Kurdên Sovyeta berê rêkxistinîbûna xwe bihêz dikin

Kurdên Sovyeta berê rêkxistinîbûna xwe bihêz dikin

K24 Navenda Nûçeyan

Federasyona Komeleyên Kurdan ya Navnetewî (FKKN) konferansa xwe ya salane li bajarê Sankt-Peterbûrg a Rûsyayê destpê kir. 

Rojnamevan û Nivîskar Hejarê Şamil ji Kurdistan24 re diyarkir, ku Konferans bi rojevek dewlemend lidar dikeve. Ligor agahdariyên Hejarê Şamil ji nav Konferansê:

Di civîna roja yekemîn a Konferansê de endamên Gurcîstanê, Azerbaycanê, Ermenistanê, Qazaxistanê, Qirgizistanê, Bêlorûsyayê, Rûsyayê (bajarên curbecur) beşdar bûn.

Rojeva civînê jî, ji van mijarên jêrîn pêkhat:

– Pirsgirêka Kurd di rojeva cîhanî ya sedsala 21an de.
– Pirsgirêkên Kurdên Sovyeta berê wekî gelê surgunkirî û Sazkirina komîteyekê ji bo çareserkirina wan pirsgirêkan.
– Teyîdkirina endamên rêveberiyê û parvekirina erkan.
– Tesdîqkirina Bernameya FKKN.
– Amadekirina Foruma Ciwanan.
– Amadekirina Komîteya Jinan.
– Ji bo astengkirina asîmîlasyonê, pêşxistinê karên çandî û perwerdeyî.
– Amedekirina wasîteyên perwerdeyî ji bo dûrvehînbûna zimanê Kurdî.
– Derbarê karên FKKN li babetê hevkariya diasporên dîtir ve.
– Amadekirina komîsyonekê ji bo lêkolîna dîroka Kurdên Kafkasyayê û Sovyeta Berê bi giştî.
– Bangewazî ji lidêrên cihanê re, di derbarê dagirkirina Kerkukê, Şengalê û Efrînê de.

Herweha rojnamevan-nivîskar Şamil ji K24 re anî ziman, ku civîn bi axaftin û nirxandinên dewlemend di derbarê mijaran de dom dike…

records Source:https://www.kurdistan24.net/ku/news/8b693bb2-7a63-47b1-ba7c-53dee64417e4?fbclid=IwAR2D6G6yAVuP7_waoRmwC0HamihmC7s33NPt1IjCeObapjJxWLwy_d5Ly5M

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev