EM ŞARİSTANİYA KU ÊZDİYAN Lİ SER ERDNÎGARİYA KURDİSTANÊ DESTPÊ KİRÎYE NAS BİKİN Û BİPARÊZİN!

EM ŞARİSTANİYA KU ÊZDİYAN Lİ SER ERDNÎGARİYA KURDİSTANÊ DESTPÊ KİRÎYE NAS BİKİN Û BİPARÊZİN!

Kemal Tolan, lêkolîner

 

Gelek kes dizanin ku, min li ser pirsa ka herêm û deverên Êzdî (Ezdahî) lê jiyane çiqasî ji ol û netewa xwe ya Kurdî re xwedî derketine anjî Êzdî çiqasî urf, adet û zimanê Kurdî parastine, gelek caran raya xwe di lêkolîn, gotar, di nav rûpelên pirtûka xwe, ya bi navê Hebûn û Tûnebûna Êzdiyan Tev Romanên Zindîne û Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê de eşkere kiriye. Her weha min di dû gotaren xwe de*¹ bi taybetî bahsa kevnariya dîrok û şûnwarên Êzdiyan yên ku li herêma Hesenkêfê (Heskîfê) jiyan, kiriye.

 

Nihajî dixwazim dîsa bi taybetî hinekî bahsa erdnîgariya hinek şikeft û çiyayên ku Êzdiyên li herêma Xendeqiyan jiyane bikim.

 

Belê, dîroknivîsê Kurdan yê herî navdar, mîr Şerefxanê hukumdarê Bedlîsê (yê sala 1597 an) jî, di pirtûka xwe ye „Şerefname“ yê de bahsa hinek eşîrên li derdora Heskîfê-Hesenkêfê dike û dibêje: “Sêzde eşiret û qebîleyên giring li navçeya Hesenkêfê hene: Aştî, Mihalbî, Mihranî, Becnewî, Şeqaqî, Îsturkî, Kurdlî Mezin, Kurdlî Piçuk, Reşan, Kişkî, Çilkî, Xendeqî, Suhanî û Bidyan (*²rûpel:191).

 

Her weha, gava mirov baş li ser vê xarîta xwarê jî binêre, meriv dibîne ku erdnîgariya çiyayên Xendeqiyan bi navê “çiya yê Khaldî” (Xaltî)ya jî hatiye kifşkirin û hingê ji çemê “Yanar Suyu” re jî gotine “Ava Yezîdxanê”.

 

Çavkanî*³

 

Min jî di rûpelên pirtûkên xwe de dae xwanê kirin ku, Xendeqanî ne tenê navê eşîrekiye. Xendeqanî, navê herêma ku gelek eşîrên me Êzdiyan lê jiyan e. Ev herêma Xendeqiyan li navçeya Qubîn (Beşirî), Batman, Heskîfê ye û yek ji deverên Ezdahiyan ya herî kevn e .

 

Li ser vê xarîtê de jî xwanê dibe ku çiyayê Xendeqiyan ji bakur-rojhilatê Batmanê bi qasê 8 km pêve, li ser rêya diçe Merdînê (D955), dikeve milê çepê destpêdike, ji wir diçe ber ava çemê dîcle û pira bajarê Heskîfê. Ji ber çemê dîcle li ser milê çepê jî diçe heta serê herdû ava. Ji ber çemê “Ava Êzîdxanê- Yanar Suyu” li ser milê çepê diçe heta bakurê gundê Dûşa (Kumgeçit), Malêbiniyê, Mizareşê, ji wir dertê diçe heta derdora gundê Şimzê (Oğuz) û jî heta cardinê dizivire ser rêya Merdînê (D955).

Ji ber ku bîst salên min jî di nav vê erdnîgariya çiyayên herêma Xendeqiyan de derbas bune, ez baş dizanim ku, di nav çiya yê „Khaldî „ Xendeqiyan de gelek kele, zinar, sarince, deşt, şikeft, gelî, newalên kûr û bi taybetî jî tenê li Heskîfê (binêren li ser wêne rastê) nêzî 15 hezar şikeft hene. Ev herêma, yek ji ciyê şûnwarê Kurdan yê herî kevn e.

 

Navê hinek şikeftên ku bûne şûnwar û sitara Êzdiyên li herêma Xendeqiyan ev in:

 

Şikeft-ên:

 

Çinêriya, Zêwê, Baleka, Siloderka, Qelo, Sîxwira, Sina Xirabe, Geliyê Nêrmê (Kela Vireyten), Geliyê Heşîşanê, Malê-biniyê, Sinê, Emer, Qerehê ( li binê şikefta Emer e in), Qurê, Berzaneka, Gundê Şikefta

Gêrê, Mexera Kerê, Qirna, Zivinga, Şikeftestûn, Girê-Mator, Çale Rijiyê û hwd. Her devereke ku şikeft lê hene, li wirê bi hindikayî Sarinceyeke avê jî heye.

 

Ez bawer nakim ku, ev şikeft û sarencên avê yên ku piraniya wan di zinaran de ne û meznaiya wan di navbêna 20-500 m² ye, bi destan hatine kolandin. Lê, eşkere ye ku gelî, zinar, şikeft û kele di dema destpêka şaristaniyê de ji bo ku mirov xwe lê bisitirin û di dema şer de xwe biparêzin hatine bikaranîn. Ji xwe di zargotina me Êzdiyan de vêga hêjî baş xwanê dibe ku gelek ilimdar, babçak, qewal, dewrêş û rihaniyên olî di nav şikeftan de rê û rismên ola xwe naskirine. Lewma hêjî gelek cejnên olî û parêzgehên pîroz di şikeftan de hene.

 

Gelek dîrokzane û lêkolîner jî mîna zargotina me dibêjin ku, şikeft bûne symbola gelek berxwedan û serhildanên me Kurdan. Rola şikeftan di nav çîrok, şano, efsane û romanen cîhanê û bi taybetî jî di nav yên me Kurdan de gelekî mezine.

Wêne ji ber çavk.:4

 

Lê mixabin, gelek kesên Kurd nikaren (anjî naxwazen?) eşkere bahsa hêza bav, kal, mîrek, oldar û serokeşîren me Êzdiyan, yên ku di nav van dever û cîhên asê de li dijî êrîşkar û dagirkerên Kurdistanê berxedane biken. Lewma jî bigumanim, arkeolog û dîrokzane bi tarîxa şaristaniya Ezdahîtiya ku di nav şikeftên erdnîgariya Kurdistanê de destpêkirye nizanen. Û çi gava rêveberên şînawara, arkeolog û dîrokzan li ser van kele, zinar, sarince, deşt, şikeft, gelî û newalên çiyayên ku Êzdî lê jiyane baş lêkolîn bikin, ewê jî bivînin, ev wargehên Ezdahiyan paytexta padîşahê cin, perî û hemû mîrekên Kurdan bûne. Wênê ji ber çavk.:5

 

Belê , ez bawerim gelek mînakên ku vê nirxandina min pişterast dikin jî hene:

Mînak binêren li agehdariyên di çavkanî: 4, 5 û ya herî balkêş jî , ji xwe gelek kesan ji we jî bihîst anjî xwandiye ku, axkolkvan (Arkolog)ê Alman Prof.Dr. Klaus Schmidt, di sala 1994 de çuye Kurdistanê li bajarê Riha yê, ewî gelekî bala xwe daye ser wî ferşê kevirê ku li derdora Girê Navîn”Göbekli Tepe” hatiye dîtin. Dûre Prof. Dr. Klaus Schmidt û gruba xwe hima dest bi axkolijiya li der dora Girê Navikê”Göbekli Tepe” kirine. Pişt ra jî Prof. Dr. Klaus Schmidt, nîrxandinên xwe yên li ser pêker û wênên li ser stunên kevirên paristgeha ku di binê axê de dîtiye, di gelek kovar, rojnamen cûde û di rûpelên pirtûkekaxwe da beladike û binemak (îda) dike ku, “ev paristgeha li Girê Navîn”Göbekli Tepe” beriya dûwanzdeh hezar salan hebuye” (Çavkanî: 6).

 

Dîsa Nnivîskarê Îngîlîz, Tom Knox (navê wî yê rast: Sean Thomas e) jî di pêşgotin û di gelek rûpelên Romana xwe “Sirê Afirandinê” (Çavk.:7) de dide xwanê ku “ev paristgeha Girê Navîn”Göbekli Tepe” şûnwarê mirovên ku baweriya xwe bi Tawisî-Melek di anîn e û di dinyayê de paristgeha herî kevne. Beriya dûwanzdeh hezar salan ev şaristaniya gelek dewlemend û mîna bihiştê buye. Lewma jî ewan hingê evqas peykerên lawirên Xwedanên xwe li ser ferşên stûnên paristgeha xwe kolandine.”

 

Hêvîdarim ku Kurd dîroka şûnwar û kevnariya çanda bav-kalên me rast bidine naskirin û parastin.

 

Çavkanî*: 

  1. Kemal Tolan, Giringiya dîrok û şûnwarên Êzdiyan yên li herêma Hesenkêfê I û II –
  2. Şerefxanê Bedlîsî , ŞEREFNAME  (berî çarsed salan di 14.8.1597 de temam kiriye k.t.)-Tarixa Kurdistanê ya kevn- Zîya Avci, Apec çapa yekema kormancî 1998 Swêd
  3. Ev Xarîte ji ber Kitêba Dr.P.Müller Simonis, Durch Armenien, Kurdistan und Mesopotmien Meinz 1897, hatiye girtin.
  4. Receb DILDAR – Li Wêranşar perestgeha Êzdiyan – 2007
  5. Dr. Mehmet Demirtaş, http://www.ahlat.gov.tr/default.asp?id=70 (Ez li virê dixwazim ku hûn awirekê berdine ser wênan, nabêjim ez terefterê xwediyê malperê û naveroka gotarê me. Kemal Tolan)
  1. Klaus Schmidt- Sie bauten die ersten Tempel 2007- C.H.Beck ISBN : 978-3-406-53500-0
  2. Tom Knox, Yaratılışın Sırrı- Pegasus Yayıncılık ISBN: 9786054263776 Ağustos – 2010. 

Kemal Tolan, ev gotara di rûpelên : 255-260 – Nasandina kevnesopen Ezdiyatiye II, Hewlêr 2012- de weşandiye.

https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1868998096649196&set=picfp.100006170713219&type=3&theater

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev