêbaza we şaş e ?

Hekê hûn bixwazin tova hunera xwe baş biavêjin erdê, şitila dara xwe baş bikolin, av bikin û serguliyê xweş bikin ê dara we, ê ter jî bibe, hişîn jî bibe û ê fêkî, mêwe û sî jî ti bide çanda me, hunera me û civaka me…

 

Bi peran, û bi tûrika tejî ya stranên gelerî, bi populîzmê hw… bi van cureyan her kes dika ”huner” bike a girîng mirov bê pere û birçî bikaribî hunera Kurdî biafirînî ?

 

Biborin min zêde dirêj kir. Stranekî we çêke bila dinya û alem biheje…

 

Ev çanda ”Mahsup” ne yê me nin. Ji dîroka dewlemendiya Medan ve, wekê gotina pêşiyan jî dibêjî ”Te li kû winda kiribî tiyê li wê erdê bibînî”

 

Gotina paşî serkeftin û serfirazî ji bo muzîsyen û hunermendên Kurd.

Ligel silavan…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev