Ji berhemên kurdzanên me – 188

Ji berhemên kurdzanên me – 188

Xwendevanên delal, me berî çendekê ji rêzenivîsa ”Berhemên kurdzanên me” çend beşên ji berhema zanyarî ya bi navê “Kurdistana Nû” ji rûsî wergerandibû kurdî û raberî we kiribû. Ev berhema zanyarî çend kurdzanên navdar yên Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskvayê bi serokatîya akademîsyen Şekroyê Xudo nivîsîne, amade kirine û bi rûsî çap kirine. Îro me bona we beşa bi sernavê Rewşa Kurdistanê ya hundur û der di nîveka duda ya salên 40î hetanî nîveka pêşin ya salên 50î daamade kirîye, ku bi tevayî reng û rûyê miletê me û welatê me tîne ber çavan. 

Ev berhema me ya 188an e. Kerem bikin, bixwînin. Em dixwezin destnîşan bikin, ku Têmûrê Xelîl eva pirtûka ji zimanê rûsî wergerandîye û weşanxaneya LÎSê berî çendekê ew li Amedê çap kirîye.

Amadekar û wergera ji rûsî Têmûrê Xelîl

 

 

Rewşa Kurdistanê ya hundur û der di nîveka duda ya salên 40î hetanî nîveka pêşin ya salên 50î da

 

Di destpêkê da tevgera kurda li Tirkîyê gumreh nîbû, ji ber ku li ser wan têrora eskerî-cendirmîyê û ya serokatîyê hebû. Piranîya hêzên Tirkîyê yên eskerîyê li wilayetên welêt yên rohilatê da hatibûne cîwarkirinê û ewana hazir bûn her demê bi çek derkevine dijî her daxazên kurda. Lê dîsa jî Enqerê nikaribû kurdên Tirkîyê ji wan bûyera dûr bixe, ku li perçên Kurdistanê yên mayîn da dibûn. Wek mînak, çend welatparêzên ji Kurdistana Tirkîyê bi partîya “Jîyana Kurdistan” (Kurdistana Îranê) û ya “Hîwa” (Kurdistana Îraqê) ra di nav pêwendîyan da bûn. Hela di tebaxa sala 1944a da li çiyayê Daînperê (ser sînorê Îranê û Tirkîyê) dêlêgatên sê perçên Kurdistanê rastî hevdu hatin û li wir ji navê hêzên Kurdistana Tirkîyê Qazî Muhemmed Wehab jî hazir bû. Di wê hevdîtinê da dêlêgata li ser pirsa hevrakarkirina ji bo navê Kurdistana serbixwe sekinîn.

Serokatîya Tirkîyê bi sazkirina otonomîya kurda li Îranê ketibû di nav xemên giran, ji ber ku ew yek dikaribû li Kurdistana Tirkîyê nasyonalîzmê bide xurtkirinê. Di dawîya sala 1945a û destpêka sala 1946a dîwana Tirkîyê destpê kir kurdên li ser sînorên Îranê û Îraqê sirgûnî kûraya welêt kir. Lê rûyê zêdebûna sertbûna sîyaseta der da ewana zûtirekê mecbûr bûn dest ji destdirêjayên hindava kurda da bikişînin. Hela ser da jî, di sîyaseta çîna serkarîkir ya pirsa miletîyê da hinek nermayî xuya bû û ew dihate wê manê, ku bi awakî nû berbirî problêma kurda dibin.

Dema ku Tirkîya di dawîya salên 40î da derbazî sîstêma pirpartîtiyê bû, kurdên dewlemend destpê kirin xwe nêzîkî çîna serdest ya Tirkîyê kirin. Giregirên kurda, bêy ku bawerîyên wan hindava dîwana navbendî çawan in, destpê kirin bere-bere bi giregirên tirka ra ketine nava hevrakarkirinê. Ewana derbazî bajar dibûn û diketine nava karê tucarîyê, opêrayonên fînansîyê, çend derecên malhebûnê xistibûne bin hukumê xwe û dev ji xwelîya bin destê xwe da bernedidan, tevî civînên serokatîya Tirkîyê yên li wilayeta dibûn.

Di wan dema da kurdên Îranê şerê himberî desthilatdarîya serkarîkir berdewam dikirin. Rewşa di navçeyên kurda da di nav “desthilatdarîya reş” ya welêt da xemgînîyek pêşda anîbû. Di destpêka sala 1947a da hukumeta Îraqê di navçeyên kurda yên ser sînorê Îranê da halê eskerîyê îlan kir. Bikaranîna hemû qanûnan hate sekinandinê û borcdarîyên bona “parastina rehetîyê û qeyde-qanûna” danîne li ser qumandarê eskerên herêmên welêt yên bakûr. Lê di van şerta da jî di navçeyên Kurdistanê yên cihê-cihê da mîtîng, civîn û xwepêêşandin dihatine derbazkirinê. Tevgelên wan (piranî gencên xwendevan bûn) dewa mafên xwe dikirin. Xwesma binecîyên Suleymanîyê aktîv bûn, ku daxazeke wan ya bingehîn ew bû, ku baxşandinê (amnîstîya) bidne tevbûyên serhildana sala 1945a. Cendirme bi awakî hovîtî ji heq-hesabên tevgelên xwepêêşandina hate der.

Bona testîqkirina qeyde-qanûna li welêt, sala 1947a Nûrî Sehîd careke din wek serekwezîr hate hilbijartinê, ku berdevkê îngilîsa bû, lê rewş berbi pakîyê neguhêrî. Hilbijartinên parlamêntîyê yên “aza” xwesma li Kurdistanê di şertên sert da, hatine derbazkirinê.

Parlamênta Îraqê ya nûhilbijartî, ku piranîya wê milkedarên mezin, şêx û tucar bûn, gerekê girêdana peymana nû ya bi Îngilîs ra testîq bikira, ku qet ne bi dilê gelek ereba, kurda, miletên kêmjimar yên mayîn bû û ewana bi awakî eşkere nerazîbûna xwe dîyar dikirin. Şertên peymanê hema bêje qet ji peymana Îngilîs-Îraqê ya sala 1930î nedihatine cudakirinê. Ji ber wê jî dema sala 1948a projeya wê di prêsayê da hate çapkirinê, ne tenê hêzên çep derdiketine dijî wê, lê herweha gelek partî û rêxistinên lîbêral, lo hela yên konsêrvatîv jî. Hêzên kurda yên miletîyê-dêmokratîyê jî bi xurtî derketine dijî vê peymanê. Partîya Dêmokratîyê ya Kurdistanê, ku di tebaxa sala 1946a ji rêxistinên kurda yên cuda-cuda hatibû sazkirinê, bi awakî xewle (surî, ne lêgal) serokatî li wan hêza dikir.

Ereb piranî bi wan şertên peymanê ra ne qayîl bûn, ku derheqa wê yekê da bûn, ku Îraq di alîyên sîyasî, civakî-aborî û eskerî da dikeve bin hukumê Îngilîs, lê hêzên kurda yên miletîyê-dêmokratîyê xênji van yeka, ji wê yekê jî ne razî bûn, ku bi wê peymanê careke din bêmafîya kurda dihate testîqkirinê.

Li navçeyên Kurdistanê yên cuda-cuda da xwepêêşandin û mîtîng dihatine derbazkirinê, tevgelên wan gazî bela dikirin, ku bi awakî berk şerê zordestîya îngilîsa bikin, her tiştî bikin bona eskerên Îngilîs ji Îraqê derkevin. Li Bexdadê di navbera tevgelên mîtînga û eskeran da şerekî giran bû. Rewşa sincirî gîhande wê yekê, ku hukumeta Saleh Cebar hilweşîya, lê Nûrî Sehîd xwe li riya revê girt û berê xwe da Tirkîyê.

Di dawîya sala 1949a Nûrî Sehîd careke din bû serekwezîr. Sipratibûne wî, ku di welêt da “qeyde-qanûna saz bike”. Welat ji zordestîyên hukumetê dizêrîya. Hebis bi pale, xwendkar, gundîya va tije bûn. Cîyên ji bo dardakirina meriva peyda bûn.

Piştî hilweşandina otonomîya kurda li Mehabadê, gelek dêmokratên kurd ketine hebsa, hatine sirgûnkirin, dardakirin. PDKÎê serokên xwe unda kirin. Tevgera kurda li Kurdistana Îranê ketibû tengîyeke giran. Lê di navçeyên kurda yên Îranê da bere-bere dîsa komikên PDKÎê dihatine damezirandin. Wana kovareke nû jî derdixistin – “Rêge”, û bi alîkarîya wê aktîvîstên PDKÎê di nav gelê kurd da bîr û bawerîyên azayê û rizgarîyê bela dikirin. Lê zûtirekê ew karê partîyê hate sekinandinê, ji ber ku 4ê sibatê sala 1949a li Ûnîvêrsîteya Tehranê da êrîşî li ser şah kiribûn, xwestibûn wî bikujin û bi wê yekê ra girêdayî dewleta şah kontrola xwe li Kurdistanê xurttir kiribû. Li dû endamên PDKÎ digeryan, hinek ji wana girtin. Kesên girtî her yek bi biryara mehkema eskerî 4 sal ceza xwerin. Lê dîsa jî, hurmet û hukumê PDKÎ di nav kurdên Îranê da bilind bû. Li hilbijartinên meclîsê yên sala 1952a da ji ostana Azirbêcanê, ku Mehabad jî dikete navê, endamên PDKÎê ji 99 selefê (%) denga 80 selef sitendin. Lê ew bijartin ji alîyê hukumeta navbendî da hate hêçkirinê û ji Mehebadê endamekî berdevkê Tehranê hate kivşkirinê.

PDKÎ karê xwe bi awakî surî berdewam dikir. Di dalên 1952-1953a ewê serokatî li serhildana gundîyên Mehabadê û Bokanê kir, ku ji bo bacên giran û zordestîyên dewletê serî hildabûn. Tevgera gundîya bere-bere xurt bû û bû serhildan, kete her gund û bajarekî Kurdistana Îranê. Alaya eskerî ya Mehabadê derxistine himberî şervanên kurd, bilî wan desteyên çekdar yên çend milkedarên navçeyê jî alî wê dikirin. Dawî, cezakirên dewletê bi awakî hovîtî ji heq-hesabê milet hatin der, çend endamên PDKÎê gulle kirin, geleka xistine hebisa. Lê dîsa jî PDKÎê di nav milet da karê xwe dikir û bi karê xwe va hukumê şah li ser gel dida kêmkirinê û ji bo wê yekê rêfêrêndûm jî derbaz kir. PDKîê herweha dew dikir, ku nefta Îranê bê nasyonalîzekirinê. Ewê bi aktîvî piştgirîya karê dêmokratîk yê hukumeta Mosaddik dikir û bi komûnîstên Îranê – partîya Tûdê ra di pêwendîyên baş da bû.

Piştî ji ser text ketina hukumeta Mossadik, têrora ser dêmokratên Îranê zêdetir bû, di nav wan da li ser aktîvîstên PDKÎê jî. Gelek rojname û kovar hatine qedexekirinê. Lê dêmokratên kurd ber xwe dan, ji hev bela nebûn, gelek zehmetî û zordarî dîtin jî, lê şerefa xwe parastin. Rojnama “Kurdistan” – organa partîyê – wek berê ronahî didît: ew di nav hemû kurda da dihate belakirinê. Cara pêşin navê “Komîtêya Kurdistan”ê li komîtêya partîyê kirin. Komîtêya serkarîkir ji bo wê yekê hatibû sazkirinê, ku di nav kurdên navça Senendecê û Kêrmanşahê da karê sîyasî bidne derbazkirinê. Pêşî ew komîtê bi komikên rêxistina Tûdê ra kar dikir. Lê di navbera wan da nerazîbûn pêşda hatin, bîna wan li hev teng bû û ji ber wê jî ji hev çûn.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev