EPÎKTETOS: RÊBERNAMA HUNERA JIYANÊ

EPÎKTETOS: RÊBERNAMA HUNERA JIYANÊ

Gird Elî

I.
Beşek ji heyînê di bin hikmê me de ye û beşek jê jî derî wê ye. Ya di bin hikmê me de, bîrûbawerî, xwestek, bengînî, tam û tamsarî, – bi gotinekê, hemî tiştên ku bi çalakî, karîgerîya me ve girêdayî ye; ya derî hikmê me, laşê meriv e, maldarî, rûmet, rêza meriv ya civakî – bi gotinekê, hemî tiştên ku derî çalakî û karîgerîya meriv in.
Ya di bin hikmê me de, di xwezaya xwe de azad e, serbixwe û serbest e. Ya ku ne di bin hikmê me de ye, jar, kole û tijî asteng e. Ji giyanê me re biyanî ye.
Wê demê bi bîr bîne, eger te ya kole û biyanî fena ya azad, kir malê xwe, divê tu bizanibe ê pêşî li te bê girtin, tuê asteng bibî, biqeherî, gilî û nifiran li xwedayan û merivan bikî. Lê berovajî vê, dema ku tu, tenê ya aîdî xwe bihebîne û ya ku biyan e ji xwedîyê wê re bihêle, wê demê tu kesek xerabîyê bi te nake, kesek tu astengîyan ji te re dernaxîne. Bê guman, wê demê jî tuê gilî û nifiran li kesekî neke û tu heraketekê bêdilî xwe nekî. Dijminê te jî çê nabin, kesek di derbarê te de, ya xirab nafikire û tu bela bi serê te de nayên.
Lê dema tu xwestekên xwe zêde û bilind bikî, divê tu karûxebatekê zêdetir jî bikî, hin tiştna ji hebûna xwe derxîne, fedekarîyan bikî, wan bispêre dem û wexteke din. Li gel vê ku tu daxwaza zengînî, nav û meqam jî bikî, mimkin e ku tu yekê ji van jî bidest nexîne. Miqabilî vê tu dikane, azadî û aramîya jiyana xwe jî, ji dest xwe derxîne.
Lewra, divê tu amade be û bikanibe ji hemî xeyalên ku derkevin pêşberî xwe re bibêjî ”Tu xeyalek e û ne rasteqîn e!” Paşê lê hûr bibe û li gor prensîbên xwe biceribîne. Ya herî pêşin, fam bike, ka gelo ev di bin hikmê te de ye, an ne; eger ne di bin hikmê te de be, bê dudilîyekê dev jê berde û bibêje, ”ev min eleqedar nake.”

II.
Qe ji bîr neke, mebesta xwestekên te, bidestxistina daxwazên te ye. Û mebesta biza te, jêfilîtîna tirsdarîyên te ye. Ya ku meriv jê bitirse ku bi serê meriv de were, meriv bedbext e. Eger tu ji ya tirsdar nefret bikî û ew di bin hikmê te de be, tu dikanî xwe jê biparêzî. Lê, ku tu ji mirinê, nexweşîyê û xizanîyê bitirsî tuê bedbext bî. Wê demê, cihên tirsdarîyên xwe biguherîne. Ya ku ji te nayê, bispêre ya ku di dest te de ye. Ji bo demekê jî tu divê daxwazên xwe ji bîr bikî. Lewra, ku tu daxwazeke ku ne di bin hikmê te de ye bikî, tu dê xemgîn bî. Dema tu bi xwestekek welê rabe, ew nîşan dide ku tu hêj ne stewya ye û nizane kîjan di bin hikmê te de ye û kîjan dervî wê ye. Wê çaxê divê tu di lêgerîna xwe de berdewam be, bi tedbîr be û nelezîne.

III.

Qe ji bîr neke, li beramber, hemî tiştên te mijûl dikin, pêdivîyên te, bi gotinekê, hemî tiştên tu jê hes dikî, bi hizir be. Eger tu ji cerekî hes dikî, xwe bi xwe bibêje: ”ez ji cerekî hes dikim” dema ew şikest tu dê li ber nekevî. Tu ji jin û zarokên xwe hes dikî, xwe bi xwe bibêje ”ev dunyayeke fanî ye” dema ku hinek ji wan mirin, tu xwe winda nakî.

IV.
Ya ku merivan ditirsîne û xemgîn dike ne tişt û bûyer in, lewra, hizir û bawerîyên di derbarê wan de ne.
Weke mînak, mirin ne felaketek e. Eger welê ba, dê evîya ji Sokrates jî welê xuya ba. Lewra, felaketa mezin, di bawerî û hizirkirinê de ye, ku mirin felaketek e. Ji ber vê dema tiştek bi serê me de diqewume, divê em ji xwe pê va kesekî din sûcdar nekin, ango hizir û fikrên xwe muhakeme bikin. Ji ber qezeyên ku bi serî de hatine, ên ku xwe an hineke din sûcdar dikin, kesên cahil in. Ên ku ne xwe û ne jî keseke din tawanbar nakin, merivên hişyar û azad in.

V.
Qe, xwe bi tişta ku ne ya te ye nepesîne. Eger, hespa te xwe bipesanda û bigota ”ez xweşik im” evîya dikanîbû qebûl bû ba. Lê, ku tu bibêje ”hespeke min î xweşik heye” tu pesnê xwe dide ku tu xwedîyê hespeke xweşik e. Li vir çî te heye? Tu li vir tenê xeyalên xwe bi lêv dikî. Lê ku tu, xwezayê, dûzena wê û fikrên xwe bidî ber hevedin, wê demê bi serbilindî tu dikanî pesn û teqdîr bikî ku tiştekî te heye.

VI.
Ger di rêwitîyeke deryayî de ku keştîya te kete benderê û ji bo tu avê bîne te bişînin bejayê, li rê tu dikane pêrgî şeytanok û çîçekan bibî û bixwaze wan bidî hev, lê divê bala te her tim li ser keştiyê be. Ka gelo kaptanê wê gazî te dike an ne. Gava gazî te jî bike, bilez divê tu tiştên di destên xwe de bavêje erdê û vegere. An fena mihekê te girê didin û davêjin hundurê keştiyê. Di jiyana rasteqîn de jî wusa ye, li şûna şeytanok an çîçekê tu dikane ji jinekê an mindalekî hes bike, wan bihebîne. Lê, dema kaptên bangî te kir, tu dev ji hemî berdide û bêyî li paş xwe binerî bilez vedigerî. Ji xwe ku tu hinekî jî yextyar be, divê tu ji keştiyê zêde dûr nekevî.

VII.
Qe ji jiyanê nepê, tiştên ku diqewumin bila li gor xwezîyên te bin. Çawan diqewumin, welê xwezîya xwe li wan bîne. Wê demê tu dê her dem bextewar be.

VIII.
Nexweşî ji laş re astengek e, ne ji îradê re, eger ew ne li gel be. Kulekîya min ji lingê min re astengek e, ne ji îrada min re. Di hemî rewşên din de jî ku derkevin pêşberî te divê tu welê bifikire. Wê demê tu ê serwext bibî ku ev tişt hemî ji bo tiştin din asteng in lê ne ji bo te.

IX.
Eger tu li ser reya xwe pêrgî tiştekî bû, li hundurê xwe vegere, wê demê tuê bibînî ku fezîletek tu jê sûd werbigre li ba te heye. Eger tu li jinekê xweşik rast hat, li beramberî vê tuê di hundurê xwe de mezîyeta xweragirtinê, namûsê, bibînî. Eger zehmetîyek derkeve pêşberî te, tuê wêrekîyê bibînî. Şerm û heqaret be tuê sebrê bibînî.
Eger bi pîvanên welê tu heraket bikî tu caran dê xofên te li ser te nikaribin hikim bikin.

X.
Çi dibe bila bibe, qe nebêje ”min ew winda kir!” Lê bibêje, ”min deynê xwe paşde da” Lawekî te mir? Min ew paşde da. Jina te mir? Te deynekî xwe paşde da. Erdê te ji dest te girtine? Te ew jî paşde da. Lewra, yê ku ji te sitandiye hîlebazek e. Ê ku carekê ew dabû te, bi çi reyê û çawan ji te paşde girtiye, ma çi qîmetê wê heye? Heta ku ew li ba te hiştiye, tuê wê, fena rêwîyekî ku tiştên li mêvanxaneyekê bikar tîne, welê bi kar bîne.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev