Rêberê kurdan Mesud Barzanî pêşwazîya kurdên Sovyeta berê kir

Rêberê kurdan Mesud Barzanî pêşwazîya kurdên Sovyeta berê kir

Rêberê kurdan Mesud Barzanî pêşwazîya delegasyona Federasyona Navnatewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) bi serokatîya akadenîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev kir. Di dema rasthatinê rêberê kurdan got, ku kurdên li welatên Yekîtîya Sovyet a berê dijîn,  beşeke bi qîmet ji gelê Kurdistanê ne.

 

Wek ji nivîsgeha çapemenîyê ya rêberê kurd tê elamkirin, Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li delegasyona Federasyona Navnatewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) kir, ku bi seredaneke fermî li paytextê welatê me ye.

 

Di dema rasthatinê delegasyonê pîrozbahîyên xwe aresteyî Barzanî û gelê Kurdistanê kir bo hilbijartina Nêçîrvan Barzanî wek serokkomarê Herêma Kurdistanê.

 

Delegasyona Federasyona Navnatewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) sipasîya xwe dîyar kir bo piştgirîkirina pêşmergeyan, parastina gelê kurd û sîyaseta ku ew li herêmê dide meşandin û herwiha got, ku rêber Barzanî hêvîya hemû kurdên cihanê ye.

 

Delegasyona FNDK daxweza lazimaya qewînkirina pêwendîyên Herêma Kurdistanê bi Rûsîyayê, Asîya Navbendî û diyasporayê, ku kurd lê dijîn, kir.

 

Mesud Barzanî sipasîya xwe di hindava mêvanan da dîyar kir û got: “Kurdên li welatên Sovyeta berê dijîn, ber dilê Herêma Kurdistanê ezîz in”.

 

Barzanî dema behsa dîroka gelê kurd ya bi pirsgirêkan va dagirkî kir, got, ku rewşa niha ya azad û pêşketinê li Kurdistanê bi mêrxasîya Pêşmergeyan va û helwêsta gelê Kurdistanê va girêdayî ye.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev