Fitne û fesadiyên Cemîl Bayik û Dûran Kalkan

Fitne û fesadiyên Cemîl Bayik û Dûran Kalkan

Kurdistan çi feydê ji vê neyartîyê dibîne? 

Bayram Ayaz, sîyasetmedar

Berî çand rojan (10ê Hezîranê 2019) li başûrê welatê me merasima sond xwarina Serokatiya Kurdistanê pêk hat.
Parlamentoya Kurdistanê berî du hefteyan roja 28ê Gulanê 2019 birêz Nêçîrvan Barzanî bi piraniya dengan bo Serokatiyê hilbijartibû. Roja 10ê Hezîranê bin rêvebiriya Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û bi beşdariya parlamenteran û zêdetirî hezar û du sed mêvanan merasima sond xwarinê pêk hat. Prosesa hilbijartinê heta sond xwarinê hemî jî hem yasayî û hem jî bi cureyê demokratîk pêk hat.

Demê mirov vê pêvejoyê bi şêweyê rêvebiriya welatên dorber ve bide berhev, mirov bi serbilindî dikare bêje, li başûrê Kurdistanê pergala (sistema) demokrasiya temsîlî-universal herî baştir dimeşe. Ev li rojhilatâ navîn “mînakek” e û ji aliyê cîhana demokrat ve bi balkêşî tê şopandin. Em vê yekê ji peywendiyên navdewletî jî dibînin. Amerîkî, Ewrûpî, dewletên xwedî sistemên demokrat wekî Koreya başûr, Japonî, hemî hêzên demokrat pêşveçûnên siyasî, çandî û aborî li Kurdistanê bi keyfxweşî dişopînin û dibin alîkar jî. Hema amadebûna nûnerên van dewletan li merasimê delîlê sereke ye.

CÎHANA DEMOKRAT DOSTÊ DEWLETBÛNA KURDISTANÊ YE, LÊ KCK-PKK KLÎKA CEMÎL BAYIK Û DURAN KALKAN DIJAYETÎ Û DUJMINAHIYA VAN DESTKEVTIYAN DIKIN !

Bi rastî, hin tişt hene êdî nayên tehemûl kirin!
Ev çîroka kesên wekî Cemil Bayik-Duran Kalkan-Mustafa Karasu-Riza Altun-Besê Hozat, helwestê wan ê dijayetiya dewletbûna Kurdistanê, dujminahiya wan a beramberê rêvebirî û destkeftiyên başurê Kurdistanê, ji hed û hudûdê xwe derbas dike.

Bes e êdî, ev fitne, ev fesadî, ev dujminahiya ku ev klîk dadixe nav Kurdan!
Ser hesabê kî ev tişt tên kirin?
Kara Kurdan çi ye di vê fitneyê de?
Kurdistan çi feydê ji vê fesadiyê digre?
Berevajî, zerar digîhe doza Kurd û Kurdistanê!
Hela binêrin, rojekî piştî merasima sondxwarinê sernivîsa rojnameya “Y. Ö. Politika” û gotinên van herduyan, yên Cemîl Bayik û Duran Kalkan!

Rejîma Mele û Pasdaranan, rejîma îdamê nikare van gotinan bike li dijî başurê Kurdistanê! Lê Cemîlo û Duran Kalkan dilê Mele û pasdaranan rehet dikin, dilê tefaqa “Hîlala şîa” xweş dikin. Dijminahiya Kurdistanê dikin.
Zêdetirê Kurdên nav û dora wan jî li dû van gotinan dikevin.
Xwelîser û malneket, bê wijdanan!

Baş e eger “Başurê Kurdistanê dibe mandaya Tirkiyê”, çima demê referandumê Tirkiyê bû hevalê Îranê û Iraqê dijminahiya rêvebiriya başurê Kurdistanê kir?

Bes e, hûn bi aqilê Kurdan dilîzin, bi derewan, bi reşkirina başurê Kurdistanê hûn dibin alîkarê dijminên dewleta Kurdistanê! Hûn rê li ber propagandayên rejîma mele-pasdaranan û tefaqa wan a “Hîlala şîa” xweş dikin.
Ev dijminahiya navxweyî ye. Ev tişt tenê zirar û ziyanê dide doza Kurd û Kurdistanê.

Demê li hesabê we tê, hûn dibêjin: “çima rêvebiriya başurê Kurdistanê navçêtiyê nake, alîkar nabe rê li ber pêvejoya aşitiyê vebe”? Carna jî wekî vê nivîs û gotinên we hûn berdevkiya rejîma mele-pasdaran dikin, dilê hêzên tefaqa “Hîlala şîa” xweş dikin!

Ev ne siyaseteke bo doza Kurd û Kurdistanê ye.
Êdî bes e! Kurdan berê hevdu nekin, Kurdên bakûr nekin dijminê başûrê Kurdistanê!
Bizanin destkevtiyên li her der û deverekî Kurdistanê, çi li başûrê Kurdistanê, çi li rojavayê Kurdistanê, çi li parçeyên din hemî destkevtiyên miletê Kurd in, Kurdistanê ne.

Ji bo parastin û pêşxistina destkevtiyan, berê her tiştî Kurd divê dijminahiya hevdu nekin!
Kî keyfa xwe bi van pêşkevtinên siyasî li başurê Kurdistanê neyne, bizanin ew ne xwedî niyeteke pak in!
Her wisa ev helwestê me ji bo destkevtiyên li rojavayê Kurdistanê jî derbas dibe. Kî dijminahiya van destkevtiyan bike, ew jî ne dilpak e, ne xwedî niyeta pak e.

Bes e, Kurd serê hevdu bixûn!
Eger em ne lihev bin jî, qet nebe em lihev nedin!
Kar û îşê yên wekî Cemîl û Duran Kurdan bikin dijminê başurê Kurdistanê. Niyeta we, ne pak e, karê hûn dikin qirêjî ye.
Kurdno rê nedin fitne û fesadiyê û dijmunahiya navxweyî ya Kurdan.
Banga me ev e!

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev