Li Kopenhagenê du pirtûkên li ser Êzîdîyan bi semînerekê hatin nasandin

Li Kopenhagenê du pirtûkên li ser Êzîdîyan bi semînerekê hatin nasandin

YİLMAZ YİLDİZ, civaknas/sîyasetmedar

 

Bi amedekarîya weşanxana APEC’ê li Stockholmê, Federasyona Komelên Kurd li Danîmarkê (FKKD) û Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmarkê (KKÊD), roja 02.06.2019 li bajarê Kopenhagenê, li Danîmark, semînerek li ser nasandina du pirtûkên li ser Êzîdîyan hat lidarxistin.

Her du pirtûkên bi navên ”Êzdîxan 97 ferman” (306 rûpel) û ”Qewl, Beyt, Qesîde, Şehda, Dua û Dirozgehên Êzîdîyan” (513 rûpel) ji alîyê her du nivîskar û lêkolînvanên rêzdar Amed Tîgrîs û Rojîn Zarg ve hatine nivîsandin û berhemên kar û xebata wan a bi sala ye.

Her du pirtûkên li ser Êzîdîyan jî, wek çendîn pirtûkên din ên her du nivîskaran, ji alîyê weşanxana APEC li Stockholmê hatine çap kirin, ku Ali Çiftçi, ku kurdekî ji Anatolîya Navîn e, xwedî û berpirsê wê ye.

Piştî bixêrhatina herdu nivîskaran û nasandina wan bi kurtî ji alîyê cîgirê serokê FKKD’ê, Yilmaz Yildiz, berpirsê APEC’ê, Ali Çiftçi jî bixêrhatina mêvanan kir û li ser pirtûkan û sedemê hatina xwe ji bo Kopenhagenê û lidarxistina semînerê hin agahî dan.

Nivîskar û lêkolînvanên rêzdar, Amed Tîgrîs û Rojîn Zarg di axaftinên xwe de kûr û dûr li ser sedemên nivîsandin û lêkolînên xwe ên di derbarê van her du pîrtûkên li ser Êzîdîyan sekinînin û agahdarî dan beşdarvanan. Nivîskar Amed Tîgrîs di axaftina xwe de got ku wan navê pirtûkê kirîye ”Êzdîxan 97 ferman”, lê ev nayê wê wateyê ku heta niha tenê 97 ferman hatine serê Êzîdîyan. Got ku dibê hê bêtir jî hebin, lê tiştê ku me bi delîl û belge û li gor prênsîpên lêkolînvanîyê bi çavkanîyên dîrokî îspat kirîye, me xwe gihandîyayê, me tenê 97 ferman belge kirîye. Nivîskar di axaftina xwe de herwiha bibîr anî ku herçiqas ku dijminên gelê me û hêzên dagirker ên Kurdistanê, ku hatin û kurd bi darê zorê misilman kirin, û her çiqas ku em hemû ji yek nijadê ne, kurdin jî, lê di pêvajoya dîrokê de heta bi kurdên me ên bi ola xwe misilman jî, hatin lîstika dijminan û bi navê olê û Îslamê êrîş birine ser Êzîdîyan û fermana wan rakirine. Mamoste Amed Tîgrîs di vê navberê de bahsa helbest, diha û dirozên Êzîdîyan kir û got, wek ku em dibînin, kurdên me tenê bahsa klasîkên kurdên misilman dikin, lê heger ku yek li rastîyê bigerê, gelek ji diha û qewlên Êzîdîyan berîya 700 heta bi 1000 salan bi kurdî hatine nivîsandinê, wek nîmûne jî Şêx Fexrê Adîyan û çend navên din da nîşandan. Amed Tîgrîs got, ji ber ku Êzîdîyan ola xwe her bi rêya devkî û bi rêya qewal, hilmdar û qewlbêjan parastîye, dema ku DAÎŞ êrîşî Êzîdîyên Şingalê kir û ew jenosîd anî serê wan, terorîstên DAÎŞ’ê bêtir ev zanayên Êzîdîyan kuştin, serjêkirin, ji bo ku ola Êzîdayetîyê ji kok de bibirrin.

Nivîskar û lêkolînvan Rojîn Zarg jî di axaftina xwe de li ser kar û xebata xwe û lêkolînên xwe di nav koçberên Êzîdî li kampa Amedê sekinî û agahî dan mêvanan. Rojîn Zarg di dema fermana Êzîdîyan li Şingalê, di Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê de kar dikir û bi vê pêwanê di nav koçberên Êzîdî de kar dikir û ew bêtir ji nêz ve nas kirin. Rojîn Zarg cara ewil Êzîdî li Bişêrîyê, li gundê Feqîra nas kiribûn, li gel dostekî malbatê ew zîyaret kiribûn û bûbû û dîtibû ku Êzîdî çawa dihayên xwe dikin. Piştre li nav kampê bêtir nasîya wan çêdibê û dest bi lêkolînan dikê. Mixabin dema ku AKP’ê qayum danî ser Şaredarîya Amedê, êdî ew derfetên berê je re namînin û serokşaredarê nû jî Êzîdîyan ji wir belav dikê.

Piştî axaftina her du nivîskar û lêkolînvanên rêzdar, gelek mêvanan pirsên xwe kirin û her du nivîskaran jî pirsên wan bi dilekî fereh bersivandin.

Li ser pirseke kesekî Êzîdî ku ka Êzîdî Zerdeştî ne an jî Zerdeştî Êzîdî ne, nivîskar Amed Tîgrîs got ku berê hemû kurd Yezdanî bûne. Piştre Zerdeşt derket û xwest reformê çêkê û Zerdeştîtî damezirand, lê Yezdanî pey ketin û ew ji wir dûr xistin. Li gel ku hin yezdanîyan jî xwe da pişt, lê Zerdeştîtî bêtir di nav farsian de û li derên din belav bû. Piştî Îslamê kurd bi darê zorê misilmantî qebul kirin, lê Êzîdî her wek Yezdanî man û li ser ola xwe a berê man. Herweha di derbarê kurdbûn an jî erebbûna Şîxadî de jî nivÎskar nerîna xwe eşkere kir û got ku Şîxadî bi nijada xwe kurd bû û ji Hakarîyê bû.

Semîner di nav atmosfereke gelekî xweş û serkeftî derbas bû. Piştî semînerê nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin.

Li vir dixwazim gelekî spasîya her du nivîskar û lêkolînvanên giranbiha, rêzdar Amed Tîgrîs û rêzdar Rojîn Zarg, berpirsê APEC’ê rêzdar Ali Çiftçi û rêzdar mamoste Haqi bikim ji bo hatina wan û lidarxistina vê semînera hêja a di derbarê danasîna herdu pirtûkên li ser Êzîdîyan.

Herweha jî spasîyek taybet ji bo kekê Osman Çiftçi, kekê Recep û salona AZURAY, ku ew ked û xizmet û xwarin û vexwarin bê pere bi me re kirin. Spasîya we tev da dikim. Hun her hebin, her serkeftî bin.

Weşan DRA

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev