DI TOREYA KURDÎ DE BIRATÎ Û XWÎŞKEBIRATIYA AXRETÎ

DI TOREYA KURDÎ DE BIRATÎ Û XWÎŞKEBIRATIYA AXRETÎ

Zeynelabidîn Zinar, nivîskar/lêkolîner

 

Di Toreya Kurdî de bingeha dostaniyê da beşê ser çend xalên cuda bûye û ew dostanî bi navine cuda têne kirin.

Yek ji wan dostaniyan jî (zilam û zilam) Biratiya Axretê ye.

Lê ji bo jinek û mêrek dema vê dostaniyê dikin, ji wan re jî Xwişkebiratiya Axretî tê gotin.

Hawayê dostaniya vê babetê weha dest pê dike:

Du zilam, an zilamek û jinek, bi amadebûna çend kesên cîran û xizmên xwe, xwîn ji serê tiliya xwe ya Eşedê berdidin û herdu kes serê tiliyên xwe devera ku xwîn tê re derketiye datînin ser hevûdu û li hev dihesikînin.

Piştî wê yekê, şahiyek tê çêkirin û herdu kes wek Birayên Axretî û Xwişebiratiya Axretî têne îlankirin û şîraniyekê dixwin.

Îcar heskirineke zêde dikeve navbera herdu kesan, ji wan jî zêdetir ew şîranî dikeve navbera malbat û xizmên wan du kesan jî.

Herwekî ew du kes û du malbat, xizmên hev ên xwînê bin, di her merc û rewşan de ji hev re dibin alîkar.

Min gelek caran li civatên Kurdan bihîstiye ku hin kesên salxur dema behsa hin kesên ku ji mêj ve mirine jî ku dikirin, digotin yekî:

Remetiyê bapîrê te û bapîrê filankeso, Birayên hev ên Axretî bûn. Yan pîra te rehmetiya Eyşê û bapîrê filankeso xwişkebirayên hev ên Axretî bûne.

Hêvîdar im ku ciwanên me, xasma xwendekarên Beşên Kurdî li van babetan lêkolîn bikin û berfirehiya wan derxînin holê.

Her şad û bextewer bin…

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Zeynelabidin Zinar

Bav û kalên wî tev mela bûne û ders dane şagirdan. Ew bi xwe jî berhemê Medreseya Kurdî ye. Wî 11 sal Medrese, 3,5 sal Imam-Xetîm, çar sal lîse xwendiyte. Rêvebirê malpera www.pencinar.se e. Bi dehan pirtûkên folklorî çap kirine.

Qeydên dişibine hev