JI BO ŞANOYA KURDÎ ŞEVA PIŞTGIRIYÊ

JI BO ŞANOYA KURDÎ ŞEVA PIŞTGIRIYÊ

Berwar Berwarî / Stenbol

 

Şa Performans komeke şanoya Kurdî ye. Li bajarê Stenbolê li navça Pera/Beyoxlî yê ev saleke xebat û şano dikin. Salona Şanoya Şa Performansê ji xeyna bernameyên xwe, ji bo hunermend û bernameyên Kurdî yên curbecur ra jî bûye kargehekî xebatên Kurdî.

Şa Performans bi rêveberiya şanoger Tuncay Ozel û bi xebatên çend xort û ciwanên Kurd, bi lîstikên zarokan û bi du lîstikên mezinan demsala sala 2018 û 2019 an qedand. Şa Performans jî weke her navenda çand û hunerê li Tirkiyê ji Qeyrana aborî problemên aborî dikêşe…

Kurdên Stenbolê û her wiha şanoger û hunermendên Kurd naxwazin Şa Performans ji problemên aborî bê girtin. Ji bo vê şeva 17 ê Pûşperê li salona konserê li The Mekanê şeveke piştgirî û hevkariyê pêk tînin. Di konserê da stranbêjên Kurd Bajar, Dodan û Sîmir Rûdan stranên xwe ji bo piştgiriya Şa Performansê ê bêjin…

 

Bilêtên vê bernameyî 50 TL ye.
Ji bo bilêt û agahî: + 0543 523 04 00 – 0545 632 36 72
Nav nîşan: The Mekan / Taksim FUN PAGE
Hüseyin Ağa Mah. Atıf Yılmaz Cad. No:17 Beyoğlu / İstanbul

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev