NAMEYA BAVÊ MIN

NAMEYA BAVÊ MIN

Gird Elî

Di sala 1983 an di meha Adarê de ez gihiştim Swêdê. Hema bêj, çend sal berya wê jî tu têkilîyên min bi malbatê re zêde çê nebûbûn. Bi dû ku ezli vir bi cih bûm bi şûn de, min xwest danûsitandinê li gel malbatê deynim. Bêguman, ev jî di salên terora dijwar ya dewleta tirk de bûn, (ji xwe tiştekî zêde ku ji vê terorê kêm bû be hê jî tuneye) loma em hinekî bidîqet bûn, me zêde tiştek di nameyên xwe de nedinivisandin, da tadeyekê li wan nekin. Çîrokeke min ku min di wan salan de nivisîbû ”Reşbelek” li ser vê mijarê ye.

Gorbuhuştê, bavê min, merivekî, şair, bîrwir û nuktecî bû. Dibên, rojekê dostek pirsa min jê dike, ew jî welê bersiv dide, dibê:”Wele berya demekê Xwedê hat xewna min û min jî pirsa zarokên xwe jê kirin, ji min re got: yek li Diyarbekir girtîye ê mezin jî di hepsa Metrîsê de, lê çi MihemedElî ye, ez jî nizanim bê li kû ye!”

Bavê min, fena hemî bavê kurdên dilsoz gelek tade û heqaret ji dest dewleta tirk kêşand. Heta ku em li welêt bûn û bi dû ku em derketin jî bi salan, heftê carekê dudiyan cemsa leşkerên tirk li ber derîyê wî bû. Ew neba jî, Çawîşê qereqola Sitilîlê her serê mehê carekê dişand dû û pirsa me jê dikir. Di van ziyaretan de jî, ji bo çawîş razî bike, her tim elokek jê re dibir. Min jî carekê nameyek jê re şand û jê xwest ku vê nameyê bide Çawîş û wî jî welê kir. Gellekî kêfa Çawîş hatibû, jê re gotibû: ”Bila qe venegere, ji xwe re li wir bixwîne bibe profesor!” Ya rastî, min jî hinekî welê kiriye. Ez li vir mam, venegeryam, lê tu profesor ji min derneket!
Min got, bavê min şair bû, belê, gellek şiir dinivisandin. Kurdperwerek bû. Ji mêj ve, danasîna wî li gel şair û nivisa kurdî hebû. Pirtûkên şairên kurd, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, her li ba hebûn. Xweş tê bîra min, car car, Melayê Cizîrî bi deng, fena qesîdeyan dixwend.

Di salên 1970 de, çû Elmanya û li wir bi qandî şeş salan ma. Di van salan de jî nasîna wî ji kar û xebatên kurdperîyê ên li Ewropa çêbû. Kurdperwerên weke Hemreş Reşo jî nas kiribûn. Ev jî, li ba wî kurdperwerî xurtir kiribû. Nasnavê wî jî Xwînherê Kurdî bû. Helbestên wî zêdetir bi mijarên welatperwerîyê honandî bûn. Hinek jî li ser pirsên heremî û gundiyan bûn. Vê dawîyê jî Marks û Lenîn lê zêde kiribûn, lê ew jî, bi rehetî meriv dibîne ku beloq in. fena pîneyan in!

Şêx Şakir, bi navê xwe yê şairî, Xwînherê Kurdî di sala 1984 an 1985 an de ev name ji min re şandibû. Bi tirkî nivisîye, ji tirsa dewleta tirk, lewra name kontrol dikirin, navê xwe jî kiriye tirkî ”DURMUŞ KAYA” lê ji bo ku ez serwext bibim ku ev name ya wî ye, sûretekî xwe lêxistiye û welê rêkiriye. Ev name wesîqeyek zilma dewleta tirk e. Bavê min heta bi dawîya temenê xwe jî dev ji helbestên xwe û kurdayetiyê berneda. Çend sal berê çû ser dilovanîya xwe. Li dû xwe bawerim 17 zarok hiştin (du jin anîbûn). Berya demekê birayekî min, çend resm û dîmenên qebra Xwînherê Kurdî û rehmetiya diya min (ku ew jî di heftê salîya xwe de, salekê zêdetir di hepsa tirkan de raza) navê herduwan jî bi tirkî nivisîne û bi tirkî jî nivisîne ”ruhuna-el-fatiha”. Wa xuya ye ku işkenca dewleta tirk li me dike di qebrê de jî dom dike. Kurd dibên KURDÛNDE! Nexwe ku 17 zarokên meriv hebin jî, meriv dikane KURDÛNDE biçe.

”XELASÎYA WELAT

Xelasbûn bê xebat nabe
Zilma dijmin xelas nabe
Çima carek tu ranabe?
Bavê te mir di hepsande
Bi xwîn da hûn bibin bi ziman
Li nav tirk, sûrî û îran
Tilya xwe bike çavê wan
Xwe feda kin di vê rê de
Welat sor bûye ji xwînê
Dijmin şiyar û bi kîn e
Ma qey tu kor e nabîne
Van şehîdên di bin erdê de

Xwînher bi ax û feryad e
Bi ehd û cehd û xebat e
Bi ax û wax ya welat e
Weke Dîcle û Firad tê de”

(XWÎNHERÊ KURDÎ)

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

Gird Elî

Di sala 1964 an li Bakurê Kurdistanê, li gundekî Nisêbînê (Zorava) hatime dunyayê. Xwendina navîn û gimnaziya li Nisêbîn xwend. Li Swêdê jî pedagojî xwend û bû mamostayê piçûkan. Heta nuha du pirtûk çap kirine yek di sala 1994 an de bi navê MEHKÛM weşanên Welat, ya din jî di 2015 an de DEREWEKE PIÇÛK weşanxaneya Apec

Qeydên dişibine hev