Ji nimûneyên zargotina me – 188

Ji nimûneyên zargotina me – 188

Em weşandina berhemên ji nimûneyên zargotina me berdewam dikin. Berhema sedheftêyî me ji pirtûka “KLAMÊD CMAETA KURDAYE LÎRÎKÎYÊ”, ku sala 1972an bi kurmancîya kîrîlî ya kurdên Sovyet va hatîye çapkirin, hildaye û me ew transkrîpeyî ser herfên kurdîya latînî ya îroyîn kirîye. Vê carê emê çend kilamên li wir çapbûyî raberî we bikin.

Berevkar û amadekarê vê pirtûkê Hecîyê Cindî ye.

Tîpguhêzîya hemû berhemên me yên zargotinê ji herfên kirîlî û latînîya kurdên Sovyet ser latînîya “Hawar”ê, ku di malpera me da çap dibin, Mîdîya Têmûr û Dîdara Têmûr dikin.

Berhem çawa di pirtûkê da çap bûne, em wisa raberî we dikin.

Amadekar: Têmûrê Xelîl

 

GEDE LAWIKÊ MIN

 

Gede lawikê minî siyarê hespa boze gire,

Bozê binda dimilmile,

Gava diçe ber derê Elî Emer peya dibe,

Yekî çevbelekî, bejinblindî, dêmî gire,

Minê namila wî pîvaye çar arşîn, sê mêtire.

 

Yartî ew bû – min û te kir,

Kesî serê kesî nekir,

Bêbextî alîyê te bû,

Min evdala xadê, min tobe kir.

Bejina gede lawik zirave vê gotinê,

Hatîye tanga grasênyaka gundê me ber kirînê-firotanê.

 

Ezê bidim mal-halê dinyalikê,

Ruhê şîrin, her çar qiranê ser dotinê.

Rêka Heko bi kirkûte,

Gede lawikê min yekî bejinblindî, çevbelekî, şarvar sûte,

Lawiko, qurban, minê şerma koma aktîva nekira,

Minê bida teşîya Mûşê, kulîya sipî bida pey te.

* * *

 

Ezê xanîkî çêkim li vê dûzê,

Ezê pêdakim kakilê gûzê,

Ez kawa xunê têda razên

Hersê mehê ser payîzê.

 

Kanîyê gundê me dudune,

Ya wêda tê yara mine,

Ezê delala xwe birevînim,

Cara îcar yan kuştine,

Yan ferwara serê mine.

 

Te av anîye ava kanîyê,

Cêr sivikê, dêre sipîyê,

Ezê kawa xwera bînim

Brincê Ûlexanê, goştê mîyê.

 

 

LÊ-LÊ XEZALÊ

 

Lê-lê xezalê,

Ezê xezalim, xezala çiyayê Elegezê,

Ezê delalim, delala çiyayê Elegezê,

Çevê min li xewê bû,

Guhê min guhdar bû,

Devê min çêre bû,

Lingê min banzdanê,

De bera heval-hogirê

Mixenet xêrê qe nebînin,

Çawa tejî, tûlê xwe berdanê,

Kaxezê min û Xezalê minva

Ketine deşta Şûregelê,

Berjêr şandin çasta Axbaranê.

 

Xezal rabe, delal rabe,

Çima emrê minî cahil bêyî te nabe.

 

Ezê xezalim, xezala çiyangê bi Durîme,

Par van çaxa ez delalîya

Bav û birê xwe bûm,

Îsal pêra ketime destê kundê korda, ez verûme.

 

Xezal rave, delal rave,

Çima emrê minî cahil

Tu car bêy te nabe.

 

Ezê xezalim, xezala çiyayê bi Darim,

Ezê werdekim, werdeka gola sarim,

Par van çaxa ez delalîya

Bav û birê xwe bûm,

Îsal pêra ketime destê

Kundê kor – ez dixwarim.

 

Xezal rave, delal rave,

Çima emrê minî cahil

Tu car, tu car bêy te nave.

 

 

MINÊ XEZALEKÊ RAKIR

 

Minê xezalekê rakir ji baxê Delme ji Rewanê,

De bira xadê qebûl neke heval-hogirê mine mixenetra,

Çawa tejî-tûlê xwe berdanê,

Kaxezê min xezala minva

Ketine deşta Şûregelê –

Berjêr şandin çasta Axbaranê.

Xezal nabe, delal nabe,

Heft sal temam dilê min ketîyê,

Çar pê nabe.

 

Xezal, avê gola golgenîne,

Çem û kanî me şêlûne,

Kawa kubar par van çaxa yanga min bû,

Îsal pêra pintîyê mêrara avê tîne.

 

-Lawiko, ezê berfim, berfa vî bêlanî,

Vê sibêda dihelyam, ne dihelyam,

Min tasek ava sar jê nanî,

De bera bibûma gustîlkekê,

Têketama tilîya te mêvanî.

 

Xezal nabe, delal nabe, qirar nabe,

Heft sal temam dilê min ketîyê,

Çar pê nabe.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Têmûrê Xelîl

Berpirsyarê malpera me, sêkrêtarê Komeleya Nivîskarên Kurd li Swed, endamê Yekîtîya Rojnamevanên bajarê Moskvayê, nivîskar û rojnamevan. Fakulta fîzîk-matêmatîkê a zanîngeheke Ermenîstanê temam kirîye.

Qeydên dişibine hev