MÎRÊ MIKSÊ Û MELA HUSEYNÊ BATEYÎ

MÎRÊ MIKSÊ Û MELA HUSEYNÊ BATEYÎ

 

Mihemed Erzurum

 

Dibêjin Mela Huseyn gelek caran çûye cem Mîrê Miksê bo xwe û bo gundiyên xwe debara salê aniye.

 

Carekê aqildar û wezîrên Mîr gotine Mîr:

 

-Ma ev derwîşa hinde salan tê cem te û tu jî ewqas qenciyê lê dikî. Lê me tu keramet û zanîna wî nedît. Îsal tiştekî nedê.

Emê pirsekê jê bikin, bibêjinê:

 

“Tovê biyê çi ye û kulavekî bavêjin” ka dê bizane çi ye. Heke zanî paşê bidinê.

Mela Huseyn jî heyameke paş ve hatiye Miksê û çûye koçka Mîr, raste rast gotiye:

 

“Ji ewilî silav e
Paşê pê li ser kulav e
Paşê sual e
Paşê dibên;
Tovê biyê av e.”

 

Aqildar û wezîran jî gelekî şerm kiriye.

 

Çavkanî: Jiyan, Berhem û Helbestên Mela Huseynê Bateyî- M. Xalid Sadinî

 

Riataza

Derheqa nivîskar da

RIATAZA

Malpera nûçeyan derheqa kurdan û Kurdistanê da; Ji bo malûmatîyên zêde berê xwe bidine vê navnîşanê: info@riataza.com

Qeydên dişibine hev