Rayedarên Tirkiyeyê! Bo helekarîyên xwe bi zimanê Kurdî neaxivin!

Rayedarên Tirkiyeyê! Bo helekarîyên xwe bi zimanê Kurdî neaxivin!

Yaqûb Kurmanc

 

Tu kes tune ye bi rayedarên Tirkiyeyê re bibêje bi zimanê Kurdî neaxivin û parsê nekin.

Zimanê Kurdî emaneteke giranbuha ye ku me ji bo nifşên pêşeroja xwe parastiye û zimanê Kurdî azad bikin bila zarokên Kurdan pê fêr bibin û rojekê werin li dibistanên Kurdan rûnên û bila zarokên me we fêrî zimanê Kurdî bikin!

Emê wê demê bizanibin hûn dilsoz in.

Hûn bûne meqesa dû devî, dema hûn dixwazin Kurdan bixapînin, ji devê ko bi kar tînin û lê dema hûn bixwazin me ji holê rakin ji devê tûjî meqesê (cawbir) li hemberî me bi kar tînin.

We zimanê Kurdî qedexe kiriye, da ko di dirêjahiya demê de ev ziman têk here û bi têkçûna zimanê Kurdî helbet tiştekî bi navê neteweya Kurd jî dê tune be.

Hûn dîroka me ji nav dibin, Heskîf’ê dixeniqînin da ku belgeyek dîrokî ji me nemîne ku em siberojê bikaribin pê xwe bi dinyayê bidin nasandin.

Wekî din we bi dagirkirina Efrînê ji sedî sed bo hemû Kurdan eşkere bûye ku hûn tenê hatine afirandin da ku Kurdan tune bikin.

Bi rêya Efrînê gelê Kurd dikaribû di warê aborî û siyasî û civakî û hwd bi cîhanê re peywendiyan çêbike, lê we bi dagirkirina Efrînê ew hemû hêvî kuştin.

Ji ber ku hûn dijmin û dijberê Kurdan in û ne dost û birayê Kurdan in.

 

Bira hemû kurd vê yekê bizanibin!

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev