Ji nimûneyên zargotina me – 187

Ji nimûneyên zargotina me – 187

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedûheftêduduyan me ji pirtûka “Folklora kurmancîyê”, ku sala 1957an bi kurmancîya kirîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend çîrokên gelêrî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Tîpguhêzîya kurdîya ji tîpên kirîlî ser tîpên kurdîya latînî Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr kirine.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

Îro jî zirar kir

Go, wextekê xocek hebû, go, gelekî kirîn-firotan dikir ber dikana xwe. Dikançî, xoceyêd dora wî hema wa betal disekinîn. Go, kirîn-firotana wî zef bû, go, wê sibê kirîn-firotana xwe bikira, vala nedibû, ki nanê xwe bike devê xwe. Êvarê wê derketa, derê xwe dada, li ber dêrî bigota: “Me îro jî zirar kir”. Go, merivêd dorê dibihîst, ki eva xoce awqa kirîn-firotana wî heye, lê tim dibê: ez zirarê dikim, dibê: “Min îro jî zirar kir”, ev çawane? Ew çira wa dibêje? Mezinê wî şeherî jî bihîst.

Mezin rojekê gazî kirê, go: “Xoce, go, bibaxşîne, tu gelek kirîn-firotanê dikî?”. Go: “Tu xweş bî, ez zef dikim”. Go: “Ne kirîn-firotana te pire?”. Go: “Erê”. “Lê, go, kes tiştekî ji te nastîne?”. Go: “Na”. Go: “Tu karê dikî?”. Go: “Hey mala te avabe, dewlet Xwedê serê te, go, kara min pire”. Go: “Lê ezê pirsekê ji te bikim”. Go: “Belê”. Go: “Tu çima dibêjî ku “min îro zirar kir, min îro zirar kir”. Go: “Lê mala te avabîyo, go, hilbet em zirarê dikin”. Go: “Çima zirarê dikî?”. Go: “Lê roj ji emirê me diçin, emirê me kêm dibe, ez nakevim etra karê, ez dikevim derdê vê derê. Ji emirê me diçe, emê rokê bikevin bimirin, lê ew zirar nîne?”. Ewî merivî go: “Eferim xoce, wekî ew der bîra tedane, tu ne derdê malê dinêyî, tu derdê mirinê û axiretêdanî, ew yek bîra tedane. Ew ji tera derde”.

Got: Bekirê Şemo, ji gundê Pampê, ser nehîya Aparanê, li Ermenîstanê, 80 salî, nexwendî.

 

Dewrana pera

Cimşîd şah kete dilqê gundîya, nav şeherê xwe gerîya; çû cem delak, ku sûretê xwe kurke. Delak sûretê wî şil kir, sabûn kir, lê nihêrî yekî dewletî ji dêrîra hat. Delak Cimşîd şahra got:

-Feqîr, ji vir rabe, here dera han rûnî, ezê sûretê axê kurkim, paşê yê te.

Cimşîd şah got: -Axir te sûretê min sabûn kirîye?

Go: -Bese xeberdî, ezê sûretê axê kurkim, paşê yê te.

Cimşîd şah go: -Hey gidî dinya, hey gidî dewran, dewran dewrana peraye, wekî meriv Cimşîd şah be, bê pere qurûşekî jî ne hêjaye.

Delek teze xwe hesîya, go: “Heylo, lê eva Cimşîd şahe”.

Îda ji dest delak çû.

Got: Ûsivê Hesen, 65 salî, nîvxwendî, ji gundê Pampê, li ser nehîya Aparanê, li Ermenîstanê.

 

Husin, Gulsin

Husin, Gulsin diçin mala bavê Gulsinê. Wêderê mala bavê wê kûpe dims didê, tope qutnî didê, cote sol jî didê.

Lêdixin, tên. Dinhêrin germê li erdê xistîye, erd qelişîye.

Gulsin dibê: -Husino, ev erd çiqa tî bûye, emê dimsê xwe bikine devê erdê, bira vexwe.

Dimsê xwe berdan erdê. Ji xwera diçin. Dinihêrin darek ji xwera diheje; ba lêdixe, diçe-tê.

Gulsin dibê: -Husino, welle eva dara serma dike, were ezê topa qutnî lê warkim.

Topa qutnî lê war dike. Diçin.

Dinihêrin çivîkekê ser kevirekî danîye, lingekî xwe hildaye, yek danîye.

Gulsin dibê: -Welle, lingê çivîkê şewitîye, ezê cotikê sola têxim lingê çivîkê.

Tên mala xwe.

Ew dibê: -Jinê, te kir! Te çima usa kir, meyê niha dimsê xwe bixwera, qutnîyê xwe bikira kinc, solê xwe bikira pê.

Ew dibê: -Mêro, te kir!

Hê-hê şerê wane!

Got: Werda Şemo.

 

•••

Rokê padişa – Loşî Zalim digere. Diçe dinihêre kundek dibêje kundekî:

-Qîza xwe bide kurê min.

Dibê: -Heft xirbê xerabe bide min, ezê qîza xwe bidim.

Ew jî dibê: -Dewlet Xwedê serê Loşî Zalim. Xirbe zefin, xerabe zefin, dinya hilşîyaye, çûye, xerabe zef bûne.

Loşî Zalim radibe dizivire, diçe warê xwe, dibê: “Hey dinya, ez çawa zalim bûme?”. Dinyayê dike edlayî.

Sala din dîsa diçe digere. Dinihêre dîsa kund dibê:

-Ka qîza xwe bide kurê min.

Dibê: -Heft axilê xirabe bide min, ezê qîza xwe bidime kurê te.

Dibê: -Hewî, dibê, dewlet Xwedê serê Loşî Adil, edlayî danîye, dinya şên bûye, xirabe tune.

Got: -Werda Şemo.

 

Gur, rûvî û hirç

Gur, rûvî û hirç bûne bira. Çûn, heywanek kete destê wan. Hirçê got:

-Bira, de bîne em parevekin, çika hûnê çawa parevekin?

Gur go: -Çîye, emê çawa parevekin, go, heça bû goşt – nîvê min, nîvê hirçê, ceger jî besî rûvîye. Rûvî nikare haqa goşt bixwe.

Hirçê gur hilda da ser destê xwe, avît lîlê, lîlêda unda bû, her poçika wî di lîlêda ma.

Hirçê îja go, go: -Birê rûvî, de îjar tu were, çika tuyê çawa parevekî?

Go: -Bira, dewarek rastî me hatîye, Xwedê parevekirîye: nîvî teştîya te, nîvî firavîna te, nîvî jî şîva te.

Go: -Ha, ha pêda hato, go, te dêla gur herîyêda dîtîye, lema tu hatî ser heqîyê.

Got: Seydoyê Şêko, 25 salî, ji Yêrêvanê (Rewanê).

 

Mer û rûvî

Rojekê mer û rûvî dibine destebirakêd hev. Gelekî digerin. Dijminayê hevra dikişînin, yek dixweze ecêbekê bîne serê yê din. Yek bi yekî nikare.

Ewana wextekê diçine ber avekê, dixwezin derbaz bin wî berî avê.

Rûvî dibêje: -Bira, tuyê ji avê derbaz bibî, lê ez nikarim. Ez nayêm. Tu derbaz dibî, derbazbe here, lê me gelek emek li hev daye, me gele tişt bi hevra kirîye, me tevayî nan xwerîye. Were berî çûyînê em emekê xwe li hev helal bikin. Devê xwe bîne, em hevdu paçkin, paşê diçî – here, hemîn ez nayêm.

Mer devê xwe dirêjî ber devê rûvî dike. Rûvî serê mer dike nava diranê xwe, diqetîne. Pey wê yekê cendekê mer teze rast dibe.

-A, dibê, bira, a biratî gerekê awa rastbe.

Got: Sehîdê Bekir, 40 salî, xwendî, li Tbîlîsîyê dima, sinetkar bû.

 

Xezal

Nêçîrvan xezala gerîyan. Nêçîrvanekî tîrek li xezalê xist, birîndar kir.

Xezal hat devê avê; devê xwe kire avê. De, birîndare. Dinihêre dibe şerpînîya kûsîkî.

Kûsî dibê: -Xûşka xezal, halê me wê çawa be ji destê van nêçîrvana?

Xezal dibê: -Kûsî pîso, ez namirim ji tîra nav dilê xwe, ez dimirim ji pirsa tera – nêçîrvan min jî digirin, te jî digirin. Dibêje: “Namirim tîra tera, ez dimirim xebera pêra”.

Xezal îdî avê venaxwe, vedigere diçe cîyê xweyî berê, çîyê.

 

Got: Werda Şemo, 100 salî, ji gundê Pampê li nehîya Aparanê. Werda Şemo gelek çîrok, kilamêd cimaeta kurmanca zane.

 

Wêne: Yaqûb Kurmanc

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev