FNDK Serekwezîrê nû yê Kurdistanê pîroz kir

FNDK Serekwezîrê nû yê Kurdistanê pîroz kir

Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) Mesrur Barzanî pîroz kir bo hilbijartina wî wek serekwezîrê Herêma Kurdistanê.

Nivîsa pîrozbahîyê li ser rûpela fermî ya FNDK ya ser Facebookê hatîye weşandin:

 

“Ji Serekwezîrê Herêma Kurdistanê

birêz Mesrur Barzanî ra

Birêz Mesrur Barzanî!

 

Em, kurdên li ser axa welatên YKSS (Yekîtîya Komarên Sovyetî yên Sosîalîstîyê) a berê dijîn, bi guhdarî bala xwe didine bûyerên li welatê kal û bavan diqewimin.

Em ji dil bi serketinên gelê xwe yê li Kurdistana Başûr va şa dibin û bi xemgînî ber xwe dikevin, dema li herêmê bûyerên diltezîn dibin.

Em hemû dijwarîyên sîyasî, aborî û sosîalî, ku niha li ber Herêma Kurdistanê sekinîne, rind derc dikin û fêm dikin.

Lema jî me bi dilekî şa û bi kêfxweşî biryara Parlamentoya Kurdistanê qebûl kir, ku erkê serekwezîrê Herêma Kurdistanê danîne ser We.

Em bawer in, ku Hûnê bi layîqî karê pêşîyên xwe yên mezin, xwemsa kalikê xweyî nemir, Mustefa Barzanîyê efsaneyî, bavê xwe – rêberê gelê kurd Mesud Barzanî berdewam bikin, yên ku xeyal kirine û niha jî xeyal dikin ku gelê kurd azad be û Kurdistan serbixwe be.

Em bawer in, ku Hûnê hemû cûre reformên pêwîst pêk bînin, yên ku wê bikaribin alî pêşketina herêmê bikin, lê tecrûbeya We ya professional, zîrekî û jêhatîbûna We a şexsî wê alî We bikin bona bi kardarî kar bikin boy navê xweşbextîya Herêma Kurdistanê, û Hûnê her tiştî bikin bona pêkanîna potensîala wê a civakî-aborî, parastina lihevkirina di navbera miletan û mezheban da, bona bilindkirina halxweşîya jîyana merivan.

Zanebûnên We ya bêhempa, xebathizîya pir, ênêrgîya bêhesab zef û ya sereke – hezkirina rasteqîn ya gelê xwe, delîlê kardarîya şuxulvanîya We ye li ser wê posta bilind.

Hûn gihîştine serketinên berbiçav, tecrûbeya We ya xebata erkdar pir e, xwesma di karê ewlehîya Herêma Kurdistanê da. Em bawer in, ku professionalî, zîrekîya organîzatorîyê û êginîya We wê ji vir hada jî alî bi kardarî çareserkirina pirsgirêkên Herêmê yên sosîalî-aborî bikin û wê halxweşîya gelê me hê bê bilindkirin.

Em bawer in, ku Hûnê ji berê va pirsgirêkan çareser bikin bo herêm bi hemdî xwe pêş bikeve.

Em bi dil û can We bo posta Serekwezîrê Herêma Kurdistanê pîroz dikin!

Em ji We ra cansaxîyê û serketinê dixwezin!

Serokê Federasyona Navnetewî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) –
Profêsor/akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev.”

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev