Dengê devokeke rengîn a kurmancî kete guhê min

Dengê devokeke rengîn a kurmancî kete guhê min

Gönül Gün

 

Çend roj berê li Enqere ez li cafeyekî rûniştim. Piştê demekê komek ciwanên kurd hatin masayeke li nêzî min rûniştin û dest bi axaftinê kirin. Ji devoka van a kurmancî wisa xuya dikir ku ev xortana kurdên derdora bajarên ji Colemêrgê û Şirnaxê bûn. Ev ciwanên delal, bi devoka xwe ya xweş û cihêreng qise dikirin. Dengê devokeke rengîn a kurmancî kete guhê min.

Ev koma ciwan rabûn, piştê demeke din komek kurdên soranîaxêv hatin li maseyeke din a nêzî min rûniştin. Ev kurdên soran ji kîjan bajarî bûn, min tam jê dernexist, lê îxtîmaleke mezin soranên an ji Hewlerê an jî yên Silêmaniyê bûn. Ev kurdên soran jî bi zarava xwe ve dest bi sohbetê kirin. Dengê soranîyê a xweş rîtim jî kete guhê min.

Min xwe bi xwe got: kurdî bi tena serê xwe derya ye/zerya ye. Miletê kurd bi xwe miletekî pir reng, pir deng, pir ol e. Û wisa xuya dike di paşxana kurdî de dîroka hezar salan cihê xwe girtiye. Bi ya min ev dîrok, ango bîr/hafiza bandor li ser zimanê me jî kiriye.

Hezar heyf ku ev ziman û çanda qedîm ev sed salên dawî nebû xwedî dewlet!

Lê her çi bibe tevî hemû zor, zext û rewşa heyî pêwist e her kurdên dilsoz xwedî li ziman, nasname, çand, dîrok û welatê xwe derbikeve û heta ku me rojek mala xwe ava kir!

Baş e ku ez jî zarok û nêviyên vî zimanî û vê çanda qedîm im. Çiqas ziman, çand, dîrok û welatê xwe nas dikim, ewqas ziman, çand, dîrok û welatê xwe hez dikim û dixwazim bêtir xwedî li van mîratên derbikevim…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev