Li Parîsê şîna Brûsk Tugan

Li Parîsê şîna Brûsk Tugan

“Ew ronakbîr û welatperwerekî bêwestan bû, ji bo min him heval û him jî rêber bû”

 

Yakup Karademir/Paris

 

Berî salekê, 9ê hezîranê li Enstîtuya kurdî ya Parîsê şîna rojnamevanê kurd, Ferhad Brûsk Tugan pêk hat. Di vê şînê de li gel malbat û hevalên rojnamevan Ferhad Brûsk, bi sedan nasên wî yên Kurd û Fransî jî amade bûn. Şîn bi axavtina destpêkê ya Serekê Enstîtuya kurdî ya Parîsê, Kendal Nezan dest pê kir.

Birêz Nezan di axavtina xwe de li ser kesayetî û rojnamevaniya Brûsk Tugan rawestiya û got ku ew kesekî pir mutewazî û rojnamevanekî jîr bû.

Paşê hevjîna wî Bêrîvan Tugan axivî û got Brûsk ne tenê hevjînê min û bavê zarokên min bû, ew ronakbîr û welatperwerekî bêwestan bû, ji bo min him heval û him jî rêber bû.

Xwiha wî jî got, birayê min ji ber welatperweriya xwe li xerîbiyê bû penaber, lê xewna wî weke ya her welatperwerekî kurd ê li dûriyê Kurdistaneke serbixwe û azad bû. Dost û hevalên birayê min heke dixwazin tiştekî ji bo wî bikin divê piştgiriya pêkanîna vê xewna wî bikin.

Wek tê zanîn Brûsk Tugan, di 4 hezîranê de wenda bûbû û 5ê hezîranê de jî termê wî di Deryaya Manchê ya nêzîkî bajarê Dunkerquê de hatibû dîtin. Li gor agahdariyan, îhtimal e ku ew bi şev derketibe ber deryayê ku cixareyekê bikêşe, di wê navê de piyê wî şemitîbe û ji ser pêgehê ketibe nav ava deryayê ku wê gavê bilind bûbû. Lê, hîn encama rapora otopsiyê nehatiye eşkere kirin.

Ferhad Brûsk Tugan ji Hekariyê bû, rojnamevanî li Universîteya Stenbolê xwendibû, Universiteya Berkeley li California jî master kiribû. Di rojnameyên weke, Rojname, Ozgur Gundemê de, di Radyoya Dengê Emerîka Beşê Kurdî û di Televizyona Kurd 1ê de xebitîbû. Û ji bo naberkariya rêxistinên xêrxwaz ên weke Medecins du Monde/Doktorên Cîhanê û Medecins Sans Frontières / Doktorên Sînornenas bike li bajarê Dunkerquê bû. .

http://www.rupelanu.com/ew-ronakbir-u-welatperwereki-bewestan-bu-ji-bo-min-him-heval-u-him-ji-reber-bu-231h.htm

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev