Internasyonalisma prof. Qanatê Kurdo, nasyonalisma Nazim Hikmet û raportnivîsek

Internasyonalisma prof. Qanatê Kurdo, nasyonalisma Nazim Hikmet û raportnivîsek

Ev nivîsa nivîskarê malpera me Suleiman Sulevaniyê

ji Başûrê welatê me, qala welatparêzîya  kurdekî li Yekîtîya Sovyet

Qanatê Kurdo û bêbextîya Nazim Hikmetê nasionalist dike,

ku çawa bêmafîya kurdên Bakurê welatê me heq dibîne.

Ev nivîs me tîne ser wê bawerîyê, ku di karê hevgirtina kurdan da

kêm-zêde yekîtîyek çê bûye, bi hêvîya di hêla hevgrtina axa kurdan jî yekîtîyek çê bibe.

 

Suleiman Sulevani

 

Min di nivêsîneke prof. Cebar Qadir tiştek balkêş derbarê prof Qanatê Kurdo û şairê turk Nazim Hikmet xwend. Dibe audîtoriya kurdî û bi taybetî ya kurmancî kêm agah bin ji van bûyeran û loma min bi baş dît bi kurtî ser binvêsim. Û ne dûr e kesên xwedî agah hebin bikarin vê rastiyê zelaltir bikin bi taybetî kurdên Sovyeta berê û bakur.

Mijar ser du bûyerên giring derbarê intelektuelê mezin prof. Qanatê Kurdo ye. Peywendiya van herdu bûyeran jî bi hev re heye, bi têgeha welatperwerî û welatfiroşîyê heye, bi têgehiştina kurd û milletên din jibo têgeha nasyonalism û internasyonalismê heye.

Bûyer 1. Prof. Qanatê Kurdo sala 1957 pirtûkekê ser “Rêzimana Kurdî” dinivêse û danek ji wê pirtûkê pêşkêşî Nazim Hikmet dike û têde dinvêse: “Hêvîdarim ev pirtûk bibe hawênê wê yekê ku tu tiştekê derbarê hevniştimaniyên xwe (kurdên bakur. – S.S.) binvêsî”. Qanat behsa vê rûdanê bo prof. Kemal Mezhir dike û dibêjê: “Mixabin vî …bavî tiştek nenivêsî”.

Tê gotin goya Nazim Hikmet şîrê dayka Celadet û Kamîran Bedirxan xwariye. Lê Nazim Hikmet wek internasyonalist (rasttir bê xwendin – nasyonalist) diçe ser gelek tiştan dinivêse, ser keçeke afriqî dinivêse. Lê li ser milletê kurd tiştekê nanivêse ku bi milyonan kurd bindest û ji hemû mafan bêpar in. Ne tenê wê, ger wî şîrê daykeke kurd mijandibe, wî şîrê xwe jî helal nekir.

Bûyer 2. Kêm kes dikarin gomanê bêxin ser dilsoziya Qanatê Kurdo bo Komunismê û sistema Sovyetê lê di heman demî de, ew kurdperwerekî bêgerd û jidil bû jî. Carekê kurdekî başûrî raportekê ser wî dinvêse û dibêje Qanatê Kurdo KURDEKî NASYONALIST e û xirabiyê digehîne partiya komunist û Yekitiya Sovyetê. Ser van axivtinan Qanatê Kurdo pir tore û aciz dibe û dibêje “Hey Ehmeq” tu dikarî goman liser dilsoziya min bo Komunismê û Yekitiya Sovyetê peyda bikî? Ez kurê hejarekê penaber, bêkes û bêkar bûm û bi saya Yekitiya Sovyetê bûme profesor, min li bereyên şer dij artêşa Hitler bergirî li dewleta krêkar û cotyaran kiriye û ji eniya şer û lêva mirinê bi birîndarî vegeriyam. Nuha tu hatiyî raportekê li ser kesekê wek min bo berpirsên Partî û dewleta Sovyetê dinivêsî!

Diyare xiyanet û berjewendî perestî di xwîna hinekan de tîr û cihgir e, bêyî wê nikarin bijîn. Camêrekî kurd gotineke giran û ne dûrî rastiyê kiriye, ew bi nîvhenekî dibêje: “Komunistên xelkê, îslamistên xelkê û her idelojiyeke din, xelkê dike nasyonalist û welatperwer, tenê yên me dibin k… û xulam”.

Gelo kes dizane ew kesê ew raport nivêsî kî ye û çi agahiyên firehtir ser bûyerê hene?

 

Wêneyê Qanatê Kurdo – Rebwar K. Tahir

 

Têbînî-zelalîyek ji alîyê xudanê vê nivîsê da:

Xudanê vê nivîsê birêz Suleiman Sulevani piştî çapkirina vê nivîsa delal, wek têbînîyekê peyameke ha ji redaksyonê ra şand.

Dema we xweş, birêz xebatkarên malpera RIATAZA! Îro doctor Jabar Kadir nivîsa ser Qanatê Kurdo xwendibû û ez agahdar kirim, ku ku ew gotinên Qanatê Kurdo gotibûn, ew ne bo Kemal Mezherî gotibû belku bo wî anku bo Jabar Kadir gotibûn. Her wesa wî got Kemal Mezher li Bakûyê bû û kêm caran dihat Moskvayê.

Xwendevanên delal, em vê têberdanê bi dilxweşî sererast dikin û zelalîyekê dikine ser vê meselê!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Suleiman Sulevanî

Suleiman Sulevanî ji Başûrê Kurdistanê, bajarê Mûsilê ji dayîk bûye. M.Sc di arkitektur/mimarî da heye. Di gelek kovar û malperên kurdî da nivîsîye, wek Nudem, Avaşîn, Avesta, Diyarname, herwiha weke kolumnist di Netkurdê da demekê nivîsîye. Niha li Swed dijî.

Qeydên dişibine hev