Mesrur Barzanî wek serekwezîrê Kurdistanê hate hilbijartin

Mesrur Barzanî wek serekwezîrê Kurdistanê hate hilbijartin

Parlamenteran Mesrur Barzanî hilbijartin wek serekwezîrê Hukumeta Herêma Kurdistanê (HHK).

Sipartine wî Kabîneya hukumetê amade bike.

Parlamenta Kurdistanê roja sêşemê berev bû, bona dengê xwe bide serekwezîrê nû.

Namzatê ji Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ku lawê serokkomarê berê Mesud Barzanî ye, 87 dengên ji 97 dengên kesên amadebûyî sitend.

Parlamentarên ji herdu partîyên îslamî – Komala û Yekîtîya Îslamî a Kurdistanê di dengdanê da bêalî man.
Bo Mesrur, sêkrêterê berê yê Şêwra Aramîyê ya Kurdistanê (ŞAK), 30 roj veqetandine bona hukumetê saz bike.
Pismamê wî, Nêçîrvan Barzanî, piştî wê yekê dest ji posta serekwezîrîyê kişand, dema roja duşemê li Hewlêrê bo kivşkirina wî wek serokkomar heytehola sondxwerinê hate derbazkirin, ku şexsên derecebilind yên welêt û welatên dereke amade bûn.
Niha wê dest bi hevraxeberdanên nû bibin bona sazkirina hukumetê, bona postan di navbera partîyên sereke yên Herêmê da parevekin.

PDK êdî bi Yekîtî Niştimanî Kurdistan (YNK) û Tevgera bo Guhartina (Gorran) ra peyman girêdaye bo damezirandina hukumetê.

JÎNENÎGARÎYA KURT YA MESRUR BARZANÎ

 

Sala 1969an li navçeya Belakayetî li Hewlêrê ji diya xwe bûye, di sala 1985an da, dema 16 salî bû, bû Pêşmergeyê Kurdistanê.

Zewicîye, sê kur û keçeke wî hene.

Barzanî li Zanîngeha Waşîngtonê, herêma Kolûmbîyayê, di hêla lêgerînên navnetewî da derece sitend û di aspîrantûrayê da xwendina xwe ya derheqa pirsên aşîtîyê û çareserkirina pirsgirêkên şêr da xwendina xwe berdewam kir.

Sala 1998an vegerîya Kurdistanê û hate hilbijartin wek endamê Komîtêya Navbendî ya Kongreya PDK ya 12an.

Sala 2010an hate hilbijartin wek endamê Polîtbyûroya PDK.

Sala 2012an ew ji alîyê serokkomarê wê demê Mesud Barzanî hate kivşkirina wek sêkrêterê Şêwra Aramîyê ya Kurdistanê bona kontrola li ser aramîya herêmê, rêçgerîya leşkerî û dayîreyên ewlekarîyê.

 

Desteya Rêvebir ya malpera RIATAZA bi dil Serekwezîrê nû yê Kurdistanê Mesrur Barzanî pîroz dike, jê karên berhemdar û kêrhatî hêvî dike, boy navê gulvedana welatê me û halxweşîya gelê me. 

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev