Belgeyên di dema şerên di salên 1804-1813, 1806-1812, 1826-1827, 1827-1828 da -2

Belgeyên di dema şerên di salên 1804-1813, 1806-1812, 1826-1827, 1827-1828 da -2

Me di 186 rêzenivîsên xwe yên berê da perçeyên ji berhemên zanyarî yên kurdzanên mezin bi wergera kurdî dane. Xwendevanên delal, ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” vê carê emê ji pirtûka kurdzanê mezin P. Avêryanov beşa “Serdazêdekirinan” ya di dawîya berhemê da çapbûyî bi sernavê  ”Belgeyên di dema şerên di salên 1804-1813, 1806-1812, 1826-1827, 1827-1828 da” raberî we bikin. Ji ber ku ew beş mezin e, me ew kir du beşan. Beşa pêşin me heftêya buhurî çap kir. Kerem bikin, îro beşa duduyan bixwînin. 

Ev berhema zanyarî ya bi rûsî ronahîdîtî heta îro jî bi kurdî çap nebûye, lê min ew wergerandiye. Di demeke kurt da weşanxaneya AVESTA bi serokatîya birêz A. Keskîn wê çap bike.

Rêvebirê bernameyê û wergera ji rûsî: Têmûrê Xelîl

 

Berhemên kurdzanên me -187

 

Serdazêdekirina hejmara 5a

 

Hîvîkirina Pêtros Xazarov ji mîrlaw Paskêvîç ya 17ê çileya pêşin sala 1830î

 

(Ji cilda 7a ya Aktî arxêologîçêskoy komîsîî)

 

Dema Mîrze axa – serekê kurdên gelê êzdî (ew bi serî xwe serokatî li binecîyên Rindwanê dikir û bi tirka ra dijminayî dajot) – sala 1829a pê hesîya, ku tu hatî Erzurumê û dixwezî riya xwe ji wira berdewam bikî, herî Dîyarbekirê û ji wira jî berê xwe bidî bajarê Rindwanê, 2 merî bi kaxezên lazim va şande Bayazîdê bal gênêral-milazim Pankratyêv, lê dema pê hesîya ku tirka di rê da ew kuştine, careke din ermenîkî bi navê Kîrakos Arakêlov şand. Ewî bersîvek wergirt û anî da Mîrze axayê serekê Êzdîyan. Cara sisîya ewî nameyek da min û ez bi Kîrakos Arakêlov ra şandime Erzurumê, bal te. Dema em hatine Erzurumê, em pê hesîyan, ku tu çûyî Gurcistanê. Em jî di pey te da hatin. Ji ber ku Mîrze axa nizanibû, ku bi Tirkîyê ra peymana aşîtîyê hatîye girêdanê, ji ber wê jî me turuş ne kir em bê bersîv ser Mîrze axa da vegerin. Dema em gihîştine Gurcistanê, ji bextê me ra me nikaribû te bidîta, ji ber ku tu çûbûyî Rûsîyayê û li vira – Tîflîsê jî hevalê min – Kîrakos Arakêlyan ji dest kolêrayê (xeneqûtk) mir û neferên mala wî bê xweyî û bê sitar man.

Mîrze axa di nameya xwe da hîvî ji we dikir, ku hûn ji bo kurê wî dermanê çeva peyda bikin û emirî li ser min kiribû, ku ez wê yekê ji bîr nekim, ji ber wê jî ez nameya Mîrze axa didime we û hîvî ji we dikim, ku nivîsekê bidine min, ku min ew daye we, da ku ez bigihînime Mîrze axa.

 

Nameya Mîrze axa ji bo mîrlaw Paskêvîç, ya 22ê gulanê sala 1830î 

Ji xulamê Xwedayê Mezin – Mîrze axayê Rindwanê: Hurmeta min ji we – lawê Krîstos, ango Paskêvîçê camêr heye û ez hîvîdar im, ku ev name di demên te yên xweş û şa da bigihîje destê te!…

Piştî silavên min yên giranbuha, ez dixwezim xwe bi dostê xwe yê nenas bidim naskirin: ez Êzdî me, bin destê min da 1500 siyarî, 5 hezar jî esker hene. Dema min bihîst, ku tu hatî Patkosê (Patnosê?), min nameyek ji te ra şand, lê hetanî niha jî min ji te bersîvek ne sitend. Ew sala ku eskerên rûs ketine Patkosê, ez, welatê min û temamîya gelên êzdî û xaçparêz bi hatina te gelekî şa bûn. Eva îdî cara sisîyan e ez nameyê ji te ra dişînim. Ez usa bawer im, ku ewên berê ne gihîştine destê te, ji ber ku xuya ye kesên ku min bi destî wan ew name şandibûn, di rê da bi destê tirka hatine kuştin. Ez nizanim çi hate serê wan?

Min cara duda merivekî xwe bi navê Kîrakos şandibû bal te. Ew hatibû Bayazîdê, bal gênêral, ji wê bi eskeran ra tevayî çûbû Qersê, lê ji wir jî bi eskerên te ra tevayî çûbû Erzurumê û wira we bi komeka Xwedayê Mezin ew bajar hildabû. Qasidê min ne ziman zanibû, ne jî nasekî wî li bajêr hebû, ku bikaribûya daxazên min bigîhandana te. Di nav eskerên te da gênêralekî (?) mezin hebû, ku ser gişka ra bû. Qasidê min hatibû bal ewî gênêralî û daxazên min ji wî ra gotibû. Ewî jî bi nivîskî bersîvek dabû qasidê min. Ew qasid name anî, min vekir, dît, ku we ew name nivîsîye û mor kirîye. Ez bi wê yekê ra gelekî şa bûm, min gazî keşe kir, ku wê nameyê bixûne, lê wî nikaribû bixwenda û min tiştek jê fêm ne kir. Niha ez cara sisîya, ku cara dawîyê ye, du xaçparêza dişînime bal we: yekî bi navê Kîrakos, yê mayîn jî bi navê Pêtros.

Ez dixwezim ji te maqûlî ra bêjim, ku gelê bin destê min da bi jimara xwe va ne pir e, lê em di çevê tirka da pir in û bi alîkarîya Xwedayê Mezin 100 siyarîyên min beramberî 300 siyarîyên tirkan in. Ji ber wê jî gelê tirk min dijminê xwe dibîne.

Eger ew usa ye, tê rind min fêm bikî, ji ber ku tu her tiştî, lê ez hêsîrê teme. O, emê çiqas şa bibin, eger behs bikeve guhê me, ku tuyê bêyî Baleşê, ango Bîtlîsê, an jî qasidên min bên û bêjine min, ku tu îdî hatîyî! Wî çaxî tu li hêsîrê xwe binihêre! Tu hemwelatîyê Rûsîya Mezin, lê ez gênêralek. Serîkî min heye, ewî jî ezê bidime oxira te û gelê bin destê min da jî her wisa. De, bi xatirê te, xweşbextîya we daxaza dilê min e, ew jî bi alîkarîya Xwedayê Mezin: Amîn.

 

P.S. Ez rica ji te dikim, seba xatirê min, bi riya qasidên min dermanê çeva ji kurê min ra bişîne.

 

Not: Xelatê (hemamlix) mêra ji qumaşê sor (ji bo Mîrze axa), 25 çêrvonês û dermanê çeva 28ê çileya paşin sala 1831ê dabû Pêtros Xazarov, ku bigihîne Mîrze xan.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev