Ji kitêba “Şengala Birîndar”

Ji kitêba “Şengala Birîndar”

Dr. Ezîzê Gerdenzerî, nivîskar/helbestvan

 

Ay-hayê, felekê hayê,
Bêbextê hayê, bêîtbarê hayê.

Felekê te çima ha kir?
Me ji te bawer kir, te bawerî winda kir.

Bo hinekan tu bûyî yar,
Bo me tu bûyî dêmarî, tu bûyî neyar.

Te çetên DAÎŞ sor kir, kir agir,
Te berê wan da me, pişta xwe jî te me da kir.

Dema êrîsa dijmin, dijminê har’,
Tu bûyî bîrsar û xemsar, te nekir tu xebat û kar.

Vala bû, ma xalî, meydana şêran,
Meydana şêran ket destê wan rûvî û çeqelan,

Rûvî û çeqelan keç û bûkên me birin,
Rûvî û çeqelan mal û milkên me talan kirin.

Wan sotin deşt û zevî, rez û dar,
Hate jêkirin serê xelkên rêncber û cotkar.

Ax felekê, feleka bêîtbar!
Xwîn rijiya, xwîna keç û lawan bû behr.

Kavil bûn gund, kavil bûn bajar,
Bûn penaber kal û pîr, jin û zar,

Tenê ma Şengala birîndar,
Ji bo lawên wê çadirên neîlon bûn sitar.

Ax, felekê, derbas bûn pênc sal,
Xelk û axa welêt nalenale, dizare, dike hewar.

Dey nakin ne serok, ne jî rêber,
Serok û rêberên vê cîhanê, cîhana kor û ker’.

Bese, rabin gelî bira, de rabin!
Bese em bikin gazin û loman, ji feleka bêîman.

De xweşkin meydana şêran,
Raqetînin cird, çeqel, nedost û neyaran.

Ji destê xelkê va bernedin Şengala birîndar,
Nehêlin pûngalê li wir germ bikim mişk û mar.

Qenckin birînên Şengala birîndar,
Dest têkin destên hevdu, şên bikin cî û war.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev