Lİ BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ

Lİ BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ

 

Kemal Burkay, serokê “Weqfa Riya Azadî”

 

Ji bo merasîma Serokê Herêma Kurdistanê yê nû, Nêçîrvan Barzanî ku çend roj bere hatibû hilbijartin, bi daweteke fermî çûbûm Başûr. Di 9ê Heziranê da çûm û di 12 da vegerîm.

 

Gelek siyasetmedar û rewşenbîran Kurdan ji parçên dinê – ji Bakûr, Rojhilat û Rojava, her usa ji Ewrûpa û welatên dinê – hatibûn. Tevî Serokê HAK-PARê Refik Karakoç û gelek mêvanên din, em li Hotêl Dîwanê da man.

 

Civîn 10ê hezîranê roja duşemê li paytext Hewlêrê di Salona Kongrê da çêbû. Tevî parlamenter û endamên Hukumetê ya Kurdistana Federal, wek diplomat û mêvan qasî 1200 kes di civînê da beşdar bûn.

 

Di destpêka civînê da Serokê berê birêz Mesût Barzanî axaftineke kurt kir û ji aliyê beşdaran eleqeyeke mezin dît. Birêz Neçîrvan Barzanî jî wek serokê nû sond xwar, her usa jî axaftinek kir.

 

Serokkomarê Iraqê Behram Salih jî bi Kurdî û beşek jî Erebî axaftınek kir. Her usa serokê Parlamena Iraqê û nûnerê Hukumeta Iraqê jî qisekirin.

 

Piştî merasîmê me birêz Nêçêrvan Barzanî pîroz kir û jê ra serketin xwest.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev