Civîna ”Kurmancî”yê a 64an

Civîna ”Kurmancî”yê a 64an

Têmûrê Xelîl

 

Civîna “Kurmancî”yê ya 64an di navbera rojên 15-25ê hezîranê da li Almatîya Qazaxistanê tê kirin. Organîzator, sponsor û piştgirên derbazkirina civînê ev rêxistin û şexsên welatparêz in: Federasyona Navneteweyî ya Diyasporayên Kurdan (FNDK) û Komeleya Kurdên Qazaxistanê ya bi navê ”Berbang” -ku serokê wan akademîsyen, profesor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyêv e, profesor Ezîzê Zîyo (serokê  Komeleya Kurdên Qazaxistanê yê berê), Ezîmê Şemo (karsazê ku endamên Koma KURMANCÎyê ya Enstîtûya Kurdî ya Parîsê li mêvanxaneya wî  dimînin ku navê wê “Salut” e û civînên xwe li “Conference hall”a otelê dikin, serokê Grand Hotela bi navê ERBÎL Rafîk Îbrahîmov. Herweha li gel Nadirê Kerem Nadirovê Akademîsyenê binavûdeng gelek welatparêzên kurd yên niştecihê Qazaxistanê jî piştgirîya xebata me dikin.

Beşdarên di vê civînê de ev kes in: Mistefa Aydogan (Mêrdîn), Têmûrê Xelîl (Rewan), Reşo Zîlan (Agirî), Ziya Avci (Wan), Zinar Soran (Dêrik), Hemîd Kilicaslan (Mêrdîn), Mehmûd Lewendî (Qerejdax), Emîn Narozî (Batman), Eyub Kiran (Sêwrek), Umîdê Mistefayê Celalî (Bazîd).

Kurdîya kurmancî ew curekurdî ye ku ji bilî Kurdistanê, di nava civatên kurd ên Xorasan, Ermenîstan, Qazaxistan, Tirkmenistan û Qafqasyayê tê axaftin.

Weha di pêşgotina pirtûka “Kurmancî”yê ku ji hejmarên 1-40î pêk tê, birêz Kendal Nezan serekê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê da hatiye gotin: Wekî piranîya dunyayê di kurmancî da jî gelek devok hene. Her devokek ji ya din cihê ye û taybetmendîyên wan hene. Ew li gor jiyana civakî ya xelkê li dever û navçeyên xwe tên cihê kirin. Lê di eynî wextî da girêdan bi zimanên cîran re heye. Lê herçend ku zimanên kurmancî di xwendingehan da jî nayê xwandin û kurmanc dikarin bê asteng ji hevûdu tê bigehin. Birêz Kendal Nezan hrwiha dibêje: ”Ev bi xwe, li gora hin zimannasan, «mûcîze» ye: çawa zimanekî bê dewlet, bê xwendegeh û bê medya karibûye di hoyên siyasî yên pirr dijwar da xwe ewqas biparêze?”

Kar û xebata Kurmancîyê li ser van mijaran e: berhevkirina devokan, zelalkrina bingehên rastnivîsîna ziman, çêkirin û sazkirina peyvên nû û ya ji hemîyê giringtir jî pêşîgirtina lawazbûn û wundabûna kurmancîyê ye. Kurmancî ji komek/grupek zimanzan û roşinbîrên kurd ji deverên cihê yên Kurdistanê û dervayî welêt pêk tê. Piranîya wan ji ber gelek egeran/sedeman ji derveyî Kurdistanê jîyana xwe derbaz dikin. Gelek ji wan li Swêdê rûdinin.

Heta niha 63 hejmarên Kurmancîyê hatine weşandin. Hejmar 1-40 wek pirtûk hatîye weşandin. Civîn her şeş mehan carekê li welatekî çê dibe.

 

Bernameya babetên me yên civînê ev in: 

Peyvên berîya Mêdînê (Hemîd Kilicaslan)

Hin peyvên kêmnas-nenas (Reşo Zîlan)

Peyvên ji pirtûka ”Nameyek ji Sernexê” (Mistefa Aydogan)

Erd, av û hewa di devoka celalîyan de (Umîdê Mistefa Celalî)

Marên Kurdistanê (Eyub Kiran

Hin  heywanên Kurdistanê (Eyub Kiran)

Hin peyv ji Ferhenga A. Jaba (Ziya Avci)

Hin peyv ji ”Zargotina Kurda” (Zinar Soran)

 

Berhemên vê xebatê di hejmara 64:an ya rojnameya “Kurmancî”yê de tê weşandin. Çaverê bin!

Koma KURMANCÎyê sipasîyeke germ dide ronakbîrên me yên welatparêz ji Qazaxistanê akademîsyen Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, profêsor Ezîzê Zîyo Bedirxan, karsaz Ezîmê Şemo û gelekên din ku bi her awahî xwe dane ber vî karê pîroz.

 

Di wêneyan da:

1.Endamên Koma Kurmancî mêvanên welatparêzên kurd, karsaz Barzanî Nabîyêv û Îbrahîmê Filît in, ku xwedîyên Grand Hotela û Restauranta ”Erbîl” in. 

2.Profêsor Kinyazê Îbrahîm akademîsyenê me yê binavûdeng Nadirê Kerem Nadirov bi mêvanan dide naskirin.

3.Endamên Koma KURMANCÎyê bi ronakbîrên kurd yên Qazaxistanê ra xwerinên kurdî dixun.

4.Profêsor Ezîzê Zîyo bo gera endamên Komê bernameyekê amade dike.

5. Alaya Kurdistanê li serê jorin yê Grand Hotela ”Erbîl” di nav alayên cihanê da dimilmile.

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev